`Sûcên dagirkeriya Tirk beşek ji siyaseta wê ya hundirîn e`

Komcivîna salane ya yekem bo qurbaniyên li bakurê Sûriyê destnîşan kir ku sûcên li herêmên dagirkirî rû didin beşek ji siyaseta hundirîn a dewleta Tirk a dagirker e ku Ragihandina Mafên Mirovan a Cîhanê û lihevkirinên navneteweyî yên parastina gelên resen binpê dike.

`Sûcên dagirkeriya Tirk beşek ji siyaseta wê ya hundirîn e`
9 cotmeh, 2022   15:31
 QAMIŞLO

Vê sibê hemwextî salvegera sêyemîn a êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêma Serêkaniyê û Girê Spî yên dagirkirî, Komeleya “Hevdestî” ya qurbaniyan bi hevkariya rêxistina “Sûriyayiyên ji bo Rasteqînî û Dadmendiyê” Komcivîna Salane ya Yekem bo Qurbaniyên li Bakurê Sûriyê, li dar xist.

Piştî pêşandana sînevizyonekê têkildarî sînordarkirina jiyana hevbeş, aştî li Serêkaniyê û Girê Spî, mijarên komcivînê ya yekemîn bi navnîşan “rewşa mafên mirovan li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî” ku ji aliyê hiqûqnas û berpirsê têkiliyan a Komîteya Koçberên Serêkaniyê Ciwan Îso, hiqûqnasa ji Efrînê û lêkolînera rêxistina Pêl a projeya sûcên mafên semiyanê li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî Sewsen Reşîd, hevserokê Nivîsgeha Kar û Barên Penaberan û Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed û nivîskar û parêzer Şoreş Derwîş ve hat birêvebirin. Mijara duyemîn jî bi navnîşan “mekanîzmeyên dadmendiyê yên heyî li ser asta xwecih û navneteweyî” ku ji aliyê perwerdekarê navneteweyî yê qada piştevaniyê Ebdulsemî Ebdullah, dadgerê berê û şêwirmendê qanûnî Riyad Elî ve hat birêvebirin.

SÛCÊN LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ PÊK TÊN BEŞEK JI SIYASETA DAGIRKERIYA TIRK E

Ciwan Îso diyar kir ku sûcên li herêmên dagirkirî rû didin ji siyaseta dewleta Tirk a dagirker ne dûr in ku nirx û pîvanên mafên mirovan binpê dike û got: “Siyaseta wê, siyaseta şer e. Ji ber wê rewşa mafên mirovan li herêmên dagirkirî, beşek ji siyaseta wê ye.”

SÛCÊN HOVANE LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ RÛ DIDIN

Îso diyar kir ku bi dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî re hejmara bûyerên revandinê li bajarên Tirkiyê yên ser sînor zêde bûn û ev agahî parve kirin: “Heta niha zêdetirî 400 hezar bûyerên revandinê pêk hatine, ji sedî 80`ê wan koçberên sûrî ne.”

Îso daxuyand ku li gel van sûcên hovane dewleta Tirk, demografiya herêmên dagirkirî diguhere nexasim gundên kurdî yên xwedî dîrok û ew veguherandin baregehên leşkerî.

Her wiha Îso balkişand ser qutkirina avê li ser şêniyên Hesekê û got: “Dewleta Tirk bi rêya avê jî şerê herêmê dike.”

REWŞA KAMPAN

Sewsen Reşîd jî behsa rewşa kampan kir û got: “Li gorî qanûna navneteweyî divê koçberên ji ber şer ji warên xwe koçber bûne, bê şert vegerin malên xwe. Kampên li herêmê nayên naskirin. Rejîma Sûriyê nahêle rêxistinên navneteweyî derbasî kampan bibin bi hiceta ku ne rewa ne. Tevî ku pêdiviyên jiyanê lê peyda nabin û jiyana li wir bi zivistan û havînê re dijwartir dibe.”

