Kombûna Jinan a Zenûbya: Êrişên dewleta Tirk vîna jinan naşikîne

Kombûna Jinan a Zenûbya, êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û teqezî bi piştgirtiya QSD û şopandina rêya şehîdan û felsefeya rêber Abdullah Ocalan kir. Kombûnê, destnîşan kir êrişên dagirkeriyê vîna wan naşikînin.

Kombûna Jinan a Zenûbya: Êrişên dewleta Tirk vîna jinan naşikîne
25 tebax, 2022   15:48
REQA

Bi dehan endamên Kombûna Jinan a Zenûbya li pêşiya navenda xwe ya li Reqayê kom bûn.

Berdevka kombûnê Xûd El Îsa daxuyaniyek bi navê kombûnê xwend û tê de got: “Bêbextiya dewleta Tirk a faşîst û çeteyên wê, kiryarên wê yên derexlaqî û dermirovî bi dawî nabin. Rojane navçe û gundan topbaran dikin.

Dewleta Tirk a dagirker duh navçeya Til Rifetê kir hedef û di encamê de 3 welatî şehîd bûn. Ji ber balafirên wê yên bêmirov sivîl û zarok dibin qurban. Gelo aliyên ku parastina mafên mirovan îdia dikin li ku ne? Ma parêzvan bûya celad ?

Em sûcên dagirkeriya Tirk şermezar dikin. Çi dike bila bike, ew nikare vîna me ya ji bo biserxistina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan têk bibe.

Em mil bi mil bi QSD`ê, vegerandina herêmên dagirkirî re ne. Dê şehîd minareya me bin ku rêya têkoşînê ji me re ronî dikin da ku em felsefeya rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan bi ser bixin.”

(dm)

ANHA