​​​​​​​Komîteya Azadiya Serok li Minbicê panelek li dar xist

​​​​​​​Komîteya Azadiya Serok îro li Minbic û gundewarên wê, panelek li ser komployê navneteweyî li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye, li dar xist.

​​​​​​​Komîteya Azadiya Serok li Minbicê panelek li dar xist
9 cotmeh, 2022   15:38
MINBIC

Endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî tev li panela ku li hola navenda Çand û Hunerê ya Minbicê hatiye lidarxistin, bûn.

/ar/uploads/files/2022/10/09/143712_hyfdar-mslm.webp

Hevseroka Akademiya Civaka Demokratîk a Minbic û gundewarên wê Hêvîdar Muslim axivî û diyar kir ku ne tenê dewleta Tirk, lê belê tevahî dewlet bi taybet Amerîka û Îsraîl tev li komploya ku li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye, bûn. Her wiha armanc jê ew e ku projeya neteweya demokratîk ku xizmetî tevahî cîhanê bi taybet Rojhilata Navîn dike, têk bibin û Rojhilata Navîn dagir bikin.

Hêvîdar Muslim destnîşan kir ku rêber Ocalan li ber du rêyan bû yek biçe çiyayên Qendîl a din jî dewletên Ewropayê bû û wiha domand: “Lê rêber Ocalan çûna ber bi deweltên Ewropayê ve pejiran bi armanca ku doza xwe çareser bike, lê ji wê derê hat dîlgirtin.”

/ar/uploads/files/2022/10/09/143727_mnbj..-ndwh-an-almuamrh-aldwlyh-ala-alqaed-abd-allh-awjlan-e280ab28129e280ac-e280abe280ac.webp

Hêvîdar Muslim anî ziman ku rêber Ocalan digot ew qurbanê berjewendiyên dewletên Ewropaytê yên ku dev ji wijdanê xwe berda û berjewendiya xwe da pêş, bû.

 Hêvîda Muslim di dawiya axaftina xwe de got: “Derketin rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyê gelek hevsengî li cîhanê bi taybet li herêmên Kurdî guhartin. Her wiiha di encama wê de bi hezaran şênî derketin xwepêşandanê û komploya li dijî rêber şermezar kir.”

(dm)

ANHA