Li Qamişloyê dar hatin çandin

Ciwanên endamên PYDˊê bi hevkariya Şaredariya Gel a Qamişloyê di çarçoveya Kampanyaya Ekolojiyê de 50 dar li kêleka rêya Hîzama Başûr a Qamişloyê çandin.

Li Qamişloyê dar hatin çandin
Li Qamişloyê dar hatin çandin
Li Qamişloyê dar hatin çandin
Li Qamişloyê dar hatin çandin
Li Qamişloyê dar hatin çandin
Li Qamişloyê dar hatin çandin
Li Qamişloyê dar hatin çandin
26 mijdar, 2025   14:08
QAMIŞLO

Di çarçoveya hişyariya jîngehî, bicihanîna çanda parastina xwezayê û berfirehkirina rûberên hêşîn li hundirê bajêr de, ciwanan û jinên ciwan ên endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya Şaredariya Gel destpêşxerêya çandina 50 daran li rêya Hîzama Başûr a Qamişloyê da destpêkirin. Ev destpêşxerî di çarçoveya Kampanyaya Ekolojiyê de pêk hat.

Kampanya beriya mehekê bi daxuyaniyekê ji hêla ciwanên endamên PYDˊê ve hatibû destpêkirin. Destpêka kampanyayê broşûrên têkildarî hişyarkirina şêniyan der barê girîngiya parastina jîngehê û sînordarkirina qirêjiyê de hatin belavkirin.

Îro kampanya bi çandina 50 darên sinober, li ser rêya Hîzama Başûr a Qamişloyê dewam kir.

Çaverê ye kampanya bi dewamkirina çalakiyên jîngehî wekî paqijkirina gelek taxên bajêr bidome û di dawiya Mijdarê de bi dawî bibe.

(fr)

ANHA