Ji pirsgirêkên Îranê re çareseriya herî guncaw çi ye?

Xwepêşandanên gel ên li bajarên Îranê yên ku ji herêmên Kurdan dest pê kirin, didomin. KCK'ê beriya çend rojan rayedarên Îranê ji encamên neyînî yên nêzîkatiya wan, hişyar kir û bang li wan kir ku ber bi çareseriya herî baş ve biçin. Gelo faktorên ku hiştin gel derkevin xwepêşandanan çi ne û çareseriya krîzê çi ye?

Ji pirsgirêkên Îranê re çareseriya herî guncaw çi ye?
13 cotmeh, 2022   08:17
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

Rejîma Îranê di nava saziyên rejîmê bi xwe de azaran dikişîne. Ev yek hemwextî zêdebûna hêrsa gel a li dijî rejîmê ye ku ew jî ji ber rewşa aborî ya nebaş û li ser hesabê welatiyan arastekirina çavkaniyan ji bo xizmeta destwerdanên derve yên Îranê pêk tê. Her wiha ji ber paşguhkirina gelek netewe û olan e jî. Bi kêmbûna nifşê ku bi şoreşa Îslamî re jiya, derketina nifşên nû û rewşa nebaş a tenduristiya “Murşîdê Bilind”, rejîma Îranê neçar e ku xwe biguhere yan jî encamên ku naxwaze qebûl bike tehemûl bike.

Çavdêran û navendên lêkolînê di vê demê de li ser hewldana nirxandina pêşeroja rejîmê li Îranê li gel lezbûna pêşdeçûnan xebitîn. Lê xwepêşandanên zêde û axaftina li ser tevliheviya rewşa Murşîdê Bilind û lêgerîna kesekî li şûna wî dibe ku mijar ji rêya xwe derkevin.

JÎNA EMÎNÎ QADÊN ÎRANÊ GUR KIRIN

Li hember qetilkirina ciwana Kurd Jîna Emînî ku piştî girtina wê ji aliyê "polîsên exlaqê" ve, îranî xwepêşandanên xwe berdewam dikin.

Jîna Emînî roja 13'yê Îlonê li Tehranê bi tawana lixwekirina "cil û bergên neguncaw" li gorî polîsên olî, hatibû girtin û piştî 3 rojan jiyana xwe ji dest da. Ev yek jî bû sedema derketina xwepêşandanan li dijî sîstema siyasî ya olî ya Îranê.

Di xwepêşandanan de bi dehan kes, di nav wan de endamên hêzên ewlehiyê, hatin kuştin ku ji sala 2019'an ve xwepêşandanên herî mezin bûn. Rayedarên Îranî bi "pêkanîna tevliheviyê" hatin tawabarkirin, ji ber ku bi sedan xwepêşandêr û xwendekar girtin.

Hin komên ku bi parastina mafên mirovan têkildar in dibêjin ku zêdetir 150 kesî hatine kuştin û bi sedan jî birîndar bûne, her wiha bi hezaran kes ji ber tundiya hêzên ewlehiyê di xwepêşandan de hatine girtin.

Ev ne cara yekê ye ku li Îranê xwepêşandan pêk tên, piraniya wan jî ji ber sedemên aborî û jiyanî bûn.

Nivîskar û rojnamevanê ji Misirê Welîd El Remalî têkildarî geşedanên dawîn got: "Bi dîtina min ev tevgerên gel ên li hember kuştina jina ciwan a Kurd, ji bo protestokirina zext û zordariya polîsên olî ku li dijî giştî jinên Îranê bi behaneya nepabendbûna bi serpoşê dikin, dest pê kir. Ev tişta ku ji derve xuya dike ye, lê polîsên olî yên Îranê bi sosretên xwe yên cinsî bi nav û deng in, vê yekê jî hişt ku kîn û nefreteke tund li cem gelê Îranê û bi taybet li cem jinan ji çalakiyên tundrewî yên polîsên olî çêbibe. Li Îranê bernameyeke li ser telefonê heye û jin bi wê yekê cihên polîsên lê hene keşf dikin û beriya bikevin kemînên wan laçikan li xwe dikin."

