Li ser Mexmûrê tevgera balafirên keşfê

Ji sere sibehê ve balafireke keşfê bi nizmî û bê navber li ser Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) digere.

Li ser Mexmûrê tevgera balafirên keşfê
28 îlon, 2022   07:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Rojnewsê nayê zanîn bê ka balafir ya dewleta Tirk a dagirker e yan jî ya Koalîsyona Navneteweyî ye.

Duh sibê jî balafireke keşfê li ser wargehê digeriya. Di rojên dawî de hema bêje rojane balafirên keşfê li ser wargehê digerin.