​​​​​​​Koçberên Efrînê bi bandorên neyinî yên êriş û ambargoyê re rû bi rû ne

Ji destpêka Tebaxê ve hikumeta Şamê ambargoyeke giştî li ser kantona Şehbayê ferz kiriye û rê nade tu madeyan derbasî herêmê bibe. Ji wan mazot ku bandoreke neyinî li gelek aliyên jiyanê dibe. Bi vê siyasetê hewl didin careke din welatiyan koçber bike.

​​​​​​​Koçberên Efrînê bi bandorên neyinî yên êriş û ambargoyê re rû bi rû ne
30 tebax, 2022   01:50
ŞEHBA-XANDÎ ELO

Hemwextî gotegotên li ser lihevhatina hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Şamê ji destpêka Tebaxê ve ambargoyeke giştî li ser kantona Şehbayê ferz kiriye û nahêle tu made derbasî herêmê bibe.

Ev yek hemwextî êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê pêk tê ku ji beriya mehekê ve gundên kantonê û gundên navçeyên Şêra û Şêrawa yên kantona Efrînê ya dagirkirî topbaran dikin.

Vê ambargoyê bandoreke neyinî li kar û xebatên Desteya Şaredariyên Gel a Herêma Efrînê kir û pê re jî zirar digihê gel.

`ALIYEKÎ XEBYÊN XIZMETGUZARIYÊ Hatin RAWESTANDIN'

Li kantona Şehbayê ji ber nebûna mazotê, wesayîtan Desteya Şaredariyan nema dixebitin, lewma di vê mehê de aliyekî xebatên xizmetguzariyê hatin rawestandin.

Desetya Şaredariyan vê mehê xizmet ji gel re nekir û neçar ma li benda mazotê be ku projeyên xwe temam bikin.

'KEHREBE LI SER KANTONÊ QUT BÛ'

Li aliyekî din jî li çend gundên kantona Şehbayê jeneratorên desteyê du rojan nexebitîn. Ji ber vê şêniyên koçber ên li wan gundan nekarîn karê xwe bikin ji ber ku pêwîstiya wan bi kehrebeyê heye.

Di encamê vê ambargoyê de Desteya Şaredariyên Gel neçar ma saetên dayîna kehrebê ya rojane ji 7 saetan bike 4 saetan. Piştre jî kir 3 saetan û paş 2 saet û vê dawiyê kehrebe ji ser gelek gundan qut bû ji ber ku mazota pêwîst a pêxistina jeneratoran nema li herêmê peyda dibe.

'AV BI DERENGÎ DIGIHÊ GEL'

Di heman çarçoveyê de ji ber nebûna mazotê Desteya Şaredariyan neçar ma hejmara sehrîcên avê didin welatiyan kêm bike.

Kêmkirina hejmara sehrîcên avê bandoreke neyinî li jiyana welatiyan kir, ji ber gelek mal rojek an zêdetir bê av dimînin.

/kr/uploads/files/2022/08/29/182701_-.webp

Hevserokê Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê Feyîq Ehmed behsa bandora ambargoya li ser kantona Şehbayê kir û got: "Ji destpêka meha Tebaxê ve Şehba bi zehmetiyên ambargoya hikumeta Şamê li ser hatiye ferzkirin, rû bi rû ye. Hikumeta Şamê bi vê ambargoyê koçberên Efrînê dike hedef. Ev meh gelekî dijwar bû ji ber ku kêmbûna sotemeniyê bandorkeke neyinî li gel kir û Desteya Şaredariyan jî zehmetî kişandin. Ji ber ji mehekê ve xebatên me yên xizmetguzariyê rawestiyane."

Ehmed anî ziman ku êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmê rewşa koçberan zehmetir dikin, li aliyekî din jî rojane êrişî herêmê dikom û komkujiyan pêk tînin. Her wiha diyar kir ku ji hemû aliyan ve ambargo li ser herêmê heye û jê armanc dikin şêniyan ji vir dîsa koçber bikin.

(eh)

ANHA