Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 2 welatî revandin

Çeteyên "ewlekariyê" yên dewleta Tirk a dagirker 2 welatî li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandin.

Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 2 welatî revandin
28 îlon, 2022   07:30
ŞEHBA

Çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî diyar kir ku çeteyên "ewlekariyê" yên dewleta Tirk a dagirker, 2 şêniyên navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî revandine.

Li gorî çavkaniyan navên revandiyan wiha ne; Salih El Ehmed Casim (41) ji navenda navçeyê û Telal Ebdulrehman Mûsa (31) ji gundê Qirba yê navçeyê.

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyan welatiyên revandî ber bi cihekî nediyar ve birine.

(hs)