Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê a Sûriyê têkildarî demorkatiya jinan komxebatek li dar xist

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Reqayê, bi dirûşma “Bi hev re demokratiya jinan di hundirê Sûriyê de bisepînin”, komxebatek li dar xist. Beşdarên komxebatê, mijarên girêdayî jinan li Sûriyê, zehmetiyên ku jin li Idlibê dikişînin li gel hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê çi ne, nîqaş kirin.

Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê a Sûriyê têkildarî demorkatiya jinan komxebatek li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê a Sûriyê têkildarî demorkatiya jinan komxebatek li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê a Sûriyê têkildarî demorkatiya jinan komxebatek li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê a Sûriyê têkildarî demorkatiya jinan komxebatek li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê a Sûriyê têkildarî demorkatiya jinan komxebatek li dar xist
Meclisa Jinan a Partiya Pêşerojê a Sûriyê têkildarî demorkatiya jinan komxebatek li dar xist
25 tebax, 2022   15:40
REQA

Bi dehan jin ji Hema, Hums, Heleb û Laziqiye, endamên Meclisa Giştî ya Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê, şandeyeke Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), nûnerên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Kongra Star, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û endama Desteya Serokatiya MSD`ê Îlham Ehmed di komxebatê de beşdar bûn.

Di destpêka komxebatê de, seroka Nivîsgeha Perwerdeyê ya Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Sena El Xidir axivî û bernameya komxebatê diyar kir. Piştre, nûnera Meclisa Idlibê ya Kesek Meysûn El Fadil, berdevka Meclisa Jinan a partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Idlibê Nahid Nehas, nûnera Weqfeya Jinan a Idlibê ya Kesk Sefa El Taha vexwendin da ku dîwana komxebatê bi rêve birin û mijara yekemîn a komxebatê şîrove bikin.

BI HATINA BAAS RE JIYANA SIYASÎ BI TEMAMÎ RAWESTIYA

Nûnera Meclisa Idlibê ya Kesk Meysûn El Fadil got: “Dema Baas gihaşt desthilatdariyê, pê re pergala siyasî ya welêt, kontrol kir ku hebûna partiyên din qebûl nake. Di encamê de jiyana siyasî bi giştî rawestiya.”

Her wiha Meysûn El Fadil daxuyand ku partiya Baas kar û xebatên medenî, civakî û siyasî yên jinan kontrol kirin û wiha domand: “Hafiz El Esed rêxistinên girêdayî xwe ava kir mîna Talaê Baas (Pêşengên Baas) Yekitiya Ciwanên Şoreşger (Itîhad Şebîbe Sewriye) Yekitiya Giştî ya Jinan (Itîhad Am El Nîsaî) ava kirin. Hafiz El Esed roleke mezin di sepandina desthildariya xwe û rûniştandina têgehên Baasê de lîst. Ev yek bi awayekî neyînî bandor li jinan kir.”

Her wiha Meysûn El Fadil îşaret bi tevlêbûna jinên Ildibê di şoreşê de kir û got: “Jin tev li xwepêşandanan bû ku careke din giyan da rola jinan li Idlibê.”

Meysûn El Fadil diyar kir ku ji bi rêxistinkirina jinên Idlibê û firehkirina qada xebatên wan, Meclisa Idlibê ya Kesk di 7`ê Tîrmeha 2019`an de ava bû û got: “Têkoşîna jinên Idlibê bi avakirina meclisê tacîdar bû. Her wiha da ku em bi jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, dest bi dest jinan bi rêxistin bikin û wê di hemû qadan de xurt bikin û tev li xebatên avakirin û rizgarkirinê bikin.”

ŞOREŞA JINAN LI IDLIBÊ

Piştî bidawîbûna axaftina Meysûn El Fadil, sînevizyonek têkildarî rewşa jinan li Idlibê, li gel hebûna dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hate pêşandan.

Beşdaran piştî bi dawîbûna sînevizyonê, pesna vîna jinên Idlibê dan ku xwe li Reqayê bi rêxistin kirin û dest bi belavkirina çanda demokratiyê di nava jinên li Idlibê de kirin.

