Xwişka şehîd Jiyan Tolhildan xiyaneta PDK'ê şermezar kir 

Xwişka şehîd Jiyan Tolhildan, Bêrîvan Yûsif pesendkirina xeta xiyanetê ji aliyê PDK`ê ve û beşdarbûna wê di êrişên dagirkeriya Tirk de li dijî HPG`ê de şermezar kir û soza xwe ya şopandina xeta şehîdên azadiyê heta bidestxistina serkeftinê nû kir.

Xwişka şehîd Jiyan Tolhildan xiyaneta PDK'ê şermezar kir 
8 îlon, 2022   23:31
HELEB – MIHEMED EBDO

Di 5’ê Îlonê de, di encama êrişa hevpar a bejahî û hewayî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û artêşa Tirk a dagirker de, 3 şervanên Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd bûn û 2 jî dîl hatin girtin.

Di 7ê heman mehê de, HPG`ê daxuyaniyek da û tê de got: "5’ê Îlonê danê êvarê tîmeke gerîlayan a ji 5 kesan pêk dihat dema li bejahiyê li nêzî gundê Tarava ya Geliyê Balîsanê diçûn herêmeke din, rastî êrişa balafirên bêmirov ên bi çek hatin. Di vê komê de hevalên me Rêzan Botan, Armanc Zîlan, Karo Kobanê, Aşîkar Colemêrg û Zanyar Tavê cih digirin. 

Li gorî agahiyên me girtiye di vê êrişê de; 3 hevrêyên me şehîd bûn û 2 hevrêyên me jî birîndar bûn. Hate hînbûn ku hêzên PDK'ê piştî êrişê mudaxeleyî cihê bûyerê kirin û hevalên me yên birîndar dîl girtin û birin. Heya niha em çarenûsa hevalên xwe nizanin.

Eşkere ye ku li vê herêma ku ne qada şerê germ e, balafira bêmirov a bi çek ji nişka ve hatiye û bi şev komeke ku li eraziyê dimeşiyan tespît kir û li wan xist. Ev jî nîşan dide ku hevalên me bi sîstemeke îstîxbaratî ya bi rêxistinbûyî ve hatine şopandin. Her wiha bihîstina dengê çekan ji aliyê şêniyên gund ve dema ku hêzên PDK’ê hatin herêmê, rewşeke balkêş e.

Eşkere ye ku ev bûyer bûyerek e ku divê bê lêkolîn û ronîkirin. Di vê merheleyê de agahiyên ku hevalên me yên birîndar jî bidin, wê di zelalkirina çawaniya qewimîna bûyerê de cihekî xwe yê girîng hebe. Ji ber vê yekê em li bendê ne ku hevalên me yên ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatine girtin, di demek herî kurt de radestî me bên kirin."

Der barê mijarê de xwişka şehîd Jiyan Tolhildan, Bêrîvan Yûsif re ji ajansa me re axivî. Bêrîvan Yusif destnîşan kir ku xiyaneta PDK'ê ji planên dijminan xetertir e. Her wiha kiryarên wê ên ku bûn sedema şehadeta 3 şervanên HPG`ê ku li dijî dagirkeriya Tirk axa Kurdistanê diparêzin, şermezar kirin.

XIYANET NE NÛ YE

Bêrîvan Yûsif her wiha got: "Êdî bes e îxanet. Em dubarekirina kiryarên ku malbata Barzanî pêk tîne, qebûl nakin. Me dît ku çawa xelkê Şengalê ji ber xiyaneta we rastî qirkirinê hatin. Piştî ku endamên PDK'ê reviyan, bi hezaran şengalî bi destê DAIŞ'ê de hatin hiştin."

Bêrîvan Yûsif bang li mala Barzanî kir û got: "Divê hûn li kêleka hevwelatiyên xwe bin, ne beşdarî sûcan bibin ku li dijî wan tên kirin. Hûn bi pejirandina xeta xiyanetê, di navbera birayan de fitneyê çêdikin. Ez şerm dikim ji we re bibêjim bira, tişta hûn dikin bira nakin, ji ber ku hûn di destê dijminên Kurdan de amûrek in."

Bêrîvan Yûsif wiha li axaftina xwe zêde kir: "Rayedarên Başûrê Kurdistanê çima êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet êrişên bi balafirên bêmirov ên bi çek ku dibin sedema şehîdxistina welatiyan, şermezar nekirin? Ez helwesta civata navneteweyî ya ku zirarê dighîne gelê kurd, şermezar dikim. Ji ber ku ew li dijî êrişên qirkirinê yên ku dagirkeriya Tirk li ser gelê kurd dike, bêdeng e."

EM BERXWEDANA LEHENGÊN GERÎLA SILAV DIKIN

Bêrîvanê berxwedana berdewam a gerîlayan li Zap û Avaşînê ya li hemberî artêşa dewleta Tirk a faşîst silav kir û destnîşan kir ku li pêşberî çekên kujer û kîmyewî û hemû çekên ku ji aliyê dagirkeriyê ve tên bikaranîn, îradeya azad nayê şikandin.

Bêrîvan Yûsif axaftina xwe wiha domand: "Em di 'Operasona Sondê' ya ragihandî de, ji bo jinavbirina ajan û sîxurên ku ziyanê digihînin civakê û destkeftiyên wê û xwe difiroşin bi hinek pereyan, li kêleka Hêzên Sûriya Demokratîk in."

Bêrîvan Yûsif got: "Em malbatên şehîdan, heta serkfetinê û avakirina welateke azad ku em tê de bi rûmet bijîn, em ê têkoşîn û berxwedanê bidomînin.”

Şehîd Jiyan piştî ku beşdarî Foruma 1`emîn a Şoreşa Jinan bû ku di 22’ê Tîrmeha borî de li dar ketib[, tevî 2 hevalên xwe Roj û Barîn ber bi navendeke birîndarên şer (gaziyan) ve ketin rê.  Lê di rê de yek ji balafirên bêmirov ên bi çek ên artêşa Tirk a dagirker ew her sê heval kirin hedef. Di encamê de Jiyan Tolhildan ku fermandara YAT`ê bû, Roj Xabû ku yek ji fermandarên YPJ`ê bû û Barîn Botan ku şervaneke YAT`ê bû şehîd bûn.

(hs)

ANHA