​​​​​​​Filma Gava Şitil Mezin Dibin li Kobanê hate pêşandan

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê li fîlma Gava Şitil Mezin Dibin a Komîna Film a Rojava, temaşe kir ku li hola Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê hate pêşandan.

​​​​​​​Filma Gava Şitil Mezin Dibin li Kobanê hate pêşandan
25 tebax, 2022   18:20
 KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê li fîlma Gava Şitil Mezin Dibin a Komîna Film a Rojava, temaşe kir ku li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê hate pêşandan. Komîna Film a Rojava bi hevkariya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê gelek film li kolanên taxa Kobanê kişandin.

Beriya pêşandana filmê, derhênerê filmê Rêger Azad Kaya axivî û diyar kir ku ev film bi keda şêniyên bajêr hate kişandin.

Rêger Azad Kaya got: “Ez filmê diyarî 4 şehîdên gundê Şemokê yê kantona Hesekê dikim ku di 18`ê Tebaxê de di encama êrişa balafirkeke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.”

/ar/uploads/files/2022/08/25/172640_2022-8-25-kob-film-28329.webp

Kaya wiha domand: “Me xwest, balê bikişînin rewşa zarokan ku di şert û mercên herî dijwar de ji ber şer, dijîn. Ji ber wê hîna gelek zehmetiyan dikişînin. Herî dawî şehîdxistina zarokan li nêzî bajarê Hesekê ji aliyê dewleta Tirk ve.”

Gelek şênî tev li pêşandana filmê bûn. Çîroka wê li ser Rêveberiya Xweser a Kobanê piştî rizgarkirina bajêr û amadekariyên şerê gel ê şoreşgerî li dijî hêzên dagirker e.

Tê payîn ku fîlmên Berfîn ku Ozlem Yaşar derehêneriya we kiriye, Balckberry Season(Dema Dirireşkan) ku Haşim Aydemir derhêneriya wî kiriye û ‘Berû’ ku Savînaz Evdikê derhêriya wê kiriye û gelek fîlmên din ji aliyê Komîna Fîlman a Rojava ve ji 25`ê Tebaxê heta 15`ê Îlonê li Navenda Baqî Xido û dûre li Qamişlo, Dêrik û Hesekê werin pêşandan.

ANHA