​​​​​​​ROJEVE NAVENDA NÛÇEYAN A 9-9-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVE NAVENDA NÛÇEYAN A 9-9-2022`YAN
8 îlon, 2022   23:00

Çalakiya konvedanê ya HPC-Jin bi koordîneya Kongra Star li dar xistiye di roja 29`an de didome saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Festîvala 7`an a Zarokan li Hesekê bi sponseriya Tevgera Hîlala Zêrîn û Komîteya Çandê ya kantona Hesekê, Tevgera Mezopotamya ya Çand û Huenra Demokratîk li dar dikeve saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rojnamevan Sînan Cûdî diyar kir ku pergala li Îmraliyê qanûnên yekalî bi taybetî li dijî rêber Ocalan dide meşandin ku bi navê (pergala îşkence û tecrîdê ya Îmraliyê) tê naskirin, her wiha “cezayên displînî” li rêber Ocalan dibire da ku biryara dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji nû ve dadgehkirina rêber Ocalan û biryara “mafê hêviyê”, pêk neyên.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedar û rojnamegerên sûrî destnîşan kirin ku lihevkirineke muhtemel a di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de, wê ne di berjewendiya Sûriyê de be û banga pêkanîna yekitiyê û avakirina berxwedaneke berfireh a sûrî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Xwişka şehîd Jiyan Tolhildan, Bêrîvan Yûsif pesendkirina xeta xiyanetê ji aliyê PDK`ê ve û beşdarbûna wê di êrişên dagirkeriya Tirk de li dijî HPG`ê de şermezar kir û soza xwe ya şopandina xeta şehîdên azadiyê heta bidestxistina serkeftinê nû kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Zirganê ya ku rastî êrişên rojane yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tê,  bi israr in ku li navçeya xwe bimînin û dibêjin : "Dewleta Tirk dixwaze me ji xaka me koçber bike, lê em ji mal û axa xwe dernakevin. "(BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Rojavayê Kurdistanê, Bêcan Îbrahîm,  zêdebûna êrişên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi sê sedemên sereke ve girêda bi taybet dijminatiya eşkere ya dewleta Tirk a li hemberî kurdan. Îbrahîm anî ziman ku di wê baweriyê de dê binkeftin para Erdogan be.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêxê êla Benî Seîd û endamê Meclisa Rûspiyan a Bajarê Minbic û Gundewarê wê Îbrahîm Şelaş anî ziman ku meclisa rûspiyan a li Minbic û gundewarê wê ji bo li dijî gef û êrişên dewleta Tirk a dagriker ên li ser herêmê, piştgiriya Rêveberiya Sivîl û QSD`ê bikin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Fermandar û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê destnîşan kirin ku dewleta Tirk bi armanca valakirina herêmê ji şêniyên wê û firehkirina qada dagirkirina xwe êrişî herêmê dike. Şervanan teqezî bi sekn û berxwedana li hember êrişên li dijî herêmê û rizgarkirina herêmên dagirkirî kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ROJHILATA NAVÎN

Piştî ku têkiliya di navbera Rûsya û tevgera Talîbanê de bi awayekî berçav pêş ketin, beriya çend rojan êrişeke terorîst li dijî balyozxaneya Rûsya ya li Kabûlê pêk hat ku di encamê de 2 dîplomatên rûs hatin kuştin. Gelo piştperdeya vê hedefgirtinê çi ye? Ji ber çi, Moskov têkilî bi Talîbanê re li dar xistin? (BI WÊNE)

Nivîskar û rojnamevanê iraqî Fayiq Yezîdî diyar kir ku dewletên herêmî û di serî de dewleta Tirk naxwazin li Iraqê îstiqrar pêk were û li berjewendiyên xwe digerin.(BI WÊNE)

ANHA