Selman Şebîb: Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî, yekitiya nîştimanî çeka herî bi hêz e

Serokê Partiya Sûriye Ewelen (Destpêkê Sûriye) Selman Şebîb têkildarî salvegera sêyemîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Serêkaniyê û Girê Spî destnîşan kir ku ku êriş sûcek li dijî hemû qanûnên navneteweyî ye û îşaret pê kir ku armanca dewleta Tirk Sûriye herêmê derbas dike. Şebîb bang li gelê Sûriyê kir ku li hemberî dagirkiriyê  têkoşînê bidomînin.

Selman Şebîb: Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî, yekitiya nîştimanî çeka herî bi hêz e
10 cotmeh, 2022   04:32
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

9’ê Cotmehê  salvegera 3'yemîn a êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma sînor a ji bajarê Serêkaniyê heta Girê Spî û dagirkirina wan e.

Êrişa dewleta Tirk piştî rojekê ji vekişîna hêzên Amerîkî ji her du herêman pêk hat.

Dewleta Tirk di çarçoveya temamkirina peymanên xwe yên bi Rûsyayê re di bin sîwana lihevkirinên Astanayê de û di nava bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên li dijî gelên herêmê de ev herêm dagir kirin.

Ji dema dagirkirinê ve, li Serêkaniyê û Girê Spî guhertina demgorafîk, bi rêya ferzkirina ziman û pereyên tirkî polîtîkayên tirkirinê têne kirin ku gefan li nasnameya rasteqîn a van her du herêman tên kirin.

Serokê Partiya Sûriye Ewelen (Destpêkê Sûriye) Selman Şebîb têkildarî salvegea êrişan wiha ji ANHA'yê re axivî: "Operasyona artêşa Tirk weke van rojan di sala 2019'an de dest pê kir. Di encamê de du bajarên girîng ên Sûriyê hatin dagirkirin. Li wan herdu bajaran bi sedan gund û navendên niştecihiyê hebûn û bi sed hezaran şêniyên ji pêkhateyên gelê Sûriyê tê de bûn ku piştî rizgarkirina van herêman ji komên terorîst ên DAIŞ û yên din, di nava ewlehî, bihevrebûn û yekitiyeke nîştimanî de dijiyan. Operasyona dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li Girê Spî û Serêkaniyê di çarçoveyeka planeke eşkere û vekirî ya dewleta Tirk ji bo dagirkirina hemû navçeyên sînorî pêk hat ku weke pêngaveke destpêkê ji bo pêkanîna armancên xwe yên bêşerm û xirab li ser xaka Sûriyê ye."

Selman Şebîb axaftina xwe wiha dom kir: "Ya balkêş navê operasyona xwe ya sûcdar ku li dijî qanûn û têkiliyên navneteweyî ye, kir Kaniya Aştiyê. Di encama xeleke sûcên şer û komkujiyan de ku ji aliyê dagirkeriya Tirk û alîgirên wê ve hatin kirin, bi sed hezaran sûrî bi awayekî hovane ji mal û erdên wan hatin derxistin. Ji bombebarankirina sivîlan heya bi kiryarên nemirovane û binpêkirinên weke kuştin, destavêtin, revandin û diziya mal û milkan li wan herêman pêk anîn.  Raporên rêxistinên navneteweyî k hejmareke mezin ji wan tawanan belge kiribûn, Bêguman ev beşeke biçûk ji sûcên şer ên dagirkeriya Tirk li bajarên Girê Spî û Serêkaniyê ye."

Selman Şebîb  da zanîn ku cihê mixabiniyê ye ku ev dagirkerî bi hevkariya hêzên navneteweyî yên li herêmê pêk hat ku dev ji soz û erkên xwe berdan. Şebîb her wiha got: "Di heman demê de ajanên sûrî yên ji rêxistinên terorîst ên çekdar ên ku xwe wek çete xistine xizmeta dewleta Tirk û armancên wê  ku bi temamî li dijî nasnameya wê ya nîştimanî û berjewendiyên gel û welatê Sûriyê ne, bi kar anîn."

SÎNORÊ TIMAKARIYÊN DEWLETA TIRK TUNE NE

Berî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, gelek herêmên Sûriyê weke Cerablus, Bab, Ezaz, Efrîn û gundewarên Idlib, Heleb û Hemayê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin. Hîn jî timakariyên dewleta Tirk ên dagirkirina hin herêmên din ên Sûriyê hene.

Der barê sînorê timakariyên dewleta Tirk de, Şebîb wiha got: "Dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê di çarçoveya pêkanîna planeke eşkere û vekirî ya dewleta Tirk de pêk hat ku her derfet û şert û mercên herêmî û navneteweyî bi kar bîne da ku pêngavekê ber bi pêkanînê wê ve biçe. Guh nade qanûn û yasayên navneteweyî, serweriya welatan û mafên mirovan. Me gelek operasyonên dagirkeriya dewleta Tirk dît ku hemû jî di bin hiceteke derewîn û çîrokeke ku kes pê nayê xapandin pêk hatin. Ew hicet jî ev e ku metirsî li ser ewlekariya neteweyî ya Tirkiyeyê heye."

