Konferansa Kongra Star a Efrînê bi biryaran bi dawî bû

Konferansa 4ʹemîna Kongra Star a herêma Efrînê bi gelek biryaran  û hilbijartina koordînasyona nû ya kongreyê bi dawî bû.

13 cotmeh, 2022   08:15
ŞEHBA

Konferansa 4ʹemîn a Kongra Star a herêma Efrînê duh bi diruşmeya "Bi rihê Jiyan û Zeyneban em ê destkeftiyên şoreşa jinê biparêzin û bi ser bikevin" û beşdarbûna 300 delegeyî dest pê kir.

Konferans li Hola Mîtan a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê hat lidarxistin. Di konferansê de nirxandinên rêber Abdullah Ocalan hatin xwendin, her wiha rewşa siyasî û rewşa jinê hatin nirxandin û perespektîfên Kongra Star ên der barê rola jinan di rêvebirina civakê û parastina destkeftiyên Şoreşa 19ʹê Tîrmehê hatin xwendin.

Piştre endama Kongra Star Rîhana Elo rapora xebatên du salan ên Kongra Star a herêma Efrînê xwend û sînevîzyonek li ser xebatên kongreyê hat pêşandan. Her wiha plaketên bi wêneya rêber Abdullah Ocalan û şehîdên Kongra Star diyarî beşdaran hatin kirin.

Konferans duh bi gelek biryaran bi dawî bû. Ji wan; ji bo misogeriya azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan asta têkoşînê were belavkirin, dewreyên perwerdeyê ji bo herdu zayendan werin zêdekirin û piştevaniya Komîteya Tenduristiyê ya Kongra Star were kirin.

Piştre, Koordînasyona nû ya Kongra Star a herêma Efrînê hat hilbijartin. Enadmên koordînasyona 7 in. Du ji wan beriya çend rojan di konferansa 4ʹemîn a Meclisa Jinên Azad a Kantona Şehbayê de hatibûn hilbijartin. Bi vê yekê Meclisa Jinên Azad tev li Kongra Star a herêma Efrînê dibe. Endamên Koordînasyonê sond xwarin.

Konferans bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA