Banga malbatên şehîdan ji gelê Başûr re: Li hember îxaneta PDK’ê serî hildin

Malbatên şehîdan bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember PDK’ê û îxaneta wê serî hilde û got ev partî bûye alava pêkanîna planên dewleta Tirk a dagirker.

Banga malbatên şehîdan ji gelê Başûr re: Li hember îxaneta PDK’ê serî hildin
5 cotmeh, 2022   01:55
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Dîroka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) tijî kiryar û helwest in ku bi şêwe û rêbazên cuda beşdarbûna wê bi dewleta Tirk a dagirker re di êrişên qirkirinê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de li Başûrê Kurdistanê nîşan dide.

Ev partî îxaneta xwe ya li dijî Kurdan didomîne. Ji nîvê Nîsana par ve bi artêşa Tirk a dagirker re beşdarî êrişên wê yên domdar dibe. Piştî belavbûna hin dîmenên ku avakirina baregehên leşkerî li herêmê ji aliyê artêşa Tirk ve di bin ala PDK'ê de nîşan didin, ev îxanet bi awayekî mezintir eşkere bû.

Di 5’ê Îlonê de tîmeke HPG’ê ku ji 5 gerîlayan pêk dihat, hemwextî êrişa bejahî ya hêzên PDK'ê û êrişa balafirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker hat. Di encama êrişê de 3 gerîla şehîd bûn û 2 jî bi birîndarî ji aliyê PDK'ê ve hatin girtin.

Beriya vê êrişê, di 27’ê Tebaxê de, çekdarên PDK’ê ji bo ku artêşa dagirker bigihêje herêmên Hêzên Parastina Gel, di navbera girên Hekkarî û Amediyê yên li rojavayê herêma Zapê de rêyek çêkir.

Çekdarên PDK'ê di mehên Tîrmeh û Tebaxa 2021'ê de, ji 2 tîmên gerla re li devera Xelîfan û li nêzîkî çemê Zê kemîn danîbûn û di encamê de 9 gerîla şehîd bûbûn.

PDK liv û tevgera MÎT’a dewleta Tirk li Başûr hêsan dike, armanca wan hedefgirtina pêşeng û alîgirên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye. Ya herî dawî jî sûîqastkirina nivîskar, dîroknas û endamê Meclisa Giştî ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê Suheyl Xorşîd bi navê "Mamoste Şemal" bû. Suheyl Xorşîd bi êrişeke çekdarî li ber deriyê mala xwe li navçeya Kelar a Silêmaniyê hate hedefgirtin.

Di aliyê siyasî de jî PDK bi rêya daxuyaniyên rayedarên xwe, rewakirina êrişên dewleta Tirk yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne. Her wiha bi rêya desthilatdariya xwe belgekirina hemû binpêkirin û sûcên dewleta dagirker asteng dike. Herî dawî jî astengkirina komîteyeke ewropî ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve li Başûr tê kirin.

Malbatên şehîdan ên ji Rojava van kiryar û helwestên ku PDK'ê wek xiyaneta li gelê Kurd û HPG’ê bi nav dikin. HPG'ê wek hêza parastina gelê Kurdistanê ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker ku li dijî wan pêk tîne, tê naskirin.

Necah Hewas xwişka şehîd Mahir û şehîd Malik Hewas, beşdarbûna PDK'ê di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şermezar kir. Necah Hewas nerazîbûn nîşan da û xiyaneta berdewam red kir. Her wiha got yên PDK'ê îxanetê li wan dike, parêzvanên azadî û mafên gelên bindest in.

Necah Hewas axaftina xwe wiha domand: "Çawa dikarin qebûl bikin ku dagirkeriya Tirk êrişî birayên wan ên Kurd bike. PDK’ê heta kengî wê xiyaneta xwe ya li dijî gelê Kurd bidomîne?"

Têkildarî astengkirina PDK’ê ya komîteya ewropî di 27’ê Îlona derbasbûyî de ji bû çûna gundê Hiror ê navçeya Kanî Masî ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de, Necah Hewas wiha got: "Bê guman destê PDK'ê di van êrişan de hebû, ev komployeke li dijî gerîlayan."

'EGER NE JI PDK'Ê BÛYA DAGIRKERIYA TIRK BI TENA SERÊ XWE NEDIWÊRÎ ÊRIŞ BIKIRA'

Birayê şehîd Ferhad Fatmê, Îsmet Mecîd Fatmê jî diyar kir ku dîroka PDK'ê tijî xiyanet e û destê wan di şehîdkirina bi hezaran gelê Kurd de heye. Îsmet Fatimê axaftina xwe wiha domand: "Ev îxanet di xwîna wan de diherike, di serî de jî mala  Barzanî, ew îtîrafê bi Kurdan nakin û hevkarên dewleta Tirk a dagirker in."

Îsmet Fatimê da zanîn ku êrişên dewleta Tirk bi beşdariya PDK'ê pêk tên û çekdarên wê rê li ber êrişên domdar vedikin. Îsmet Fatimê wiha pê de çû: "Ew rê li ber dagirkeriya Tirk vedikin da ku êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê û gerîla bike. Dagirkerî bi tena serê xwe newêre êriş bike, lê çi dibe bila bibe ew ê nikarin îrade û îsrara parêzvanên çar parçeyên Kurdistanê têk bibin."

Îsmet Fatimê bang li PDK’ê kir ku îxaneta li Kurdan rawestîne û li kêleka gerîlayên HPG’ê bisekine, refên Kurdan li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bikin yek û mafên gelê Kurd bidest bixin. Divê gelê Başûr li hemberî siyaseta vê partiyê rabin ser piyan."

'DIVÊ GELÊ BAŞÛR LI HEMBERÎ ÎXANETA PDK'Ê RABE SER PÊYAN'

Ji aliyê xwe ve xwişka şehîd Eymen Îbrahîm, Îman Îbrahîm beşdarbûn û piştgiriya PDK'ê ya ji dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û nêrîna xwe wiha anî ziman: " PDK îxanetê li gelê Kurd dike û qurbaniyên Kurd ên êrişên dewleta Tirk paşguh dike."

Îman Îbrahîm tekez kir ku eger çekdarên PDK'ê cihên HPG'ê nîşan nedabûna, wê dewleta Tirk a dagirker nikarîbûya bigihêje wan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Eger ne ji agahiyên bi rêya PDK'ê, kordînatên deverê û ne ji çêkirina rêyan bo wan nuqteyan bûya, wê dagirkeriya Tirk cihên HPG’ê nizanîbûya."

Îman Îbrahîm her wiha bang li gelê Başûr kir ku li hemberî xiyaneta PDK'ê rabin ser piyan û kiryarên wê yên ku zirarê didin tevahiya gelên Kurdistanê eşkere û şermezar bikin.

(hs)

ANHA