​​​​​​​Nîşaneyên tevgerên dawî yên Îranê yên li Sûriyê çi ne?

Hêzên alîgirên Îranê tevgera xwe li Sûriyê zêde kir ku berê hebûna xwe li gelek herêmên Sûriyê veşartibû, niha careke din li bajarê Meyadîn ê Dêrazorê derdikeve. Nîşane û armancên van tevgeran çi ne?

​​​​​​​Nîşaneyên tevgerên dawî yên Îranê yên li Sûriyê çi ne?
4 cotmeh, 2022   23:32
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

Di rojên borî de li herêmên Sûriyê yên ku hêzên alîgirên Îranê lê hene tevgereke zêde heye.

26ʹê Îlona borî, Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) diyar kir tevgereke zêde ya komên alîgirên Îranê û fermandarên wan li paytexa Pasdarên Îranê (bajarê Meyadîn) heye ku piştî derdora 10 rojan ji tirsa derbeyên Koalîsyona Navneteweyî bê tevgerên bû û maşîneyên xwe veşartibûn.

Li gorî SOHR, komên alîgirên Îranê di 29ʹê Îlonê de perwerdeyên leşkerî li kampên leşkerî yên Pasdarên Îranê yên li herêma Mezraya El Heyderiyê, Mezareya Elî, Mezraya Îsa yên li bajarê Meyadîn ê rojhilatê Dêrazorê pêk anîn. Her wiha diyar kir ku derdora 100 endamên komên alîgirên Îranê yên Foca Seyida Zeyneb, Foca Hêzên Taybet û Foca 47ʹan tev li perwerdeyê bûn û fermandarê koman ê ji Lubnanê hat û di dema perwerdeyê de tevgera zêde ya balafirên nenas li asîmanê herêmê hebû.

Di 30ʹyê heman mehê de, SOHR diyar kir ku komên alîgirên Îranê hin baregehên xwe yên li bajarê Meyadîn vala kirin. Endamên Lîwaya "Fatimiyûn" a afganî baregeha xwe ya li kolana Erbiîn a Meydanê vala kir û cûn cihekî ku nayê naskirin. Her wiha 7 otobîsên komên 17 û 18 yên girêdayî hêzên hikumeta Şamê gihiştin Meyadîn û endamên wan li bejahî û bajarê El Bûkmalê belav bûn.

Li gorî raporên ku di 3ʹyê Cotmehê de hatibûn parvekirin, Pasdarên Îranê derdora 100 leşkerên ji nasnameyên biyanî ku li El Bûkmal bûn ber bi Iraqê ve hatin birêkirin.

SOHR ragihand ku komên alîgirên Îranê yên li herêma Tedmûr a nêzî baregeha Tenefê cihên xwe diguherin ji tirsa ku werin hedefkirin û sewqiyatên leşkerî ji gundewarên bakur ê Humisê anîn. Sewqiyat ji derdora 120 leşkerî, tevî erebeyên leşkerî pêk dihat û ber bi balafirgeha leşkerî ya T4 û derdora  Humisê ve çûn.

TEVGERÊN TAKTÎKÎ

Der barê mijarê de lêkolîner û pisporê kar û barên Îranê Hanî Silêman ji ANHAʹyê re axivî û got ku tevgera zêde ya vê dawiyê ya komên alîgirên Îranê piştrast dike ku niyeta wê ya vekişîna ji xaka Sûriyê tune ye, vekişîna ji nişkê ve taktîkî bû, ji bo hin armancên ewlehî û parastina van milîs û koman bû, lê fikra vekişandin an jî kêmkirina  hejmaran an vekişîneke plankirî ji xaka Sûriyê nîşan nade.

