​​​​​​​Hikumeta Şamê gundewarên Helebê topbaran kirin; çeteyek hat kuştin

Li rojavayê Helebê di navbera hêzên hikumeta Şamê û komên çete yên Heyet Tehrîr El Şam de şer derket. Hate ragihandin ku çeteyek hatiye kuştin.

​​​​​​​Hikumeta Şamê gundewarên Helebê topbaran kirin; çeteyek hat kuştin
13 cotmeh, 2022   09:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li eniya Şêx Silêman a li rojavayê Helebê, di êrişa sûîqestê ya hêzên hikumeta Şamê de çeteyekî koma Heyet Tehrîr El Şam hat kuştin.

SOHR’ê ragihand ku gundewarên li rojavayê Helebê bi dijwarî ji aliyê hêzên hikumeta Şamê ve hatin topbarankirin.

Duh jî hêzên hikumeta Şamê deverên Beyinîn, Fetîra û Filêfil ê Çiyayê Zawiyê yên li başûrê Idlibê, Merat Nesan ê li bakurê rojhilatê Idlibê bi çekên giran topbaran kiribûn. Her wiha çeteyên Fetil El Mubîn nuqteyên li gundên Melaca û Dar Kebîra yên Cebel El Zawiyê bi moşekan dan ber topan.

Li eniya Kebana ya Çiyayê El Ekrad ê li bakurê Lazqiyê, di navbera çeteyên Fetil El Mubîn û hêzên hikumeta Şamê de şer rû da. Her wiha balafirên keşfê yên Rûsyayê li ser Cebel El Zawiyê û Cebel Ekrad geriyan.