Bi wêne û dîmen roja 5`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê

Qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlehî û Mirovî di roja 5`an de bi girtina gelek kesan ku guman li ser hebûn, pere û gelegeyên DAIŞ`ê û ruxandina gelek tunel û kortan bi dawî bû.

Bi wêne û dîmen roja 5`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen roja 5`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen roja 5`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen roja 5`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen roja 5`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen roja 5`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen roja 5`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen roja 5`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
Bi wêne û dîmen roja 5`an a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê
29 tebax, 2022   19:03
HESEKÊ

Qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlehî û Mirovî ku bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û piştgiriya YPJ/YPG, QSD`ê li Kampa Holê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 5`an de bi desteserkirina pere û belgeyên DAIŞ`ê û girtina gelek kesan bi dawî bû.

Em bi wêne û dîmen geşêdanên di nava rojê de bi were parve dikin.

Hêzên pêngavê îro beşa duyem ya îraqiyan xilas kir û dest bi beşa sêyem a îraqiyan kir. Xebatên lêgerînê di saetên 05:00`an de destpê kirin. Di encama pengavê de îro gelek kesên ku guman li ser wan hebûn hatin girtin. Her wiha jinek û 2 zilam dema lêgerînê hewl dan birevin ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin girtin.

Di berdewamkirina xebatên lêgerînê de gelek pere, belgeyên çeteyên DAIŞ, xetên telefonê yên îraqê, kompûter, telefonên veşartî hatin desteserkirin. Gelek konên vala, kort jî hatin dîtin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin ruxandin.

28 kes hatin girtin, di nav de 24 jin hebûn. Her wiha bi dehan bêrên ku di tunelan de bikar dianîn hatin desteserkirin.

Pêngav sibe di saetên sibehê de wê berdewam bike.

ANHA