Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur Rojhilatê Sûriyê ragihandin ku endamê hêzên Sînan Mihemed Elî li Minbicê şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
23 îlon, 2022   18:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a  Bakur Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe yê şehîd eşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ji endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê , Sînan Mihemed Elî  roja21’ê Îlonê dema erka xwe ya parastina gel û axa xwe pêk dianî, gihişt asta şehadetê.

Di dewama daxuyaniyê de ji be şehadeta Sînan Elî sersaxî hate xwestin: ʹʹEm di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de sersaxiyê ji xwe û ji malbata şehîd “Sînan” re dixwazin û em bejna xwe li ber fedekariya şehîdên xwe yên bi rûmet ditewînin ên ku ji bo parastina malbet û gelê xwe canê xwe feda kirine. Em tekez dikin ku em li ser rêya şehîdan dimeşin heta ku aramî û ewlehî li hemû herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:

Navê Şehîd: Sînan Mihemed Elî

 Navê bav: Omer

 Navê dayikê: Emîne

 Cih û dîroka tevlêbûnê: Minbic 18-8-2020

 Cih û dîroka şehadetê: Minbic 21-9-2022

ANHA