​​​​​​​PYD`ê bang li ciwanan kir ku nekevin ser ‘rêyên mirinê’

PYDʹê bang li ciwanan kir ku dev ji xaka xwe bernedin û ji bo avakirina welatê xwe kar bikin da ku nekevin xefika bazirganên mirovan. PYDʹê her wih soz da ku dê bi hemû derfetên xwe kar bikin da li hemberî komên ku ciwanan “di rêya koçberiyê de ber bi mirinê ve dibin” tê bikoşe.

​​​​​​​PYD`ê bang li ciwanan kir ku nekevin ser ‘rêyên mirinê’
13 cotmeh, 2022   09:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), têkildarî keştiya noqî avê bû ku bi dehan ciwanên ji Rojava ji Cezaîrê ber bi Ewropayê ve dibirin, daxuyaniyek nivîskî da.

PYDʹê di serî de sersaxî da malbatên kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest daye û got: "Me bi êş û xemgînî agahiyên wefata bi dehan ciwanên Kurd ku piraniya wan ji Kobanê de di bûyera noqbûna keştiya ku wan ji Cezaîrê ber bi Ewropayê ve dibir, bihîst. Em sersaxî ji malbat û xizmên wan re dixwazin û êşa wan parve dikin.

Koçkirin yek ji rêbazên sereke ye ku dijminên gelê Kurd bi sedsalan li dijî wan daye meşandiye. Koçberî carnan bi komkujî, qetilkirin, bi darê zorê yan jî bi sînordarkirina îmkanên jiyanê û rêxistinkirina komên qaçaxçiya mirovan, tund bû. Ev yek jî ji bo valakirina axê ji şêniyên wê yên resen e bi rêya bicihkirina kesên din li şûna wan ku civakekê li gorî timayên xwe û planên sîstemên desthilatdar ava bikin.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re, dewleta Tirk a faşîst kampên penaberan li ser dirêjahiya sînorê Sûriyê ava kir û ew teşwîqî koçberî û penaberiyê kir. Armanc valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen û bicihkirina komên terorîst û malbatên wan bû ku bi hiceta vegerandina penaberan ji bo welatê wan Sûriyê pêk tanî. Ev ew plan heta niha jî berdewam  e. Me ev yek li hemû herêmên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin dît û hîna jî bi awayekî sîstematîk qaçaxçîtiya li ser sînor dike.

Tiştên ku li herêmên dagirkirî kirine jî bes nedît, lê belê şerê wê dighêje hemû herêman. Tevî ku 2 peymanên agirbestê bi Rûsya û Amerîkayê re çêkirine jî, lê rojane hemû herêmên Rojava topbaran dike. Armanc jî tirsandina xelkê û bêaramkirina gund û bajarên wan e da ku wan neçarî koçberiyê bikin. Li vir jî nesekinî, lê belê bi hevkariya rejîma Sûriyê û alîgirên wê, hemû şêweyên dorpêçkirina Rojava pêk anî, ji bo tengavkirina jiyanê heta gihîşt radeyekê ku xelkê ji pêdiviyên pêwîst ên jiyanê, wek xwarin û pêwîstiyên avahîsaziyê bêpar bihêle. Her wiha aloziyan derdixe da ku li herêmê derfetên kar û hilberînê ji xelkê re peyda nebin.

Dijminên Kurdan bi vê yekê têr nebûn, lê belê bi rêya îstixbarata xwe komên bazirganiya mirovan dikin bi rêxistin kirin. Da ku di berdêla gihandina wan a Ewropayê de pere û milkên xelkê yên mayî talan bikin. Ev kom nêçîra xwe bi rêyên bejahî dişînin, yan ji serma û birçîbûnê dimirin an jî di kamyonan de dixeniqin. An jî wan dixin keştiyên mirinê. Di encamê de yan cenazeyên zarokan wekî Alan Kobanê yan jî bi dehan cenaze wek bûyera dawî ya Cezayîrê rû didin. Di her rewşê de, dijmin an bi mirinê yan jî bi gihandina wan a welatê xerîbiyê cihê windabûn û asîmîlekirinê, xwe ji wan xilas dike.

Em Partiya Yekitiya Demokratîk di wê baweriyê de ne ku her kesê ku dev ji axa xwe û welatê xwe berde, dibe mîna giyayekî ku ji kokê ve hatiye rakirin. Ew ê yan bixeniqe yan jî dê bi çarenûseke ne diyar re rû bi rû be, di nava civakeke ku ne civaka wî ye û axek ne axa wê de. Yê ku winda bike jî em, gelê me û welatê me ne, bêguman kesên ku xeniqîne zarok û gelê me ne û windakirina wan ji bo gelê me windahiyeke mezin e.

Em bang li ciwanan dikin ku dev ji ax û civaka xwe bernedin û ji bo avakirina welatê xwe bixebitin. Bila bi van simsaran neyên xapandin ji bo ku nebin nêçîra bazirganên mirovan.

Em ji malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest daye re sebir û sersaxiyê dixwazin.  

Em ê bi têkoşîna li dijî van komên ku ciwanên me xapandin û di rêyên koçberiyê de ber bi mirinê ve şandin, ji bo rê li pêşiya van bûyeran bigirin, çi ji destê me bê em ê bikin.”

(hs)