Şebîb di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Hemû cîhan têdigihêje û şahidiyê dike ku ti metirsî ji axa Sûriyê li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê çênebûye. Ji bilî metirsiya ku dewleta Tirk bi xwe beşdarî çêkirina wê bûye. Êdî dewleta Tirk tehdîda hemû cîranên xwe dike û ev yek bi dagirkirina erdan, gefxwarinê û çêkirina atmosfera şerî, li ser erdê xuya dike. Bêguman aliyên metirsîdar ên dagirkirina Efrînê û herêma wê jî hene, ji ber sembola taybet a mirovî û nîştimanî ya vî bajarê mezin, binpêkirin û kiryarên hovane yên ku tê de hatine kirin û ji ber ku rastiya metirsiyên projeya dewleta Tirk li ser yekitî û serweriya Sûriyê û pêşeroja gelê wê bi hemû pêkhateyên wê ve, eşkere kir."

Siyasetmedarê sûrî Selman Şebîb îşaret bi vê yekê kir ku sînorê timakariyên dewleta Tirk tevahiya Sûriyê dihewîne û herêmên ji Lîbyayê heta Yemenê û Kendavê, ji Yewnanîstanê, Asyaya Navîn û Kafkasyayê derbas dike.

PLANÊN JI BO VEJANDINA ÎMPARATORIYEK MIRÎ

Ji dema ku APK'ê li Tirkiyê hat ser desthilatê, rayedarên partiyê bi serokatiya Erdogan eşkere kirin ku ew dixwazin Peymana Mîsaqî Millî bi cih bînin û bi serbilindî behsa Osmaniya nû kirin.

Di sala 2003'an de, piştî hatina wî ser desthilatê, serokkomarê wê demê yê Tirkiyê, Abdullah Gul, di hevpeyvînekê de ligel rojnameyeke trkî de wiha got: "Xeniqandina Tirkiyê di hundirê Anatolyayê de û girtina wê di vir de nabe, sînorên Tirkiyê yên temam ne sînorên fermî ne, bandor û berjewendiyên Tirkiyê ji sînorên wê derbas dibin."

Dema ji Gul hat pirsîn: Gelo ev Osmaniya nû ye? Wî got: "Hun çawa wesif dikin, bikin. Balkan, Rojhilata Navîn û Asya Navîn deverên ku me ji nêz ve eleqedar dike ne û Tirkiye nikare li Anatolyayê were hepskirin."

Wezîrê Karên Derve yê berê Ahmet Davutoglu jî di 24'ê Mijdara 2009'an de wiha got: "Ji serdema Osmaniyan mîrasek ji me re maye; Dibêjin Osmaniya nû, erê em Osmaniyên nû ne, divê em hem li welatên herêma xwe hem jî li welatên bakurê Afrîkayê xwedî derkevin."

Rayedarên AKP’ê bi van daxuyaniyan peyam û têgehên dîrokî yên weke Mîsaqî Millî didan.

Li ser mijara dayîna hemwelatîbûna Tirkiyê ji bo penaberên Sûriyê, Wezîrê Karê Hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylu di Çileya 2019'an de wiha gotibû: "Ew ji axa sînorên Mîsaqî Millî hatine" ku li gorî wî ev yek sedemek e ku maf dide wan ku bibin Tirk.

Rayedarên dewleta Tirk derfetek nehiştin ku behsa dîroka bav û kalên xwe yên li Sûriyê bikin. Di 8’ê Tebaxa 2011’an de Erdogan ku serokwezîr bû got: "Sûriye ne meseleyek derve ye, lê belê em meseleyeke navxweyî ya Tirkiyê dibînin ."

Erdogan di 15'ê Tîrmeha 2012'an de wiha gotibû: "Sedemên mijûlbûna me ya bi Sûriyê re ji me dipirsin. Bersiv pir hêsan e, ji ber ku welatê me li ser Împaratoriya Osmanî hatiye avakirin. Em neviyên Selçûkiyan, em neviyên Osmaniyan in. Em di dîrokê de neviyên bav û kalên xwe ku têkoşîn kirine ne."

Di 11'ê Çileya 2018'an de jî Erdogan wiha got: "Bakurê Sûriyê di nav sînorên Mîsaqî Millî de bû."

Li ser mijarê Serokê Partiya Sûriye Ewlen ev nirxandin kirin: "Dewleta Tirk ji bo vejandina Împaratoriya Osmanî tenê di çarçoveya planeke de ku ji aliyê daxuyaniyên rayedarên Tirk ve tê eşkerekirin, tev digere. Pêkanînên li ser erdê jî vê yekê nîşan didin. Ev yek tevî hemû peymanên ku Tirkiyeyê îmze kirine ku yekitî û serweriya Sûriyeyê tekez dikin, pêk tên."