Beşdaran teqezî bi rola pêşeng a jinan di şoreşera Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kir û diyar kirin ku ji ber ku dewleta Tirk hesab ji birêxistinbûyîna jinan û vîna wan re dike, wan dike hedef. 

Paşê, nûnera Weqfeya Jinan a Idlibê ya Kesk, Sefa El Taha şoreşa jinan li Idlibê şîrove kir û got: “Jin li Idlibê ji ber komên opozîsyonê, zehmetiyan dikişînin. Ruxmî wê jî hewldanên xwe berdewam dikin da ku dengê xwe ragihînin cîhanê.”

Sefa El Taha destnîşan kir ku jinên li bakurê Sûriyê xwe gihandin hemû jinan li Sûriyê û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Ruxmî zehmetiyên ku jin li Sûriyê dikişînin, lê em xwedî vîneke xurt in û dê bi rêya wê xwe bigihînin maf û azadiya xwe. Em di wê baweriyê de ne ku em ê cihê xwe di hemû qadan de bigirin ji bo pêşerojeke demokratîk ji Sûriyê re ava bikin.”

`BÊ JIN ALOZIYA SÛRIYÊ ÇARESER NABE`

Dûre, berdevka Meclisa Jinan a Sûriyê Sema Şaranî axivî û diyar kir ku têkiliyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jinên li hundirê Sûriyê re, gaveke gelek girîng e ku hêviyê di rêya wan de ronî dike. Ew derfeteke dîrokî ye ku dubare nabe. Şoreşa me, tecrubeyeke mirovî ya reformê ye.”

Di dawiyê de Sema Şaranî got: “Em dizanin ku li pêşiya jinên Sûriyê gelek astengî hene heta ku ev tecrube ragihîne hemû jinan li cîhanê, lê tiştek li pêşiya jinên têkoşer û şoreşger nabe asteng. Wê heta pêkanîna vê armancê tişta pêwîst bike. Bê tevlêkirina jinan di sazkirina destûrê de, aloziya Sûriyê çareser nabe.”

`PÊXISTINA GIYANÊ ŞOREŞÊ LI CEM JINAN`

Hevseroka Meclisa Leşkerî ya Reqa Îman Mihemed destnîşan kir ku hebûna YPJ`ê di vê komxebatê de, li ser hêza jinan, berxwedan û têkoşîna wan, pêxistina giyanê şoreşê li cem hemî jinan îsbat e.

Îman Mihemed destnîşan kir ku ew ê heta pêkanîna serkeftinê û azadiyê ji hemî jinên bidest re, şopdarên rêya şehîdan bin.

Komxebat bi diyarkirina encamnameyekê bi dawî bû;

Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê, divê hemû herêmên dagirkirî werin rizgarkirin. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji wan herêman derkevin.

Divê bi rêya dabînên navneteweyî, koçber û penaber vegerin warên xwe.

Divê dewleta Tirk ji ber sûcên hovane yên ku komên wê yên terorsît pêk tînin, were sûcdarkirin û  li gel dadgehên navneteweyî were darizandin. Di nav wan dozan de, doza şehîd Hevrîn Xelef.

Divê jinên Sûriyê tev li xebatên siyasî û çêkirina biryaran bin.

Divê hemû girtiyên jin serbest werin berdan û çarenûsa wan bê eşkerekirin.

Ji bo belgekirina sûcên li herêmê pêk tên, divê komîteyên qanûnî yên NY`yê derbasî herêmê bibin û rê li pêşiya ragihandinê li hundirê Sûriyê û herêmên dagirkirî were vekirin.

Ji bo rûniştandina demokratiyê li herêmên Sûriyê bi giştî, divê têkoşîn û berxwedana civakî ya jinan were mezinkirin.

Divê operasyonên leşkerî li hemû herêmên Sûriyê werin rawestandin da ku jin, zarok werin parastin û ewlehî pêk were.

Divê hemû biryarên navneteweyî yên têkildarî çareseriya Sûriyê, mîna biryar 2254 û biryara têkildarî tevlêkirina jinan di xebatên aştiyê de ya bi hejmar 1325 werin çalakkirin.

Têkilî bi hemû jinan re çi li derve yan jî hundirê Sûriyê werin avakirin.

ANHA