Bêcan Îbrahîm: Îradeya gelê herêmê çavkaniya tirsa dewleta Tirk e

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Rojavayê Kurdistanê, Bêcan Îbrahîm,  zêdebûna êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sê sedemên sereke ve girêda bi taybet dijminatiya eşkere ya dewleta Tirk a li hemberî kurdan. Îbrahîm anî ziman ku di wê baweriyê de dê binkeftin para Erdogan be.

Bêcan Îbrahîm: Îradeya gelê herêmê çavkaniya tirsa dewleta Tirk e
9 îlon, 2022   01:50
KOBANÊ

Dewketa Tirk a dagirker bi armanca jinavbirina Rêveberiya Xweser êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin, lê siyasetmedar Bêcan Îbrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker wê li hemberî vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk biçe.

Îbrahîm der barê zêdebûna êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de jî got dijminatiya vê Osmaniya faşîst a li hemberî her kesî bi taybet li hember kurdan, ji hemû cîhanê re eşkere ye.

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê – Rojavayê Kurdistanê û berpirsê rêxistina partiyê li Qamişlo, êrişên dewleta Tirk bi sê mebestên sereke ve nirxand ku dewleta Tirk dijminatiya kurdan dike û wiha got: "Her kurdek li ser heyvê be jî, eger daxwaza mafên xwe bike û bi zimanê kurdî biaxive, dê Erdogan dijminatiya wî bike."

Bêcan Îbrahîm sedema duyemîn jî wiha anî ziman: "Tevliheviya ku li hundirê Tirkiyê tê jiyîn dihêle ew desthilat dijminatiya gelê Rojava li vir bike û êrişî wan bike."

Sedema sêyem jî, bi gotina Bêcan Îbrahîm wiha ye: "Tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê welatiyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve."

"WÊ TÊKÇÛN BIBE QEDERA ERDOGAN"

Bêcan Îbrahîm axaftina xwe wiha domand: "Li Rojava Rêveberiya Xweser li ser bingeha komkirina hemû pêkhateyan hat avakirin û  rêgezek danî ku ji cîhanê re modelek mînak nîşan da. Ev hemû bi xwîna şehîdên zarokên herêmê hatin bidestxistin."

Îbrahîm hêvî kir ku gelê herêmê bi taybet mala kurdî û hemû kesên ku di bin banê Rêveberiya Xweser de dijîn, ji bo parastina destkeftiyên herêmê bibin yek.

Îbrahîm her wiha got: "Bi ti awayî kes nikare vîna vî gelê ku bi xwîna şehîdan bûye yek, têk bibe. Em hemû li kêleka QSD'ê ne û divê em piştgiriyê bidinê."

Siyasetmedar Bêcan Îbrahîm bi van gotinan xwest peyamekê bighîne cîhanê: "Em dixwazin dengê xwe bigihînin cîhanê û bibêjin ev serokkomarê Tirkiyê Erdogan dijminê hemûyan dike ku li vê dinyayê qenciyê dixwaze. Ew dixwaze Împaratoriya Osmanî vejîne, lê ji ber ku hemû gel piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî dike, nikare pişta me bişkîne."

Îbrahîm di wê baweriyê de ye ku îradeya gelên herêmê çavkaniya tirsa dewleta Tirk e. Îbrahîm got: "Ez di wê baweriyê de me dê têkçûn bibe qedera Erdogan."

(hs)

ANHA