Şêniyên Minbicê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de tedbîrên xwe zêde dikin

Şêniyên gundên li ser sînor ên Minbicê bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, ji bo xweparastina ji êrişên dewleta Tirk a dagirker, dest bi kolandina tunelan kir. Şêniyan da zanîn ku ew amade ne li ser bingehê şerê gel ê şoreşgerî her êrişekê têk bibin.

Şêniyên Minbicê di çarçoveya şerê gel ê şoreşgerî de tedbîrên xwe zêde dikin
5 cotmeh, 2022   03:18
MINBIC – ŞÊRÎN SERXAN

Dewleta Tirk a dagirker ji bo valakirina herêmê ji şêniyên wê û berfirehkirina dagirkeriya xwe li herêmê, êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.  

Çend roj berê serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan gefên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî herêma Minbicê û navçeya Til Rifetê dubare kiribûn.

Li hember gefên berdewam ên dewleta Tirk, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6'ê Tîrmehê de, rewşa awarte ragihandibû. Bi ragihandina rewşa awarte re gelê herêmê dest bi amadekariyên berxwedana li hember planên dewleta Tirk a dagirker kir.

Têkildarî mijarê welatiyê ji gundê El Dendeniyê yê Minbicê Tamir El Tamir wiha got: "Em bi berdewamî rastî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker tên ku hewan û topan bi kar tîne. Meha derbasbûyî çend top bi qasî 50 metreyî nêzî mala min ketin. Ev yek bû sedema birîna darên zeytûnan ku her yek ji wan 40 salî ye."

 El Tamir axaftina xwe wiha dom kir: "Haya me ji şerê taybet ê dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên me heye. Tevî îmkanên me yên kêm jî, lê em tedbîran digirin da ku em bikarin li hember êrişên AKP'ê û çeteyên wê li ber xwe bidin."

El Tamir wiha pê de çû: "Di encama topbarana hovane ya li ser herêmên me de, me bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê dest bi kolandina tunelên ferdî kir da ku em xwe biparêzin. Ji bo ku em gelê xwe ji topbarana dewleta Tirk biparêzin, em ê li gundên ser sînor kolandinê bidomînin. Em ê gelê gundên derdor jî teşwîq bikin ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser xaka me, ji şerê gel ê şoreşgerî re amade bin."

El Tamir her wiha ev tişt got: "Em hemû destwerdanên dewleta Tirk, Îran û Rûsyayê yên di kar û barên me yên navxweyî de red dikin. Em ji biçûkatiya xwe ve li ser demokrasiyê mezin bûne û em fêrî hezkirina ax û welat bûne. Ji bo ku xaka me ji gemariya her dijminekî paqij bimîne, em amade ne canê xwe jî feda bikin."

El Tamir ev tişt lê zêde kir: "Ev axa ku em li ser ji dayik û mezin bûne, dev jê bernadin û em ê parastina wê bikin. Ev der axa me ye û em nahêlin tu kes destê xwe bide bihosteke wê."

Endama Hêzên Xweparastinê yên Minbicê Xezel Mistefa jî wiha got: "Me bi hevkariya welatiyan dest bi kolandina tunelan li gundên ser sînor ên Minbicê kiriye. Em ê di çend gundên din de wek gundê Ereb Hesen, El Seyada û El Muhsinlî yên nêzî eniyên şer kolandinê berdewam bikin. "

Xezel Mistefa axaftina xwe wiha domand: "Destpêkê şênî ji bo kolandinê dudil bûn, lê ew hatin teşwîqkirin da ku amade bin ku xwe ji her êrişekê biparêzin. Ji ber vê yekê me alavên pêwîst ên kolandinê dan wan. Ji ber ku hejmara şêniyên gund kêm e, erka me ye ku em alîkariya wan di kolandinê de bikin."

Xezel Mistefa di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Em Hêzên Xweparastinê dê bi gelê xwe re bin, em ê wan ji êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê biparêzin."

(hs)

ANHA