​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-10-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-10-2022`YAN
4 cotmeh, 2022   23:00

 Meclisên malbatên şehîdan ên navçeyên Dêrik, Çilaxa û bajarê Qamişlo daxuyaniyan têkildarî kuştina çalakvan û akademisyen Nagîhan Akarsel didin saet di 10:00`an de, Her wiha jinên li Hesekê di heman çarçoveyê de daxuyaniyek dide saet di 11:00`an de. Girêdayî heman mijarê şêniyên navçeya Tirbespiyê xwepêşandan dikin saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Ciwan û Werzîşê bi dirûşma Bi hestên tolhildanê komployê bişikîne û tecrîdê bi dawî bike, panelek li hola Zana ya Qamişlo li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Jinên Ciwan a Hesekê, ji bo nasandina komploya navneteweyî ya li ser rêber Abdullah Ocalan û analîzekirina komployê civînekê ji jinên ciwan ên bajêr re lidar dixe saet di 11:00`an de(BI WÊNE Û DÎMEN).

Yekitiya Mamosteyan a herêma Cizîrê, bi boneya roja mamosteyan a cîhanê, şahiyek bi dirûşma Sekna rêzdariyê ji bo çêkerên nifşan li parka Drîm Land a Qamişlo li dar dixe saet di 10:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Di malbata Gulo ya welatparêz de ku di oxira têkoşîna azadiyê de 15 şehîd dane, zarokeke din ji dayik bû û navê ‘Jîna’ lê kirin. Malbata Gulo dibêje "Jîna Emînî pêşenga serhildana Rojhilatê Kurdistanê ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên gundên li ser sînor ên Minbicê bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, ji bo parastina ji êrişên dewleta Tirk a dagirker, dest bi kolandina tunelan kir. Şêniyan da zanîn ku ew amade ne li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî her êrişekê têk bibin(BI WÊNE Û DÎMEN).

Malbatên şehîdan bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember PDK’ê û îxaneta wê serî hilde û got ev partî bûye alava pêkanîna planên dewleta Tirk a dagirker. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hêzên alîgirên Îranê tevgera xwe li Sûriyê zêde kir ku berê hebûna xwe li gelek herêmên Sûriyê veşartibû, niha careke din li bajarê Meyadîn ê Dêrazorê derdikeve. Nîşane û armancên van tevgeran çi ne? (BI WÊNE)

Siyasetmedarên ji Tebqayê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe civaka herêmê dike hedef û nakokiyan di navbera pêkhateyan de derxe. Siyasetmedaran got "Hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê hemû planên dewleta Tirk ku hewl dide projeya Rêveberiya Xweser têk bibe, ji nav bibe." (BI WÊNE Û DÎMEN)

JIN

Di salvegera 8’emîn a şehadeta Arîn Mîrkan de, berdevka YPJ’ê, Rûksen Mihemed diyar kir ku operasyona şehîd Arîn rê li ber têkoşîna li ser bingeha îdeolojiya azadiya jinê, ya li hember pergalên hemdem, vekir û bû nimûneyek ku hemû jin jê hêz û îradeya xwe werdigirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

Tevî nakokiyên her du hikumetan li ser desthilatê, tê gotin ku niyetên avakirina hikumeteke nû li Lîbyayê hene. Hemwextî wê nûnerekê nû yê Neteweyên Yekbûyî li Lîbyayê hat erkdarkirin. Gelo rewşa dawî ya Lîbyayê çi ye? (BI WÊNE)

ANHA