​​​​​​​​​​​​​Di qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de nûkirina belgeyên penaberên îraqî

“Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê sibê ragihandiye, didome. Di çarçoveya wê de belgeyên penaberên iraqî yên di beşa yekemîn a Kampa Holê de dimînin, tên nûkirin.

​​​​​​​​​​​​​Di qonaxa duyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê de nûkirina belgeyên penaberên îraqî
25 tebax, 2022   15:20
 HESEKÊ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), Yekîneyên Parastina Gel (YPG û YPJ) li dijî şaneyên DAIŞ`ê ku di vê dawiyê de bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re tevgerên xwe zêde kirin, operasyoneke ewlehiyê ragihand. Ev qonaxa duyemîn a operasyona ewlehiyê ye.

Di çarçoveya vê operasyonê de, Hêzên Ewlekariya Hundirên di beşa yekemîn a Kampa Hol de dest bi xebatên lêgerînê kirin. Ev beş taybet a penaberên Îraqê ne. Hîna xebatên vegerandina ewlehiyê ji vê beşê re berdewam in.

Kampa Hol ji 8 beşan pêk tê. Tê de zêdetirî 54 hezar û 390 sûrî, iraqî, biyanî û hevser û zarokên çeteyên DAIŞ`ê hene. Ji bo temamkirina tedbîrên ewlehiyê yên vê operasyonê, Rêveberiya Kampa Hol, çavdêriya nûkirina belgeyên penaberên îraqî yên di vê beşê de dimînin, dike.

Li gorî çavdêran armanc ji nûkirina belgeyên niştecihên kampê; diyarkirina hejmar û nasnameya niştecihan e da ku xebatên birêxistinkirina kampê di pêşerojê de, hêsantir bibin. Ev xebat dê heta bidawîbûna “Operasyona Mirovî û Ewlehiyê” berdewam bikin.

ANHA