Li Amûdê 33 şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn 

Li bajarê Amûdê 33 şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê yên ku ji bo doza Kurdistanê û li ber xaka welata li deverên cûda şehîd bûne li Goristana Şehîd Îsmaîl a li bajêr hatin bibîranîn.

Li Amûdê 33 şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn 
Li Amûdê 33 şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn 
Li Amûdê 33 şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn 
Li Amûdê 33 şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn 
Li Amûdê 33 şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn 
Li Amûdê 33 şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn 
Li Amûdê 33 şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn 
Li Amûdê 33 şehîdên meha Tîrmeh û Tebaxê hatin bibîranîn 
25 tebax, 2022   17:59
QAMIŞLO 

 Li Goristana Şehîd Îsmaîl a bajarê Amûdê 33 şehîdên meha Tîrmehê û Tebaxê bi amedebûna gelê bajêr û gelek saziyên Rêveberiya Xweser hatin bibîranîn. 

Bîranîn bi deqeyek rêzgirt li ser giyanê şehîdan despêkirin piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Amûdê Îlham Ebdulqahir axivî.

Îlham Ebdulqahir di destpêka axivitina xwe de ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û wiha got: “Gef û êrişên ku îro li ser xaka welatê me tê jiyîn bi giştî planên dewletên navneteweyî yên dagirker in. Armanca wan ji van gef û êrişan ew e ku destkeftiyên bi xwîna zarokên me hatine bidestxistin, têk bibin. Em weke Meclisa Malbatên Şehîdan heta dawî dê xwedî li destkeftiyên qehremanên xwe derkevin û biparêzin. Em carek din soza xwe nû dikin li hember şehîdên xwe yên dozê û em dibêjin hetanî henaseya xwe ya dawî em ê xaka xwe ji êriş û dagirkeriyê biparêzin, bibin layîqê keda şehîdan û fikir û felsefeya rêber Apo.”

Îlham Ebdulqahir wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em careke din soz didin şehîdên xwe di bin her şert û mercan de em ê li ber xwe bidin li hember gef, êrişên dagirkeriya Tirk. Em hevkariya hêzên navneteweyî ya bi dewleta Tirk re şermezar dikin û dibêjin em ê tu caran destûr nedin van planên we yên qirêj li ser xaka welatê me ya ku bi xwîna şehîdên me hatiye parastina, pêk bên.”

 Piştre nasnameyên şehîdan ji aliyê endama PYD`ê Mîdya Sehdo û Hena Xalid ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.  Bîranîn bi berzkirina dirûşmên “Şehîd Namirin,” “Na ji Dagirkeriyê re” û “ Bijî Serok APO” hat bi dawî bû.

 ANHA