Nivîskar Mihemed Îsa: Berdewamkirina tecrîdê sûcê serdemê ye

Nivîskarê siyasî yê Sûriyê Mihemed Îsa diyar kir ku berdewamkirina tecrîda li ser rêber Ocalan sûcê serdemê ye û armanca wê ew e ku rê li ber ramanên wî yên ronakbîrî bigire Mihemed Îsa got: "Tirkiye wek dewlet qanûnan nas nake. Ev pêkanîn di tarîkirina felsefeya Ocalan de bi ser neketin."

Nivîskar Mihemed Îsa: Berdewamkirina tecrîdê sûcê serdemê ye
23 îlon, 2022   23:42
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL HEBÎB

Rêber Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî ku hin welatên herêmî û kapîtalîst tê de beşdar bûn, hat girtin. Paşê radestî  rejîma Tirk hat kirin û li girtîgeha Îmraliyê ya ku şert û mercên herî kêm ên girtin û binçavkirin tê de tuneye, hat dîlgirtin. Rêber Ocalan niha bi zextên herî xirab re rû bi rû ye, di serî de tecrîda li ser wî û astengkirina hevdîtina parêzer û malbata wî pê re.

Di 7’ê Tebaxa derbasbûyî de, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya têkildarî parastina rêber Ocalan, daxuyaniyek da raya giştî û tê de eşkere kir ku muwekîlê wan ev 3 sal in nike sûdê ji mafên ku di qanûnên herêmî û navneteweyî de hatin destnîşan kirine bigire. Her wiha hate gotin ku hemû daxwazên hevdîtinê ku parêzeran di 27ʹê Tîrmeha 2017ʹan û 2ʹyê Gulana 2019ʹan de pêşkêş kiribûn, bi awayekî ne qanûnî hatin redkirin.

SÛCÊ SERDEMÊ

Têkildarî tecrîda girankirî ya li ser rêber Ocalan, nivîskarê siyasî yê sûrî, Mihemed Îsa wiha ji ajansa me re axivî: "Bêguman berdewama desteserkirina azadiya ronakbîr û fîlozof Abdullah Ocalan ji aliyê rayedarênT Tirk  ve, bi hemû wateya xwe sûcekî serdemê ye. Ji wê zêdetir sûcekî tevlihev û xwedî gelek wateyan e. Destpêkê, bi awayekî giştî êrişa li ser hişê ku xizmeta qadên zanîn û aliyên pêşketina wê, meşa şaristanî, çand û zanistî bi giştî dike. Bi taybetî di vê xalê de divê bê zanîn ku sûcê girtinê ne yê mirovekî ji rêzê û rewşenbîrekî normal e. Lê belê, sûcek e li dijî afirîneriya mirovekî  fîlazof e ku bi pêşxistina gelek zanînan re têkildar e. Ya duyem, sûcek li ser mirovekî têkoşer e ku li hember kesî guneh nekiriye, lê ji bo azadî û mafên civakê xebat û têkoşîn kiriye. Ya sêyem jî, sûc e anku destdirêjiya li ser maf û xeyalên civakekê bi tevahî ye.  Ocalan bi teoriyên xwe yên ber bi neteweya demokratîk ve, xewnên hemû kesên ku xewna civakek mafdar, dadperwer û xweşik dibînin, werdigerîne."

 ASTENGKIRINA FIKRÊN RONAKBÎRÎ YÊN OCALAN

Têkildarî armanca berdewama tecrîda li ser rêber Ocalan, Îsa wiha got: "Dewleta Tirk bi astengkirina azadiya rêber Ocalan dixwaze rê li ber fikrên wî yên ronakbîrî bigire da ku neghêje girseya Tirk û girseyên  li deverên dagirkirî, ger fikrên bigihêjin gel dê serî hildin û li dijî biryara girtinê rabin. Dixwaze fikrên wî bihewîne û di çarçoveya herêmî de bihêle da ku negihêje cîhanê. Ji ber ku ger ji asta herêmê derkeve wê hêzeke zextê ya cîhanî pêk bîne, wê hêz, ronakbîr, rewşenbîr û tevgerên jinan tev li nava fikrên wî bibin û bipejirînin. Ev jî dê li ser modela netewdewleta Tirk xetereyê çêbike, bi taybetî piştî ku veguherî modela netewedewletê ya desthilatdar û îslamîst."

