'Şehîd Bêrîvan Zîlan ji bo rizgarkirina jinan şer kir'

Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrînê ji bo şehîd Bêrîvan Zîlan ku di 17`ê Hezîranê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûye, merasîma xiyabî li dar xist.

'Şehîd Bêrîvan Zîlan ji bo rizgarkirina jinan şer kir'
'Şehîd Bêrîvan Zîlan ji bo rizgarkirina jinan şer kir'
'Şehîd Bêrîvan Zîlan ji bo rizgarkirina jinan şer kir'
'Şehîd Bêrîvan Zîlan ji bo rizgarkirina jinan şer kir'
'Şehîd Bêrîvan Zîlan ji bo rizgarkirina jinan şer kir'
29 tebax, 2022   16:39
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a gundê Til Qirah a kantona Şehba kom bûn û tev li merasîma xiyabî ya şehîd Bêrîvan Zîlan bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê Nadir Muslim axivî û got: “Şehîd Bêrîvan gelên bindest ji dewletên ku dixwazin wan qir bikin, parast. Şehîd Bêrîvan axa welatê xwe ya pîroz bi xwîna xwe av da. Di oxira parastina rûmeta mirovahiyê li hember zulm û nijadperestiya dewletan, canê xwe feda kir.”

Endama Kongra Star Wehîda Xelîl di merasîmê de axivî û got: “Şehîd Bêrîvan ne tenê li çiyayan tê koşiya, lê belê roleke mezin di birêxistinkirina civakê de li gorî rêgezên neteweya demokratîk lîst. Her wiha dozên jinan mereqa wê ya herî mezin bû. Şehîd Bêrîvan di têkoşîna xwe de, hewl da jin mafê xwe yê xwezayî vegerîne. Ji bo pêşxistina kesayeta jinan di hemû qadên jiyanê de gelek hewldan kir. Hedefgirtina wê, ji bo têkbirina aliyê rêxistinî û siyasî ya jinan bû. Şehîd Bêrîvan Zîlan ji bo rizgarkirina jinan şer kir. Dijmin nizane ku şehîd Bêrîvan li dû xwe bi hezaran Bêrîvan hiştiye ku şopdarên rêya wê ne.”

Her wiha hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û behsa bandora Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li ser serhildana gel kir û got: “Dema civaka kurd di encama hemleyên domdar ên dijmin de di nav tevliheviyê de bû, PKK`ê derket, ji vê civakê re bû bersiv û ew ji wê tevliheviyê derxist. Jinan jî roleke mezin di avakirina vê partiyê û têkoşîna wê de lîst.”

Şîraz Hemo balkşand ser têkoşîna şehîd Bêrîvan di Şoreşa Rojava de û got: “Şehîd Bêrîvan roleke çalak di Şoreşa Rojava de lîst bi taybet li Efrînê. Di pêngava Berxwedana Serdemê û sekna li hember dijminan wê demê de, pêşeng bû.”

Merasîm bi silavkirina berxwedana şehîdan bi dawî bû.

(dm)

ANHA