Îsraîlê li ser hev gundewarê Hemayê bombebaran kir

Îsraîlê vê êvarê, bi moşekan û balafiran gelek dever li gundewarê Hemayê bombebaran kirin.

Îsraîlê li ser hev gundewarê Hemayê bombebaran kir
25 tebax, 2022   18:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa SANA`yê ragihand ku; pergala parastina ya hewayî ya hikumeta Şamê hîna armancên hewayî li asîmanê Misyaf ê gundewarê Hemayê bê bandor dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) got balafirên Îsraîlê vê êvarê êrişî gelek nuqteyan li rojavayê Hemayê kirine.

Li gorî SOHR`ê, di êrişan de, rêya Wadî Iyûn rojavayê Misyaf û herêma Bihûs Ilmiye, herêma Siwêda li başûr rojhilatê Misyafê, hatine hedefgirtin. Agahî hene ku herêma Cib Remle jî hatiye hedefgirtin û Îsraîlê nuqte û depoyên hêzên alîgirên Îranê kirine hedef.