​​​​​​​Rojnamevan Fayiq Yezîdî: Dewleta Tirk û hêzên herêmî parçebûna iraqiyan zêde dikin

Nivîskar û rojnamevanê iraqî Fayiq Yezîdî diyar kir ku dewletên herêmî û di serî de dewleta Tirk naxwazin li Iraqê îstiqrar pêk were û li berjewendiyên xwe digerin.

​​​​​​​Rojnamevan Fayiq Yezîdî: Dewleta Tirk û hêzên herêmî parçebûna iraqiyan zêde dikin
9 îlon, 2022   04:24
BEYRÛT- ZIYAD EBÛ XEZALÊ

Di rojên derbasbûyî de li Iraqê rêzebûyerên tundûtujiyê pêk hatin û di encama şerê di navbera alîgirên Sedr û hêzên ewlekariyê û alîgirên Çarçoveya Hemahengiyê de, herî kêm 20 kes hatin kuştin.

Siyasetmedarên Iraqê di avakirina hikumetê û çarenûsa parlamentoyê de gihaştin rêyeke xitimî. Komên dijberî hev jî li Bexdayê ji beriya çend hefteyan ve xwepêşdanan didomînin û rê nadin lidarxistina civînên parlamentoyê.

Aloziya li Iraqê ya ji dema lidarxistina hilbijartinan beriya 10 mehan ve, ji beriya nêzî 20 salan ve ji dema şerê Amerîkayê li Iraqê û hilweşandina sîstema Sedam Hisên di 2003`yan de dirêjtirîn dem e ku Iraq bêyî hikumetekê derbas dike.

Şîrovekarên siyasî piştrast dikin ku her tevgerek li Iraqê girêdayî hêzeke herêmî û cîhanê ye, ji lew re tevliheviya li Iraqê ne tenê şerekî li ser desthilata hundirîn e, lê hêzên wekî  dewleta Tirk, Îran, Erebistana Siûdî, Îsraîl, NATO, Rûsya û Çîn rolên girîng tê de dilîzin.

SEDEMÊN HUNDIRÎN Û DERVE

/kr/uploads/files/2022/09/08/191208_fayiq-yezd.webp

Nivîskar û rojnamevanê ji Iraqê Fayiq Yezîdî têkildarî mijarê dibêje: “Gelek sedemên aloziya Iraqê hene, ji wan hin sedemên girêdayî partî û hêzên iraqî bi xwe ne. Hin sedem girêdayî faktorên herêmî û navneteweyî ne. Bê guman geşedanên dawîn nîşaneya fitneyê û şerekî navxweyî bû. Lê di dawiyê de dengê aqiliyê û zanbûnê bi ser ket. Birêz Muqteda Sedr  berê xwe da aqil û zanabûnê û wekî xuya dibe tê gihîşt ku hin rewşa ew tê de bi destê hin hêzên herêmî yên iraqî ye, ku pê re hevkar bûn da ku şîeyan bikişînin nava şerekî navxweyî.”

Yezidî wiha domand: “Bê guman ev faktorê herêmî roleke mezin di gurkirina rewşê û kûrkirina parçebûna di navbera hêzên siyasî yên Iraqê yên şîe, sunnî û Kurd de list. Welatên herêmê naxwazin li Iraqê îstîqrar pêk were, bi wê yekê berjewendiyên wan pêk tên. Bê guman Tirkiye ji wê ne dûr e.”

‘TIRKIYE ROLEKE NEYÎNÎ DILÎZE’

Têkildarî timayên dewleta Tirk li herêmê, nivîskar û rojnamevanê iraqî wiha dibêje: “Tirkiye îro yek ji wan dewletan e ku herêmên berfireh ên herêma Kurdistana Iraqê dagir dike û roleke neyînî li giştî herêmê dilîze. Timayên ku Erdogan lê digere, wekî vegerandina osmanîzmê, li ser hesabê welatên herêmê ne, li ser hesabê Sûriye û Iraqê û dewletên din ên hêzên leşkerî yên Tirkiyê tê de ne.

Hebûna Tirkiyê li herêmê bê guman xirabiya li wan welatan tîne, stargehên terorê û komên çekdar ên derveyî qanûnê peyda dike, yên ku li dijî îradeya gelê Iraqê û gelên din ên herêmê kar dikin.”

SENARYOYÊN MUHTEMEL

Yezidî li ser senaryoyên muhtemel jî wiha dibêje: “Piştî roja bixwîn a li Bexdayê ya beriya çend rojan ku xetereya şerekî navxweyî hebû, her wiha piştî ku Sedr alîgirên xwe vekişandin û şoreşa xwe rawestand, bê guman îro derî li pêş çareseriyeke aştiyane vekiriye ku divê rûniştinên meclisê bên lidarxistin, serokkomar bê hilbijartin, namzetê serokê hikumeta nû bê diyarkirin. Wê demê dikarin behsa senaryoyên piştî qonaxa demkî bikin.”

Yezidî wiha pê de çû: “Dibe ku bi lihevkirina hêzên siyasî hilbijartinên pêşwext hebin, lidarxistina van hilbijartinan dê ne kêmtirî sal û nîvekê be. Beriya wê dê parlamento bê jihevxistin, beriya wê jî dê qanûna hilbijartinan bê guhertin û komîseriyeke nû bê avakirin. Ji bo vê hinek dem divê.”

Yezidî wiha dawî li nirxandina xwe anî: “Komîseriya nû pêdiviya wê bi demekê heye ku were avakirin. Bi vê yekê, senaryoya herî gengaz niha, avakirina hikumeteke nû ye, hikumeteke fermî, ne hikumeta meşandina kar ku budçeyê erê bike, projeyên hatine rawestandin temam bike, aboriya welat bi rê ve bibe û beriya hilbijartinên pêşwext îstiqrarê pêk bîne. Hemû aliyên siyasî yên Iraqê li ser vê li hev dikin, lê hîna jî pêdivî bi lihevkirineke zêdetir heye.”

ANHA