​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya bi bombebarankirina Idlibê peyaman dide dewleta Tirk

Rojnameyên erebî yên îro behsa lihevkirinên Rûsya-Tirkiyê li ser xaka Sûriyê, krîza siyasî li Iraqê û nakokiya di navbera dewleta Tirk û Almanyayê de kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: Rûsya bi bombebarankirina Idlibê peyaman dide dewleta Tirk
28 îlon, 2022   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

‛BALAFIRÊN RÛSYAYÊ BAREGEHA TERORÎSTÊN ERDOGAN BOMBEBARAN KIR’

Girêdayî rewşa Sûriyê rojnameya El Weten a hikumeta Şamê wiha nivîsand: "Balafirên Rûsyayê di cara duyemîn a vê mehê de baregeha perwerdeyê ya çeteyên terorîst ên girêdayî serokê rejîma Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li nêzî sînorê dewleta Tirk li bakurê Idlibê bombebaran kir, di encamê de zêdetirî 60 terorîst hatin kuştin û birîndar bûn. Hemwextî wê dagirkeriya Tirk gund û bajarokên Hesekê topbaran kirin, di encamê de welatî şehîd û birîndar bûn.

Li gorî şahidekî ji kampeke koçberan a nêzî bajarokê Kelbîd ê nêzî deriyê Kefer Losîn ê bi ser Tirkiyê ve ku li bakurê Idibê ye, ji rojnameya El Weten re got 3 balafirên şer ên Rûsyayê duh sibehê 4 derbe li dijî baregeha perwerdeyê ya li nêzî bajarokeke girêdayî milisên Ceyş El Ize yên girêdayî rejîma Erdogan da. Ew milîs di baregehê de perwerde dibûn.

Li gorî şahidan, 4 moşek li hundirê baregehê ketine û teqînên mezin pêk anîn, di encamê de zêdetirî 20 kesan hatin kuştin û du qatî zêdetir birîndar bûn.

Şahidan diyar kir ku milîsên bang li ambulansan kir û birîndar bi rêya deriyê Kefer Losîn rakirin nexweşxaneyên li Tirkiyê."

‛RÊVEBERIYA DEWLETÊ’ ÎRO ŞANSÊ XWE TECRUBE DIKE’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El Beyan wiha nivîsî: "Iraqê çalakiyên bi boneya salvegera "Tevgera Tişrînê" anku Cotmehê ku tê payîn 1’ê Cotmehê li dar bikevin, dişopîne. Da ku bi wê re şêweya qonaxa bê ya ji temenê xitimîna siyasî ya li welat ku ji dema hilbijartinên qanûnsaz ên beriya salekê ve pêk tê, diyar bike. Ruxmî nîşaneyên çareserkirina krîzê li gel axaftina avakirina "Hevpeymana Rêveberiya Dewletê" ku dihat texmînkirn hêzên Çarçoveya Hemahengiyê û hêzên sunnî û Kurd beşdar bibûna da ku xebata parlamentoyê lez bikirana û hikumeteke nû ava bikirina, lê bêdengiya serokê Tevgera Sedr li hember wan gavan dihêle ev çareserî zehmet be.

‘Hevpeymana Rêveberiya Dewletê’ li gorî pêşniyara civînên ku beriya derketina pêşbirkên wê hatine kirin, li ser ji nû ve destpêkirina civînên parlamentoyê, hilbijartina hikumeteke bi hemû desthilatan ji bo cîgirkirina hikumeta demkî ya niha ya bi serokatiya Mistefa Kazimî û hilbijartina serokkomar dixebite. Ew jî berî guhertina qanûna hilbijartinê ya niha û diyarkirina hilbijartinên pêşwext dike."

‛PIŞTÎ AXAFTINÊN LI SER ERDOGAN, DEWLETA TIRK BANG LI BALYOZÊ ALMANYAYÊ KIR’

Der barê têkiliya dewleta Tirk û Almanyayê de, rojnameya El Ereb ev tişt nivîsî: "Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, têkildarî daxuyaniyên ku siyasetmedarê almanî dane û gotiye Erdogan mîna "mişkê kanalîzasyonan e" bang li balyozê Almanyayê yê li Enqereyê kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê diyar kir ku ew van gotinên heqaret ku cîgirê serokê parlamentoya federal a Almanyayê Wolfgang Kubicki li dijî Erdogan gotine, bi tundî şermezar dikin. Wolfgang Kubicki ev gotin di dema hemleya hilbijartinê li wîlayeta Lower Saxony de gotibû.

Wolfgang Kubicki di dema kombûna gel de da ku balê bikişîne ser hejmara zêde ya penaberên nerewa ku ji Tirkiyê ber bi Almanyayê ve tên, gotibû: "Mişkê kanalîzasyonan ê biçûk û xweşik, lê di heman demê de di çîrokên zarokan de jêhatî û xapînok tê nişandan.”

Wolfgang Kubicki, endamê parlamentoyê û endamê Partiya Demokrat a Azad e. Ew partî yek ji partiyên îtîlafa desthilata Almanyayê ye."

(fr)

ANHA