Endamê Parlemantoya Belçîkayê: Çi operasyon li herêmê, DAIŞ jê sûdê digire

Parlemanterê belçîkî George Dalamin di hevdîtina xwe ya li geê Ebdulkerîm Umer de destnîşan kir ku ew bi pêkanîna aramiya herêmê re ne û operasyonên leşkerî yên ku ji bilî DAIŞ’ê tu kes jê sûd nagire, red dikin.

Endamê Parlemantoya Belçîkayê: Çi operasyon li herêmê, DAIŞ jê sûdê digire
29 tebax, 2022   17:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 29’ê Tebaxê şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji nûnerê rêveberiyê yê li Ewropayê Ebdulkerîm Umer û endama nûnertiya rêveberiyê li Yekitiya Benelux Îsa Hena pêk hat, bi parlemanterê Belçîkî Georg Dalamin li navenda parlemantoya belçîkî re civiyan.

Herdu aliyan di civînê de behsa rewşa Sûriyê bi giştî û herêmên Rêveberiya Xweser bi taybetî kirin, her wiha zehmetiyên siyasî, ewlehî û aborî yên li pêşiya rêveberiyê dibin bend, gef û êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmê, çi yên bi topbaranê yanî bi balafirên bêmirov ên biçek, nîqaş kirin.

Her wiha di civînê de behsa plana Tirkiyê ya dagirkirina herêmê bi armanca têkbirina aramiya herêmê hat kirin û herdu aliyan teqez kir ku ev plan dikeve bin berjewendiyên DAIŞ’ê. Her wiha parlemanterê belçîkî, bi sûc û guhertina demografiyê ya li herêmên dagirkirî pêk tên, hat agahdarkirin.

Parlemanterê belçîkî George Dalamin rola QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê û fedakariya Kurdan û pêkhateyên Bakur û Rojholatê Sûriyê di şerê DAIŞ’ê de silav kir û destnîşan kir ku divê ji ber mijûlbûna civata navneteweyî bi şerê Rûsya û Ukraynayê re, rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê neyê paşguhkirin.

George Dalamin diyar kir ku ew bi pêkanîna aramiya herêmê ne û çi operasyonên li dijî herêmê werin pêkanîn wê red dikin ji ber ku ji bilî DAIŞ’ê kes jê sûdê nagire.

(mh)

ANHA