​​​​​​​Bi wêne û dîmen: Roja yekemîn ji qonaxa duyemîn a Operasyona 'Mirovî û Ewlehiyê'

Roja yekemîn ji qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku vê sibehê Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê ragihandibû, bi dawî bû. Nûçegihanên me yên operasyonê gav bi gav dişopînin, rêveçûna operasyonê di roja yekemîn de bi wêne û dîmenan belge kirin.

​​​​​​​Bi wêne û dîmen: Roja yekemîn ji qonaxa duyemîn a Operasyona 'Mirovî û Ewlehiyê'
​​​​​​​Bi wêne û dîmen: Roja yekemîn ji qonaxa duyemîn a Operasyona 'Mirovî û Ewlehiyê'
​​​​​​​Bi wêne û dîmen: Roja yekemîn ji qonaxa duyemîn a Operasyona 'Mirovî û Ewlehiyê'
​​​​​​​Bi wêne û dîmen: Roja yekemîn ji qonaxa duyemîn a Operasyona 'Mirovî û Ewlehiyê'
​​​​​​​Bi wêne û dîmen: Roja yekemîn ji qonaxa duyemîn a Operasyona 'Mirovî û Ewlehiyê'
​​​​​​​Bi wêne û dîmen: Roja yekemîn ji qonaxa duyemîn a Operasyona 'Mirovî û Ewlehiyê'
25 tebax, 2022   18:46
HESEKÊ

Di demên dawîn de gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne. Yên herî zêde ji van êrişan û gefên dagirkeriyê sûdê werdigirin şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ne, ku li benda derfetekê ne da ku xwe ji nûve zindî bikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) vê sibehê bi civîneke çapemeniyê qonaxa duyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” ragihand.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, operasyon ji bo rêgirtina li DAIŞ`ê, zuhakirina jîngeha bixwîna ya ku ji wan re dibe alîkar û ji bo xelaskirina niştecihên Kampa Holê ji teror û belaya wan hatiye destpêkirin.

Hêjayê bibîrxistinê ye ku qonaxa yekemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” di 28`ê Adara 2021`an de dest pê kiribû û 2`ê Nîsanê bi dawî bû. Di encamê de 125 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hatin girtin, ku 20 ji wan serçeteyên DAIŞ`ê bûn.

Qonaxa duyemîn ya operasyonê îro di saetê 05:00`ê berbangê de ji beşa yekemîn a Kampa Holê ya taybet bi penaberên Iraqê dest pê kir. Di vê çarçoveyê de, Hêzên Ewlekariya Hundirên li beşa yekemîn a kampê dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Her wiha îro xebatên nûkirina belgeyên niştecihên kampê, diyarkirina hejmar û nasnameyên wan dest pê kirin, da ku birêxistinkirina kampê di pêşerojê de hêsantir bibe. Ev xebat dê heta bidawîbûna qonaxa duyemîn a “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” berdewam bikin.

Di roja yekemîn ji qonaxa duyemîn a operasyonê de, nûçegihanên me yên kêlî bi kêlî operasyon şopandin, bi wêne û dîmenên kişandine rêveçûna operasyonê belge kirin.

Tê payîn ku sibe di saetên serê sibehê de operasyon di beşa yekemîn a kampê de berdewam bike.

(cb, es)

ANHA