​​​​​​​Pirtûkxaneya gerok li Tebqayê bi dawî bû

Di çarçoveya pêngava “Werin cenga azadiyê” de, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan çalakiya pirtûkxaneya gerok a ku ji bajarokê Mensûra dest pê kiribû, li bajarê Tebqayê bi dawî kir.

​​​​​​​Pirtûkxaneya gerok li Tebqayê bi dawî bû
​​​​​​​Pirtûkxaneya gerok li Tebqayê bi dawî bû
​​​​​​​Pirtûkxaneya gerok li Tebqayê bi dawî bû
​​​​​​​Pirtûkxaneya gerok li Tebqayê bi dawî bû
​​​​​​​Pirtûkxaneya gerok li Tebqayê bi dawî bû
23 îlon, 2022   18:14
TEBQA

Ji rêzeçlakiyên ku Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi dirûşma “Werin cenga azadiyê” de organize kirine, çalakiya pirtûkxaneya gerok de hebû. Pirtûkxane ku li nav taxên bajêr geriya û di roja xwe ya 3’emîn de li pêşiya Navenda Çand û Hunerê bi dawî bû.

Pirtûkxaneya gerok belavokên analîzên rêber Ocalan bi zimanên kurdî û erebî belav kirin.

Têkildarî vê çalakiyê, hevserokê Yekitiya Wezîşê ya Tebqayê, Mehmûd El Yetîm ji ajansa me re wiha axivî: “Destpêkê em wek Yekitiya Werzîşê û Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan çalakiyên daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan didomînin.”

El Yetîm diyar kir ku ev çalakî ji bo ku fikrê rêber Abdullah Ocalan û nêrîn û pêşinyariyên wî yên li ser pêşerojeke baştir, bi hemû pêkhateyên civakê were pênasekirin, hat lidarxistin.

El Yetîm destnîşan kir ku ew ê li ser şopa fikrên rêber Ocalan bin heta pêkanîna azadiyê û soza parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, da.

(mh)

ANHA