Welîd El Remalî axaftina xwe wiha domand: "Tevî ku xwepêşandan ji ber qetilkirina jina ciwan a Kurd dest pê kirin, lê berdewambûna wan ji ber rewşa nebaş a aborî ya Îranê ya bi petrolê dewlemend e, ev dewlemendî tenê bi çîna serdest ve sînordar e û nagihêje gelê Îranê ku ji ber rewşa jiyanî zehmetiyan dikşîne."

PIRSGIRÊK NE TENÊ ABORÎ YE

Ji bilî pirsgirêkên aborî û jiyanî, pirsgirêkên civakî û siyasî jî hene û rewşa Îranê jî weke rewşa gelek welatên Rojhilata Navîn li ser bingeha sîstema neteweperestî û yek mezhebî ye.

Faris tenê ji sedî 35'ê nifûsa vî welatî pêk tînin, yên mayî ji netewe û etnîsîteyên cuda yên Kurd, Ereb, Azerî û Belûçî ne, lê rejîm çand û zimanê xwe yê farisî bi darê zorê li her kesî ferz dike.

KURDÊN ROJHILAT; DÎROKEKE DIRÊJ A TÊKOŞÎNÊ

"Destana Kela Dimdimê" yek ji şerên dîrokî yên herî girîng e ku di sala 1609'an de li nêzî gola Urmiyê rû daye; Sefewiyan ji zivistana 1609'an heta havîna 1610'an keleh dorpêç kir, paşê li wê herêmê Sefewiyan li dijî Kurdan hemleya qirkirin û koçberkirinê pêk anî.

Li gel bidawîhatina Şerê Cîhanê yê Yekemîn re, li herêmên Kurdan, li dijî desthilatdariya Qacarên Îranê, bi pêşengiya serokê Kurd Simko Axa serhildanekê dest pê kir.

Tevî ku Peymana Lozanê Kurdistan kir çar parçe, lê Simko Axa şoreşa xwe berdewam kir heta ku daxwazên dewleteke serbixwe ya Kurdan pêk werin. Serhildanên li dijî desthilata Îranê heta sala 1930'î berdewam kirin. Dewleta Îranê Simko Axa ji bo dan û standinan dixapîne û wî vedixwîne bajarê Şino, kemînê jê re datîne û bi xayintî wî dikuje.

Di dema desthilatdariya Riza Şah de, Kurdan di 22’ê Çileya 1946'an de bi serokatiya Qazî Mihemed Komara Mehabadê ava kir û bajarê Mehabadê wek paytext jê re destnîşan kir. Ev komar di bin zexta rejîma Şah a li ser Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û pê re zexta DYA’yê ya li ser Yekitiya Sovyetê ji bo ku hêzên xwe vekişîne, hate tesfiyekirin. Hikumeta Îranê di Adara 1947'an de, Qazî Mihemed li Meydana Çarçira ya bajarê Mehabadê îdam kir.

Kurd beşdarî şoreşa li dijî Şah bûn û di sala 1979'an de di şoreşa Xumeynî de beşdarî xistina wî bûn. Lê hikumetê mafên Kurdan neda wan, lewra di nîvê Adara 1979'an de li dijî wê serî hildan. Piştî ku Kurdan hin serkeftin bi dest xistin, Murşidê Bilind ê şoreşê Rûhullah Xumeynî li dijî Kurdan "cîhad" îlan kir û bajarên wan bi balafiran bombebaran kirin. Ev serhildan heta dawiya sala 1983'an berdewam kir; heta dema ku hêzên Pasdarên Îranê bi êrişeke mezin êrişî herêmên Kurdan kir, di encamê de bi hezaran Kurd bû qurbanî.

Di sala 1999'an de li çend bajarên Kurdî xwepêşandan dest pê kirin, lê ji aliyê desthilatdarên Îranê ve rastî êrişan hatin. Her wiha di sala 2005'an de jî piştî qetilkirina hejmarek ji çalakvanên Kurd bi destên hêzên ewlehiyê, li çend bajaran xwepêşandanên bi heman rengî pêk hatin.

Bi berdewama zext û zordariya li ser Kurdan, di sala 2004'an de Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê hate damezirandin.

