​​​​​​​Rîham Heco: Li hember êrişan divê êzidî dev ji axa xwe bernedin

Endama Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Heco diyar kir ku hîn jî balafirên artêşa Tirk li esmanê Şengalê digerin û gefan li ewlehiya wê dixwin. Rîham îşaret bi siyaseta qirêj a li dijî civata êzidî kir ku bang li êzidiyan kir ku dev ji axa xwe bernedin.

​​​​​​​Rîham Heco: Li hember êrişan divê êzidî dev ji axa xwe bernedin
29 tebax, 2022   23:38
ŞENGAL

Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Nîsana 2017`an ve êrişên hewayî dibe ser herêma Şengalê, di encamê de gelek fermandar û êzidî şehîd bûn.

Roja yekşemê 28`ê Tebaxê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji 22`ê Tebaxê ve balafirên artêşa Tirk li esmanê Şenglê digerin.

Endama Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê û Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Heco ji ajansê re axivî û got: "Li dijî Şengalê û gelê wê siyaseteke qirêj didin meşandin û bi hemû rêbazan hewldana têkbirina destkeftiyan dikin."

Rîham îşaret bi firîna balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li esmanê herêma Şengalê kir û wiha dewam kir: "Tirkiye ji mêj ve dijminatiya civata êzidî dike û li dijî wan komkujî pêk anîn. Ji firîna balafiran li ser Şenglê armanc dike, welatiyan bitirsîne û gefan li ewlehiya herêmê bixwe."

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê hikumeta Iraqê berpirsa êrişên li ser Şengalê dît û bang li Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li hember sûcên dewleta Tirk bi erkê xwe rabe.

Rîham Heco bi domdarî got: "Fermanên li dijî civata êzidî ji 2014`an ve dewam dikin. Dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Iraq û hikumeta PDK`ê dixwazin herêma Şengalê ji niştecihên wê vala bikin û dijminatiya êzidiyan dikin. Heta di vê çarçoveyê de hevkarî û lihevkirin di nav wan de heye û siyaseteke kirêt li dijî êzidiyan dimeşînin."

Rîham Heco da zanîn ku li hember êrişên li ser civata êzidî û têkbirina komployên dijminên vê civatê, divê berxwedan li ser axa Şengalê berdewam bike.

Endama Meclisa Rêveberiya Xweseriya  Demokratîk a Şengalê diyar kir ku civata navneteweyî jî berpirsa parastina civata êzidî ji êrişên DAIŞ`ê ye. Her wiha bang li gelê Kurdistanê kir ku destekê bidin êzidiyan û piştgiriya Şengalê bikin.

Duh (TAJÊ) li ser malperên medya civakî kampanya haştaga "Na ji koçberiyê re" dabû destpêkirin û tê de bang li êzidiyan kir ku dev ji xaka xwe bernedin û nekevin xefka siyasetên dijberî hebûna wan.

(eh)

ANHA