Dewleta Tirk a dagirker çawa ji nû ve dadgehkirina rêber Ocalan asteng dike û armancên wê çi ne?

Rojnamevan Sînan Cûdî diyar kir ku pergala li Îmraliyê qanûnên yekalî bi taybetî li dijî rêber Ocalan dide meşandin ku bi navê (pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê) tê naskirin, her wiha “cezayên displînî” li rêber Ocalan dibire da ku biryara dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji nû ve dadgehkirina rêber Ocalan û biryara “mafê hêviyê”, pêk neyên.

Dewleta Tirk a dagirker çawa ji nû ve dadgehkirina rêber Ocalan asteng dike û armancên wê çi ne?
9 îlon, 2022   00:39
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÎ

Ji dema dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan di 1999’an de, dewleta Tirk a faşîst hemû qanûnên navneteweyî yên têkildarî rêber Ocalan red dike, ku ev qanûn êdî bûn pergaleke yekalî ku li dijî rêber Ocalan li Îmraliyê tên meşandin. Wek qedexekirina hevdîtina wî bi malbat û parêzeran re, birîna “cezayên displînî” bi bihaneyên derew û qutkirina têkiliyên wî bi cîhana derve re.

Bi van kiryar û derewan dewleta Tirk a faşîst hemû pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan binpê dike, yek ji wan rêgeza 16/1 ya rêgezên standard ên danûstandina bi girtiyan re ya Peymana Mafên Mirovan a Cîhanî ku dibêje; ji mafê girtiyan e ku endamên malbata xwe yan jî kesek din li ser daxwaza xwe, agahdar bike û ev yek dikeve ser milê desthilata berpirs.  

Her wiha peymana parastina hemû kesan ji windakirina bi zorê ya navneteweyî di madeya 1`ê de ya beşa yekemîn dibêje; nabe kesek bi zorê were windakirin.

KÊMASIYÊN PERGALA HIQÛQÎ YA TIRKIYÊ

/kr/uploads/files/2022/09/08/190726_-.webp

Têkildarî wê yekê, Sînan Cûdî îşaret bi binpêkirinên hiqûqî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û got: “Ev 24 sal li ser dîlgirtina rêber Ocalan re derbas bûye. Tam di 15’ê Sibata 1999’an de li Îmraliyê bû. Lê belê di qeydên dewleta Tirk de ew bi fermî di 16’ê Sibatê de hatiye dîlgirtin. Her wiha di 16`ê heman mehê de cara yekemîn parêzerên wî serdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kir.”

Cûdî wiha lê zêde kir: “Heta niha gelek xalên derqanûnî di qonaxa komploya navneteweyî de ku ji aliyê dadgehên navneteweyî ve bal nehatiya kişandin ser û heta nehatina nîqaşkirin. Li rex wê binpêkirinên pergala hiqûqî ya Tirkiyê hene.”

QONAX Û TEDBÎRÊN DERQANÛNÎ

Sînan Cûdî bal kişand ser qonaxên derketina rêber Ocalan ji Sûriyê di 1998’an û tedbîrên derqanûnî yên dewlatan li dijî wî pêk anîn û got: “Piştî ku rêber Ocalan ji Sûriyê derket li gelek dewletan bi dirêjiya 3 mehan geriya, piraniya wan dewletan li gor qanûnên xwe yên hundirîn û mafên mirovan nêzîkî mijarê nebûn. Tevî ku madeya 18`an a peymana mafên bingehîn ên Yekitiya Ewropayê (YE) heke ku balê dikişîne ser Mafê penabertiya siyasî û rêzgirtina ji peymana Cinevê ya sala 1915`an û peymana mafan a bingehîn misoger dike.”

Cûdî wiha domand: “Di serî de ev qonax bi giştî û rêbaza dîlgirtina rêber Ocalan bi carekê dûrî qanûnên navneteweyî ye. Qanûnên her dewletekê cuda ne. Yek ji dewletên ku doz li dijî wan hat vakirin Yewnanistan bû ku mafê penabertiya siyasî bin pê kir û heta niha jî ew li ser xaka wê pêk nehatiye. Ya duyemîn li gor belgeyên Yewnanistanê rêber Ocalan hîn li ser xaka wê ye û bi fermî jê derneketiye. Yanî rêbaza derketina wî ji Yewananistanê derqanûnî ye.”

