Kralîçeya Brîtanya Elîzabeth koça dawî kir

Kralîçeya Brîtanya Elîzabeth a duyem di temenê xwe yê 96 salî de koça dawî kir. Kurê wê Charles Philip bû Kralê Brîtanyayê.

Kralîçeya Brîtanya Elîzabeth koça dawî kir
8 îlon, 2022   20:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Kralîçeya Brîtanyayê Elîzabeth a duyem ku 70 sal bû kralîçeya Brîtanyayê, îro di temenê xwe yê 96 salî de li Balmoral koça dawî kir.

Di daxuyaniya ku Qesra Buckingham daye de hat gotin, “Kralîçe îro piştî nîvro li Balmoral di nava huzurê de jiyana xwe ji dest da.” Her wiha hat gotin wê cenazeyê wê sibe bibin Londonê.

Piştî ragihandina mirina Elîzabeth a duyem, kurê wî yê herî mezin Charles Philip bû Kralê Brîtanyayê.