Hanî Silêman got: "Îran hêza xwe venakişîne. Bi guhertina rewşa demografîk û berfirehkirina bandor û kontrolê re, dixwaze zêdetir di milîsan de îstîsmarê bike. Ev yek jî ji bo armancên aborî dest pê dike ku pêwîstiya lêgerîna gaz û petrolê û hebûna komên bi vî rengî yên ser bi Îranê re wekî garantiya pêkanîna armancên wê yên cur bi cur, çi siyasî, çi ewlehî û çi aborî dibîne. Di encamê de piştî ev hemû destkeftiyên ku di demên dawî de bi dest xistine wê derfetê ji dest nede. Ez dibînim ku ev vegera wê ya hêdî, piştî dilrihetiya wê û pêkanîna armancan pêk hatin ku bi rêya derbaskirina hin xalan bi dest xistime, dibe ku hayê îstîxbarata wê jê vê yekê nîne, lê derfeteke li ser hesabê Îsraîlê qezenc kir, ku ji nû ve belav bû û hewaya xêzkirina stratejiyeke nû ji bo belavbûnê amade kir."

MEYADÎN NAVENDEKE GIRÎNG JI BO ÎRANÊ YE

Der barê girîngiya bajarê Meyadînê de, Silêman ev tişt got: "Bajarê Meyadîn ji bo Îranê girîng e. Ji ber navendeke girîng di guhertina demografî de ye tê hedefkirin. Îran bi rêya rûspî û simsaran ku wan wekî nixumandinekê bi kar tînin milkan ji sivîlan dikirin. Ev bajar ji bo Îranê rêya derbasbûn û têkiliyên di navbera Bexda û Şam û hevalbendên wan de ye. Heman demê bajarekî navendî li Dêrazorê ye û bajarekî sereke ji bo tevgera Pasdaran û komên wê ye. Ji ber vê yekê kontrolkirina vê bajarî rêyeke ewle der barê destpêkirina operasyon û guhertina demgorafîk û kontrokirina nasnameya herêmê de çêdike, her wiha deriyekî taybet di navbera El Bûkmal û Qaîm de ye. Lew ra ev bajar ji bo Îranê xwedî girîngiyeke ewlehî, stratejîk, siyasî û aborî ye."

RÛSYA DESTÛRÊ DIDE ÎRANÊ

Rxmî ku pergala parastina hewayî ya Rûsya li Sûriyê heye, lê di salên dawî de DYA, Koalîsyona Navneteweyî û Îsraîlê êrişên xwe li dijî nuqteyên Îranê yên li seranserî Sûriyê zêde kirin,

Di sala 2017ʹan de, Îsraîl û Rûsyayê peymanek li ser dûrxistina hêzên Îranê û hevalbendên bi 40 km ji sînorê başûrê Sûriyê ku Îsraîl lê ye, îmze kir. Ji sala 2018ʹan ve Rûsya û Îsraîlê bi mekanîzmaya “xeta germ” operasyonê dikin, ji bo ku di navbera wan de şer çênebe.

Pispor û çavdêr dibêjin ku Rûsya sûd ji zextên Îsraîlê yên li ser Îranê girt da ku tevgerên wê li Sûriyê kontrol bike. Lê ji destpêka îsal ve derbeyên Îsraîlê bi awayekî ber bi çav zêde bûn, gihişt asta ku di raporên Îsraîlê de behsa gefxwarinên li serokê hikumeta Şamê Beşar El Esed werin kirin. Ev rewş Rûsya xist nav fikaran.

Her wiha pisporan diyar kir ku zextên Rûsya yên li ser Îranê li Sûriyê bi zêdebûna nakokiyên bi rojava re der barê Ukraynayê de kêm bûn, nemaze ku Îsraîlê li dijî tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê ye.