Di Gulana 2015'an de, bi hezaran Kurd daketin kolanên bajarê Mehabadê ji bo protestokirina hewldana efserekî dezgeha îstixbarata Îranê ya destdirêjîkirina li keçeke Kurd ku bû sedem ew keça Kurd xwe ji balkonekê otêlê biavêje da ku jê bireve. Polîsên Îranê bi guleyan bersiva xwepêşandêran da û di encamê de bi dehan kes birîndar bûn û 4 kesên din hatin qetilkirin.

Têkildarî mijarê nivîskar û rojnamevanê ji Misirê Welîd El Remalî nêrîna xwe wiha anî ziman: "Rewşa Îranê modelek e ji bo dewleteke olî ya tundrew ku hemû pêkhateyên xwe, çi Kurd, çi Sunnî, tepeser dike û heta bi jinan jî bi behaneya serpoşê tên tepeserkirin. Ji ber vê yekê me dît jinan ji hemû çîn û temenan, xwendekarên keç ên zanîngehê û yên dibistanan daketin qadan. Her wiha di nava rejîmê de jî hinek bask hene ku dest bi nerazîbuna xwe li hember zilmê nîşan dan, wek hinek endamên parlamantoyê ku çend daxuyanî da û tê de gotin ku divê lihevhatin çêbibin. Lê ew li dinyayekê ne û rejîma meleyan li dinyayek din in. Rejîmê hêzên xwe yên Pasedar bi kar anî û Amerîka û Îsraîl tawanbar kir ku li pişt xwepêşandanan in."

Welîd El Remalî wiha domand: "Ev yek piştrast dike ku rejîm qebûl nake rastiyan nas bike û li ser tepeserkirina gelê Îranê israr dike. Ev yek jî peydakirina çareseriyeke ku vî gelê birîndar razî bike, zehmet dike. Ji ber vê yekê ez bawer im ku xwepêşandan dê berfirehtir bibin, lê heke zext berdewam bikin, dibe ku rojekê ev xwepêşandan rawestin, lê di bin xweliyê de agirek ê ku dê bişewite, wê her bimîne."

KCK JI RAYEDARAN RE ÇARESERIYA HERÎ BAŞ NÎŞAN DIDE, GELO WÊ GUHDAR BIKE?

KCK êrişa Îranê ya li ser gelên azadîxwaz û hêzên Kurdan şermezar kir. Her wiha bang li dewleta Îranê kir ku daxwazên gelên îranî, nemaze yên jinan bi cih bîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavan biavêje.

KCK wiha got: "Divê dewleta Îranê daxwaza azadiyê ya jinan û daxwaza demokrasiyê ya gelên Îranê bibîne, van daxwazan bi cih bîne û ji bo çareserkirina pirsgirêkan gavan biavêje. Daxwazên ku jinên Kurd û Îranî tînin ziman daxwazên demokratîk, rewa û gerdûnî ne. Na ya qebûlkirinê ye ku daxwazên jinan neyên dîtin û bi tundiyê bêne tepisandin. Nêzîkatiya dewleta Îranê ya nenaskirina rastiya jinê, nenaskirina îradeya wê ya azad û hewldana wê ya bi tundiyê tepisandina wê, li dijî mirovahiyê ye û nayê qebûlkirin. Divê dewleta Îranê dest jê berde ku bi mejî û feraseta bi serweriya mêr nêzî jinê û daxwazên azadiyê yên jinê bibe. Dewleta Îranê ku dibêje bi çand û baweriya xwe ya dîrokî nêzîkatiyeke erênî ji bo jinê, civakê û mirovan nîşan dide, bi helwesta xwe ya li hemberî daxwazên azadiyê yên jinan, civakê û gelan, nîşan dide ku ev îdîaya wê nerast e."

KCK wiha domand: "Dewleta Îranê jî, hêzên din jî zanin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd her tim li ber destwerdana hêzên derve ya li Rojhilata Navîn rabûye. Destwerdana hêzên derve ne ji bo xêra gelan e û bi kêrî gelan nayê. Lewma em vê helwesta xwe rast dibînin û dewam dikin. Rêya herî rast û bi bandor a pêşîgirtina li destwerdana hêzên derve ew e ku ji bo bicihanîna daxwazên demokrasî û azadiyê yên civakê gav bêne avêtin."