De barê pergala ku li rêber Ocalan tê meşandin, Cûdî got: “Pergala Îmraliyê qanûnên taybet li rêber Ocaêan dimeşîne, ji ber ku hemû qanûnên navneteweyî û yên tirkî girîngiyê didin pêkanîna qanûnan bi awayekî adil li ser girtiyan. Lê ev yek li rêber Ocalan nehat pêkanîn û qanûnên taybet li dijî wî hatin pêkanîn. Ev li cem gelek parêzerên wî bi (pergala îşkence û tecrîda Îmraliyê) tê naskirin. Ji ber wê jî ev pergal qanûnên navneteweyî binpê dike.”

BIHANEYÊN DEREWÎN JI BO GIRANKIRINA TECRÎDÊ

Cûdî wiha axaftina xwe domand: “Rêber Ocalan di tecrîdeke giran de ye, ji 27’ê Cotmeha 2014’an de malbata wî hevdîtin pê re pêk neaniye û ji Tîrmeha 2012’an de heta îro parêzerên rêber Ocalan tenê 5 caran hevdîtin pê re pêk anîne. Piraniya wan caran piştî grêva birçîbûnê ya bêdorveger a birêz Leyla Guven bû.”

Têkildarî sedemên ku dewleta Tirk ji ber wê tecrîdê lê ferz dike, Cûdî golt: “Ji 1999’an heta 2015’an ve dewleta Tirk bi hicetên nerast tecrîdê li ser ferz dike. Wek keştiya ku diçe Îmraliyê xirabe ye, yan jî hewa ne guncew e ku keştî bikeve gravê. Kaptanê keştiyê nexweş e. Piştî derbeya leşkerî li Tirkiyê sala 2015`an û ragihandina rewşa awarte li welêt. dadgeha Bursayê ya têkildarî girtîgeha Îmraliyê heta sê salan hevdîtin li rêber Abdullah Ocalan qedexe kir.”

Ji bêhtirî salekê tu agahî ji rewşa rêber Ocalan tune ye ku di girtîgeha (F) de di bin çavdêriyeke giran de ye. Hemû daxwazên parêzerên wî yên ji bo pêkanîna hevdîtinê ji aliyê dozgeriya giştî ya bajarê Bursayê bi hicetên cezayên displînî hatin redkirin ku ji sê mehan ve hatine ferzkirin.

79 DOZÊN RÊBER OCALAN DI DADGEHÊN DESTÛRÎ YÊN TIRKIYÊ DE HATINE TALOQKIRIN

Rojnamevan Sînan Cûdî diyar kir ku li ser asta herêmî û cîhanê gelek doz têkildarî rewşa rêber Abdullah Ocalan û tecrîda li ser wî, qedexekirina pirtûkan û rojnameyan, heta telefizyonê û axaftina bi malbat û parêzeran re bi rêya telefonê, hatin vekirin. Heta niha der barê van mijaran de, 79 dozên taloq di dadgehên destûrî yên Tirkiyê de hene.

Cûdî wiha domand: “Kesek, ewqas dozên wî di dadgehan de hene lê nikare nêrîna xwe bigihîne dadgehên Tirkiyê, sûceke mezin e. Lê CPT, der barê de tu gavan navêje. Dadgehên Tirkiyê jî hemû dozan red dike û biryarên din li dijî rêber Ocalan distînin.”

Rêber Abdullah Ocalan di nameya ku ji serokatiya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li ser Stasborg-Fransa di dawiya pirtşka xwe ya 5`an Menîfestoya Şaristaniya Demokratîk de dibêje: “Ez careke din diyar dikim ku hem tecrîda taybet a li Zindana Îmraliyê li dijî kesayeta min tê meşandin, hem jî ew qanûnên min behsa wan kir ku Tirkiyê ji bo bi huqûqa Ewropayê re li hev bike çêdike bi huqûqê bi xwe re lihev nakin. Konseyê jinûve dadgehkirin bi awayekî bi kêra min bê pêk neanî û ev jî li gorî biryara we ya yekê bû ango ez careke din diyar dikim ku ev jî li gorî biyrara jinûve dadgehkirinê nebû. Konseya we biryareke bi vî rengî der barê ti kesî de nedaye û biryara we ya dibêje `jinûve dadgehkirin hewce nake` neheqiyeke mezin e û bi vî awayî hûn dibin destikê komployê. Qet nebe biryara xwe ya di vî warî de ji nû ve bi awayekî bi kêra min bê biguherin û bi vî awayî `jinûve dadgirkirin` a mafê min e, bimeşînin û ez vê yekê bi girîngî diyar dikim û hurmeta xwe pêşkêş dikin.”  