Girêdayî vê yekê pisporê kar û barên Îranê got: "Tevî nakokiyên dijwar jî, lê bi teqez hertim diyalog û hevsengiyên siyasî têkildarî hin dewletan, di nav de Rûsyayê hene. Lê gelek nîşane hene diyar dikin ku nakokiyên rûsî-îranê û nerazîbûnên Rûsya ji tevgerên Îranê hene. Ev yek di demên derbasbûyî de di gelek helwestan de xuya bûn, lê Rûya hewl da mijara zêdegavî û derbaskirina demgorafî û kontrola Îranê ya li gelek herêman rawestîne û Îran di vê mijarê de sînordar bike. Lê di dawiyê de qadeke mezin a hevbeş di navbera Rûsya û Îranê û hebûna wan a li hemberî Dewletaên Yekûbyî yên Amerîkayê û qada hevbeş a destekdayînê û rolên cûr bi cûr hene. Berjewendiyên hemû dewletan di hundirê Sûriyê de hene. Lê di dawiy de Rûsya ji tevegera Îranê ne razî ye û hewl da rola wê lawaz bike an jî dem dem zextê li ser wê bike. Ez dibînin ku asta vê zextê hinekî hat guhertin û nerm bû. Ji ber vê nermbûnê Îran careke din tevgera xwe zêde kir û behsa lêgerîna gaz û petrolê û jinûve belavkirina milîsan tê kirin.

Li gorî min ev hemû ji şerê Rûsya- Ukraynayê nayê qutkirin. Dibe ku Rûsyayê bi rûbirbûna bi Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ve mijûl e û naxwaze nakokiyekê bi Îranê ava bike, ji ber ku di nakokiyên xwe yên bi Amerîka û Îsraîlê re xwe dispêre Îranê û nehişt ku peymaneke nûkleerî pêk bîne. Her wiha hewl da zextê li Ewropayê bike, nemaze ku em li pêşberî demsala zivistanî û mijara enerjiyê ne, ruxmî ku Îranê xwe wekî alternatîfa aliyên ewropî nîşan dida ku der barê firotina petrol an gazê de destkeftiyên aborî bi dest bixîne. Lê di dawiyê de Rûsya hewl dide vê mijarê di bin kontrolê de bihêle û xwe wekî wesiyekî li ser Îranê dibîne. Ji ber vê yekê di vê demê de Îranê ji bo berjewendiyên xwe disekinîn da ku wê ji dest nede."

ZEXTÊN DIJBER Û NAME

Ev pêşketin hemwextî diyalogên Îran û Amerîkayê der barê nûjenkirina peymana nukleerî de rû didin ji ber ku geşbîniya li ser pêkanîna peymanê kêm bûye ku Israîl bi tundî dijberiya wê dike.

Li ser girêdana van pêşketinan bi diyalogên Îran – DYAʹê re Hanî Silêman ev li axaftina xwe zêde kir: "Bê guman têkiliyên diyalogên peymana nukleerî û tevgerên Îranê yên di hundirê Sûriyê de hene. Ez di wê baweriyê de me ku li gel astengkirina diyalogan û zextên dijber Îran hewl dide li ser hin xetan bi pêş ve here. Di nav de xeta paralel di navbera xurtkirina tedbîrên derketina ji peymana nukleerî heye ku dibe ev yek rêya zêdekirina rêjeya hilbirandina ûranyomê an jî bikaranîna cîhaza centrifuges be, li aliyekî din jî li hin herêmên hegemoniya xwe çalak e, nemaze herêmên ku ji bo DYAʹyê zext in, bi taybet ku rol û hêza Washington li rojhilatê Sûriyê heye. Îran bi zêdekirina hebûna xwe û milîsên xwe hewl dide zextê bike û heta ku zextê li ser berjewendiyên Amerîkayê bike tevdigere, lê ev têrê nake, belkî armanca wê ew e ku zextê li ser aliyê Îsraîlê bike, ku dengê wê bi awayekî mezin li Washingtonê vedide û aliyên amerîkî dixe nava fikar û zexteke mezin dike. Di encamê de Îran bi vê tevgerê vê peyamê dide ku dibêje;  em (Îran)  dikarin  tev bigerin, bandor bin û gefan bixwin û em ne li benda peymana nukleerî ne, em serbest in û dikarin kar bikin û belav bibin. Lê Îran di dawiyê de dixwaze hin zêdetir qezenciyan bi dest bixîne ku wekî kaxezeke girîng a diyalogan li hemberî van dewletan bi kar bîne."

ANHA