Li Şedadê semînera têkoşîna li dijî madeyên hişbir

Meclisa Ciwanan a PYD’ê bi armanca hişyarkirina ji xetereyên madyên hişbirê semînerek da. Li dijî hişbirê banga xebateke hevpar hat kirin.

Li Şedadê semînera têkoşîna li dijî madeyên hişbir
Li Şedadê semînera têkoşîna li dijî madeyên hişbir
Li Şedadê semînera têkoşîna li dijî madeyên hişbir
Li Şedadê semînera têkoşîna li dijî madeyên hişbir
Li Şedadê semînera têkoşîna li dijî madeyên hişbir
2 mijdar, 2025   15:14
HESEKÊ

Meclisa Ciwanan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê semînerek bi sernavê "Têkoşîna li dijî hişbirê" da. Endam û rêveberên saziyên civaka sivîl û ciwan, tevî hêzên Têkoşîna li dijî Hişbirê yên girêdayaî Hêzên Ewlekariya Hundirîn amade bûn.

Piştî rêzgirtinê, hevserokê Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Hişbir a Şedadê Mihemed Ebdulhelîm girîngiya xweparastina ji hişbirê vegot û diyar kir ku ji bo rêgirtina li pêşberî belavbûna madeyên hişbir xebateke hevpar ji aliyê şêniyan jî ve pêwîst dike.

Ebdulhelîm got: "Têkoşîna li dijî hişbirê ne tenê berpirsyariya saziyekê ye, lê berpirsyariya her kesî ye. Ji bo parastina ciwanên me û siberoja civaka me divê her kes hişyar û tevkar be."

Mihemed Ebdulhelîm bal kişand ser bandorên hişbirê jî û da zanîn ku bikaranîna madeyên hişbir dibe sedema nexweşiyên pişik û penceşêrê. Her wiha pirsgirêkên dirûnî jî wekî dûrketin û nefreta ji hemberî civakê çêdikin, di heman dem de bandorên wê li ser aborî û hilbirînê jî hene.

Beşdaran jî diyar kir ku divê bi rêya komîn, dibistan, zanîngeh û hêzên têkoşîna li dijî hişbirê bernameyeke hişyarkirina ji hişbirê were danîn.

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser hişbirê û çawaniya rêgirtina li ber wê hat temaşekirin.

(bb)

ANHA