Şebîb der barê van mijaran de jî hişyarî da: "Planên Erdogan ên ji bo vejandina împaratoriyek mirî ne tenê ji bo Sûriyê xetere ye. Dewleta Tirk axa Iraqê dagir dike û di nav sînorên wê de bi berdewamî operasyonan dike. Her wiha destwerdanê li çend welatan dike û gefan li welatên din dixwe. Ger ev plan û xeyalên dagirkirinê neyên pûçkirin, dibe ku bibe metirsî li ser aştî û ewlehiya navneteweyî."

SENARYOYEKE MÎNA YA LI ÎSKENDERONÊ

Dagirkeriya Tirk bi kampanyayên niştecihkirinê yên ku li van herêman pêk tîne, li ser guhertina demografiya herêmên Sûriyê yên dagirkirî dixebite. Ev metirsiya dubarekirina senaryoya Îskenderûnê çêdike. Tirkiyê piştî organîzekirina referandomeke şeklî ji bo ku wê tev li xaka xwe bike, Îskenderonê ji axa Sûriyê qut kir.

Şebîb ev li nirxandinên xwe zêde kir: "Dema ku dewleta Tirk Efrîn dagirker kir, ez li ser ekranên televîzyona fermî a Sûriyê bûm û min got ku em bi pirsgirêkeke Îskenderonê ya nû re rû bi rû ne. Her tiştê ku dewleta Tirk ji dagirkirina Efrînê heta îro kiriye, sûcên koçberkirina xelkê, kuştin, revandin, talankirin, guhertina demografîk û hewlên wê yên ji bo guhertina nasnameya vî bajarê kevnar û girêdana hemû qadên jiyana aborî, xizmetguzarî û îdarî yên li wir, niyeta dagirkeriya Tirk îspat dike."

Selman Şebîb îşaret bi vê yekê kir ku ku dibe  dewleta Tirk bûyerên  ku li Ukraynayê qewimîne wek mînak bibîne û heman senaryoyê dubare bike û got: "Bi taybetî ku ew ya yekem e van senaryoyên bi vî rengî yên xapînok qebûl dike. Weke ku çawa di dagirkirina Îskenderonê de qewimî. Dewlet Tirk, Sûriyê ji xwe re wek dergehê pêkanîna hemû timakariyên xwe û dergehê bi cihanîna xewna Erdogan ê dîn a ji nû ve zindîkirina Împeratoriya Osmanî dibîne."

YEKITIYA NÎŞTIMANÎ ÇEKA HERÎ BI HÊZ E

Siyasetmedarê sûrî Selman Şebîb her wiha ev peyam jî da niştecihên herêmên dagirkirî û got: "Di salvegera vê roja bi êş de ku hemû gelê Sûriyê eleqedar dike û bi çarenûs û pêşeroja wan ve girêdayî ye, ez ​​ji xelk û şêniyên van her du bajarên hêja û berxwedêr daxwaz dikim ku li hember dagirkerî û amûrên wê têkoşîna xwe bidomînin û piştrast bin ku dagirkerî çiqasî dirêj bibe jî dawiya wê hilweşîn û wêranbûna wê ye. Ew bi sekna xwe û girêdana bi mafê xwe û axa xwe re, stûnên herî girîng ji bo vê datînin. Ev erkê hemû sûriyan e, erkê wan yê nîştimanî, exlaqî û mirovî ye û divê asta xetereyên li ser xwek nas bikin û ji bo rizgarkirina xaka me ji dagirkeran kar bikin.

Çeka me ya herî xurt yekitiya me ya nîştimanî ye. Her tim em berê xwe bidin diyalogên ku ji hesabên nîştimanî yên berfireh dertên. Divê em hay ji xwe hebin û bizanibin ku welat û hêzên herêmî û navneteweyî ne komeleyên xêrxwaziyê ne û li gorî berjewendiyên xwe kar dikin. Divê em bizanibin ku ajantî û xiyanet ne nêrînek e. Dagirkerî her dem bi ajanan re wekî amûrên erzan tevdigere û dema hewcedariya wê bi wan namîne, wan davêje."

Siyasetmedarê sûrî Selman Şebîb herî dawiyê wiha got: "Yekitiya me garantiya bidawîkirina her cure dagirkerî ye ku ya herî xetere jî dagirkeriya dewleta Tirk e, ji ber ku ew projeyeke mêtîngeriyê ye. Divê em li hemberî  hemû metirsî û zehmetiyan bisekinin. Divê yekitiya xaka xwe û serdestiya welatê xwe vegerînin û pêşeroja xwe ava bikin. Her wiha divê em projeyeke nîştimanî li ser bingeha hemwelatî, demokrasî, azadî û edaletê saz bikin."

(hs)

ANHA