HESABXWESTINA JI TIRKIYÊ

Cûdî diyar kir ku 12 dozên rêber Ocalan di dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê de hene û got: “Qedexekirina hevdîtinên bi parêzeran re li ser girtiyekî ku 91 dozên wî di dadgehan de hene, li dijî rêgezên Mandêla û qanûnên mafên mirovan û yên CPT`iyê ne.”

Sînan Cûdî destnîşan kir ku 3 dozên rêber Abdullah Ocalan bi ser ketin di nav de doza “Mafê hêviyê”, redkirina dadgehê kiryarên li dijî wî têne kirin, doza tecrîdê ku ji 1999`an ve berdewam e û heta niha tu biryar li ser nehatiye stendin.

Der barê ragihandina van biryaran de ji aliyê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve, Sînan Cûdî got: “Heke bi sûcên li dijî rêber Abdullah Ocalan hatin îtîrafkirin, dê hesab ji Tirkiyê were xwestin. Dê bandor li pêvajoya bê bike. Dê pêkan be tecrîd ji aliyê qanûnî ve bi dawî bibe. Lewra, ev doz gelek girîng e û divê di vî warî de fişarê li dadgehê bê kirin da ku biryara xwe ragihîne.”

Sînan Cûdî balkişand ser cezayê muebedê ku dewleta Tirk a dagirker li ser rêber Ocalan biriye û got: “Ev biryar li dijî madeya 3`ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye. Li gorî vê madeyê, ev biryar, danûstandineke kirêt a demirovî ye. Ne qanûnî ye û ne mijareke şexsî ye lê belê mijareke dîrokî, siyasî û girêdayî gelekî ye.”

MAFÊ HÊVIYÊ

Cûdî diyar kir ku girtiyên ku cezaya hetahetayî li wan hatiye birîn dikarin rojekê ji rojan azad bijîn lê ev biryar girêdayî gelek mercan e û got: “Biryara “mafê hêviyê” cara yekemîn di dadgeha destûrî ya Federal a Alman de sala 1997’an hat pêkanîn. Ev biryar wiha ye; cezayê hetahetayî ji çarçoveya sererastkirina girtî û guhertina kesayeta wî li gorî cezayê ku pêk aniye, derdikeve. Niha jî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê niha destnîşan dike ku cezayê hetahetayî biryareke dermirovî ye, ji ber wê jî divê rewşa girtiyê piştî 25 salan di ber çav re derbas bibe.”

Madeya 3`ê ya Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê îşkence, biçûkxistin û binpêkirina rûmeta mirovan qedexe kiriye.

Sînan Cûdî wiha domand: “Mesele ne di pêkanîna mafê hêviyê li rêber Ocalan de ye, mesele ji nû ve dadgehkirin e. Lê belê Tirkiyê li hember vê yekê bihaneyan derdixe da ku ji nû ve dadgehkirin neçe serî. Mixabin Meclisa Ewropayê jî li hember vê yekê bêdeng e.”

Wek mînakeke din li ser binpêkirinên dewleta Tirk a faşîst, Tirkiyê di 30’yê Tebaxa borî de îtîraf kir ku rêber Ocalan ji “mafê hêviyê” bêpar e.

Sînan behsa rastiya “mafê hêviyê” li dewletên cîhanê di serî de Tirkiyê kir û got: “Li ser asta cîhanê 9 dewlet hene ku cezaya hetahetayî lê tune ye. Lê ev ceza di 32 dewletên din de heye û rê li ber ji nû ve dadgehkirinê vedike. Her wiha 50 dewletan biryara “mafê hêviyê” li girtiyên hetahetayî pêk naynin. Ji nû ve dadgehkirin li 7 dewletan tune ye di nav de dewleta Tirk.”

Cûdî destnîşan kir ku dewleta Tirk cezayên displînî her 3 mehan li rêber Ocalan dibire, da ku ji nû ve dadgehkirin û pêkanîna biryara “mafê hêviyê” pêk neyê.

TECRÎD SIYASETEK LI DIJÎ KURD Û KURDISTANÊ YE

Di dawiya axaftina xwe de, rojnamevan Sînan Cûdî tecrîda li ser rêber Ocalan bi siyasetên li dijî Kurd û Kurdistanê ve girê dan û got: “Siyasetên ku dewletên hegemonîk didin meşandin ji yên li dijî rêber Ocalan ne cudatir in. Hemû dewlet di meşandina van siyasetan de cihê xwe girtine lê belê dewleta Tirk pêşengiya wê dike, ji ber wê jî geşedanên li Îmraliyê dê bandorê li seranserî Kurdistanê bikin ji ber ku yê ku hişt doza Kurdî bibe dozeke cîhanî rêber Ocalan û têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê ye.”

(mh)

ANHA