 ʹTIRKIYE XWEDÎ DÎROKEKE DÛR Û DIRÊJ E KU LI HEMBERÎ HIQÛQAN BÊRÊZIYÊ DIKEʹ

Rayedarên Tirk li Îmraliyê qanûnên taybet ên takekesî yên li dijî rêber Ocalan bi navê "Pergala Îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê" pêk tînin.

Rayedarên Tirk ji bo rê li ber sepandina biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya di ji nû ve darizandinê û pêkanîna biryara "Mafê Hêviyê" de bigire, "cezayên dîsîplînê" li ser rêber Ocalan dibire.

Nivîskarê sûrî Mihemed Îsa îşaret pê kir ku dewleta Tirk bi koka xwe ya dîrokî û ji destpêka damezrandina xwe ve qanûnan nas nake û xwedî dîrokeke dûr û dirêj e ku li hember qanûnên ku mafên mirovan diparêzin, bêhurmetiyan dike.  

Îsa bi domdarî got: "Hikumeta Tirk cezayên dîsîplînê dikin hincet da ku girtina rêbertî bidomîne û nehêle ku li gorî qanûnên dadgehên Ewropayê mîna mafê hêviyê sûdê ji derfetên jinûve darizandinê negire. Ji ber ku Tirk baş dizanin ku jinûve darizandina wî ku kijan dadgeh pêk bîne dibe ku rêber Ocalan serbest berde. Ji ber vê yekê zext û binpêkirinan qanûn û pîvanên navneteweyî dewam dikin."

Îsa da zanîn ku tecrîdkirina ronakbîr û têkoşîn Ocalan û astengkirina wî mijareke ku tu kes li ser guman nake ku fikirên kûr ên hikumta Tirk ji Ocalan nîşan dide û got: "Doza girtina wê tê wateya girtina gel bi tevahî ye, lê belê girtina gelek gelên herêmê, dibe ku gelên derveyî wê jî ye. Ditirsin heger Ocalan serbest were berdan, ev gel projeya serxwebûn û azadiya gelê Kurdistanê bi tevahî were dest pê bikin, ji ber ku asta tengavkirin û zextên ku li ser gelê Kurd û gelên din pêk tînin, dizanin. Dema ku Ocalan di girtîgehê de bihêlin, dixwazin felsefeya Ocalan û teoreya wî ya neteweya demokratîk û civaka exlaq û polîtîk, mijarên girêdayî mafên jinan girtî bihêlin, her wiha dixwazin modela netewe-dewletê ya îdeolojîk ya tengijî şansek din a jiyanê bihêlin."

ʹNIKARIN FELSEFEYA OCALAN TARÎ BIKINʹ

Nivîskarê siyasî yê sûrî Mihemed Îsa di dawiya axaftina xwe de got: “Ne hikumeta Tirk û ne jî tu kes nikare felsefeya Ocalan tarî bikin. Ocalanî teoriyeke felsefîk e ku felsefeyên beriya xwe rexne dike, felsfeya wî ne xwedî meyla siyasî ye mîna ku hinek kes îdia dikin. Mîna marksîzmê  ye dîrokê analîz dike û qanûnên wê kifş dike, tiştên beriya wê lêkolîn dike û çareseriyan pêkêş dike, di aboriyê de teorî ye, aboriya kapîtalîst û sosyalîst rexne dike û lawaziyên wê bi aboriya civakî ya koolektîv û bi avantajên ekolojîk diguherîne. Her wiha zanistan civakê ber bi jineolojiya ve wekî rêya civaka azad a pisîkolojîk  pêş xist. Ocalan têgîna dewletê rexne kir û li ser mijara civaka exlaq û polîtîk bi Marks re li hev kir."

(hs)

ANHA