Piştî vekişîna Sedr ji siyasetê, Îranê daxwaz ji welatiyên xwe kir serdana Iraqê nekin

Piştî vekşîna Sedr ji siyasetê û derketina aloziyan li Bexdayê, Wezareta Navxwe ya Îranê daxwaz ji hemwelatiyên Îranê kir serdana Iraqê nekin û geştên xwe ragirin.

Piştî vekişîna Sedr ji siyasetê, Îranê daxwaz ji welatiyên xwe kir serdana Iraqê nekin
29 tebax, 2022   16:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî vekşîne Sedr ji siyasetê, derketina aloziya li Bexdayê û ragihandina rewa awarte li seranserî welêt, Wezareta Navxwe ya Îranê bi daxuyaniyekê daxwaz ji hemwelatiyên Îranê kir ji bo selametiya canê xwe serdana Iraqê nekin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Em ji bo selametî û vegerandina welatiyên Îranê yên serdana Necef û Kerbelayê kirine di nava hewildanan de ne.”

Li aliyê din balyozxaneya Îranê ya li Iraqê daxwaz ji hemwelatiyên Îranê kir serdana Bexda, Kazimiye û Semara nekin ji ber ku li Bexdayê qedexeya hat û çûnê hatiye ragihandin.