KCK her wiha diyar kir ku dewleta Îranê li şûna ku ji ber çalakiyên gel Kurdan sûcdar bike, divê li ser mijara çareseriya pirsgirêka Kurd bisekine. Divê pirsgirêka Kurd bê dîtin, bê qebûlkirin û di mijara çareserkirina pirsgirêka Kurd de gav bêne avêtin. Her wiha got: "Pirsgirêka Kurd ne tenê ya Îranê ye, yek ji pirsgirêkên herî esasî yên Rojhilata Navîn e. Nabe ku ev rastî neyê dîtin. Yê ku vê bike jî, wê beriya her tiştî bi xwe zerarê jê bibîne. Lewma êrişên li ser gel û hêzên Kurd bi kêrî dewleta Îranê nayên. Divê dewleta Îranê vê rastiyê bibîne û êrişên li ser gel, jin û rêxistinên Kurdan tavilê bisekinîne."

Der barê bûyer û geşedanan de nivîskar û rojnamevanê ji Misirê Welîd El Remalî wiha got: "Bi baweriya min ev tevgera gel a li Îranê dê berfireh bibe û delîl jî berdewamiya wê ya heta niha û belavbûna wê li gelek bajarên Îranê ye. Zextên ku rejîma Îranê li ser van xwepêşandanan dimeşîne, qetilkirina bi dehan kes û birînarbûna hinek kesên din bûye sedema tolhildana gelê Îranê ji rejîma melayan. Her wiha hebûna neteweyên ku rastî neheqî û zilma civakî hatine, wek Kurd û Suniyên li Ehwazê, derfetek ji bo van neteweyan afirand ku dilgiraniya xwe li hember zilma ku li Îranê heye, diyar bikin."

El Remalî wiha lê zêde kir: "Li gelek derdorên hundirê Îranê hejariyeke berbelav heye ku bû sedema belavbûna gelek rewşên diziyê di nav çînên xizan de. Heta daxuyaniyeke serokê lêkolînên Tehranê jî heye ku tê de gotiye; nîvê kesên ku bi diziyê li Tehranê tên sûcdarkirin, cara yekê ye ku sûc dikin. Ev jî tê wê wateyê ku ji gelê Îranê yê belengaz kesên baş hene, lê ji ber ku çareseriyeke civakî ji dewleta Îranê nedîtine, bûne diz. Ev dewlet li ser kirîna çekan, pêşxistina sîstema nukleerî, ji bo projeyên xwe yên dagirkeriyê yên berfireh û piştgiriya xwe ji tevgerên tundrew li Sûriye, Lubnan, Yemen û Iraqê re, bi milyaran dolar xerc dike. Lê rejîm hizra çareserkirina pirsgirêkên tevahî gelê Îranê yê feqîr nake, tevî ku dewleta wan li ser deryayên petrolê ye."

El Remalî her wiha got: "Ev xwepêşandan wê herî zêde di nav çîna navîn a paşguhkirî de li Îranê belav bibin. Heta ku rejîma Îranê ji xeynî berdewamiya zext û zordariya li ser gelê Îranê çareyekê nebîne, wê xwepêşandan her roj berfireh bibin û bigihêjin bajarên din."

Welîd El Remalî herî dawî tekezî li ser van xalan kir: "Madem pergaleke demokratîk a adil ku mafên gel bide wan û azadiya hemû pêkhateyên bide, tune be, wê ti çareserî li ber çavan neyê dîtin, ji bilî nerazîbûna gel û zordariya rejîmê. Ev tê wê wateyê ku dibe Îran bikeve nav çerxeke xerab ku her kêlî dikare berfireh bibe û gur bibe. Lê belê rejîma Îranê texmîn dike ku dibe xwepêşandan sist bibin, mîna ku di sala 2019'an de di encama zexta polîsan û hêzên Pasdaran ên li ser gel de pêk hat. Lê ev çareserî felaket e û dibe ku bibe sedema têkçûna pergala dewleta Îranê."

(hs)

ANHA