Şêxmûs Ehmed têkildarî mijarê wiha got: “Dewleta Tirk ji dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê armanc dike, demografiya wê biguhere, şêniyên resen koçber bike û komên xwe yên çekdar li şûna wan bicih bike. Dema pêwîst bûn ji bo ajande û armancên xwe pêk bîne, wan bi kar bîne mîna ku li Sûriyê, Îraq, Lîbya û Qeremoxê kiriye.”

DANEYÊN KAMPAN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Li gorî daneyên ku Ehmed eşkere kiriye, li kampa Weşûkanî ya li herêma Cizîrê 2 hezar û 355 malbat hene di nav de 8 hezar û 821 zarok hene.

Li kampa Serêkaniyê jî 2 hezar û 516 malbat hene di nav de 7 hezar û 636 zarok hene.

Li kampa Newroz jî hezar û 123 malbat hene di nav de 3 hezar û 613 zarok hene.

Li kampa Girê Spî ya li Reqayê jî hezar û 259 malbat hene.

Li kampa Serdemê ya li kantona Şehbayê 775 malbat hene.

Li kampa Berxwedan 696 malbat hene,

Li kampa Şehbayê jî 109 malbat hene.

Li kampa Efrînê 106 malbat hene.

Li kampa Veger 100 malbat hene. 

Şêxmûs Ehmed di dawiyê de teqezî bi dabînkirina vegereke ewle ya şêniyên resen, darizandina dagirkeriyê û hevkarên wê li dadgehên xwecih û navneteweyî, vekirina deriyê sînor ê Til Koçerê û derbaskirina alîkariyan bo herêmê û kampan, kir.

SIYASETA TIRKKIRINÊ

Şoreş Derwîş balkişand ser siyasetên tirkkirinê ku li herêmên dagirkirî rû didin û got: “Divê li ser asta qanûnî kar û xebat bê meşandin da ku sûcên dewleta Tirk a dagirker werin eşkerekirin. Divê em girîngiyê bidin rewşa xizmetguzarî ya kampan da ku nebin bajar û tenê kamp bimînin heta ku koçber vegerin warên xwe yên resen.”

QURBANÎ EW BI XWE ALÎGIRÊN DOZÊN XWE NE

Di destpêka mijarê de perwerdekarê navneteweyî yê qada piştevaniyê Ebdulsemî Ebdullah wiha axivî: “Qurbanî ew bi xwe alîgirên doza xwe ne, kes ji bilî yê ku zehmetî kişandiya nikare wê zehmetiyê bîne ziman, ji ber wê jî ew herî zêde dikarin delîl û hestên xwe têkildarî dozên xwe pêşkêş bikin. Ev jî dê wêneyê zelaltir bike.”

DEWLETA KU DESTWERDANA DEWLETEKE DIN BIKE DAGIRKER E

Dadgerê berê û şêwirmandê qanûnî Riyad Elî yê ku bi rêya Zoomê tev li komcivînê bû wiha axivî: “Beşa 69’an a rapora komîteya taqîkirina navneteweyî ya serbixwe ya têkildarî Sûriyê di 2019’an de, îşaret pê kir ku dewleta Tirk a dagirker çavdêriya aliyên qanûnî, rêveberî dike û piştgiriya madî ji meclisên xwecih re pêşkêş dike. Bi vê yekê bi awayekî ne rasterast dagirkeriya Tirk a li ser xaka Sûriyê rewa kir.”

Komîteyê, di 2022`yan de, diyar kir ku kiryarên Tirkiyê û çeteyên wê li Sûriyê sûcên şer in.

Di dawiyê de beşdarên komcivînê, mijarên wê nîqaş kirin û teqezî bi pêwîstiya piştgiriya Rêveberiya Xweser kir da ku destketê bide koçberan. Her wiha destnîşan kirin ku divê dagirkeriya Tirk a li ser herêmê bi dawî bibe û vegera ewle ya koçberan li warên xwe were dabînkirin.

ANHA