Beşdarên çalakiya li Qamişlo bi yek dengî banga girtina qada hewayî ya herêmê kirin

Di çalakiya kovedanê ya li Qamişlo de, şêniyên Qamişlo, bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî yên ku parastina mafên mirovan îdia dikin, şermezar kirin û banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember dagirkeriya Tirk kirin.

Beşdarên çalakiya li Qamişlo bi yek dengî banga girtina qada hewayî ya herêmê kirin
25 tebax, 2022   14:28
QAMIŞLO

Çalakiya konvedanê ya bi dirûşma “Dadmendiya we li ku ye?” ku di 12’ê Tebaxê de ji aliyê Hêzên Parastina Civakê (HPC) û Kongra Star ve ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk li pêşiya Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a NY’ê ya Qamişlo li dar ketiye, di roja xwe ya 14’emîn de didome.

Îro pêncşem, endamên Desteya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê tev li çalakiyê bûn.

Di destpêkê de cîgirê hevseroketiya Desteya Rêveberiya Xwecih a herêma Cizîrê, Xasan Adil wiha axivî: “Em dibêjin ku cîhan li kuştina zarokên me temaşe dike. Gelo çawa zarokên me tên kuştin, malên me wêran dibin û herêmên me topbaran dibin û kesek mudaxele nake û vê destwerdana hovane ya dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê me ranawestîne.”

Adil got dewletên garantor, Rûsya û Amerîka berpirsên êrişên dewleta Tirk ên li dijî herêmê ne û destnîşan kir ku bêdengiya wan tê wê wateyê ku bi Tirkiyê re hevkar in.

Her wiha Xasan Adil careke din soz da ku li ser şopa şehîdan bin û bang li cîhanê û civata nacneteweyî kir ku ji bo rawestandina êrişên dagirkeriya Tirk helwesteke cidî nîşan bidin û qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigirin.

'EGER NE EW BA DÊ TU BA Û EGER NE TU BA DÊ EZ BAMA’

Di heman çarçoveyê de, Saziya Ragihandinê ya Nûdem bi dirûşma “Eger ne ew ba dê tu ba û eger ne tu ba dê ez bama”, li pêşiya Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a NY’ê ya Qamişlo êrişên dagirkeriya Tirk protesto kirin.

Bi dehan malbatên şehîdan û endamên Saziya Ragihandinê ya Nûdem tev lê bûn.

Di destpêka protestoyê de daxuyaniyek ji aliyê endamên Saziya Ragihandinê ya Nûdem, Siyamend Elî û Torîn Hisên ve hat xwendin.

Daxuyanî wiha ye: “Bi salan e artêşa Tirk serweriya Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpê dike û hemû cureyên çekan û balafirên bêmirov ên biçek li dijî şêniyên sivîl bi kar tîne.

Meclisa Ewlehiyê ya NY’ê 6 sûcên binpêkirinê yên li dijî zarokan diyar kirine, lê gava mesele  girêdayî zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyê be ku heta niha li ber çavên cîhanê tên kuştin û koçberkirin, ev bend hemî mîna hibrê li ser kaxizê dimînin.

DURÛTIYA CIVATA NAVNETEWEYÎ LI HEMBER SÛCÊN TIRKIYÊ

Em êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser jîngehan, herêma pîşeyî ya Qamişlo şermezar dikin. Di wan êrişan de zarok hatin kuştin û gelek zirar gihaştin milkên welatiyan.  

Heta kengî dê ev durûtî bidome? Heta kengî dê mafên zarokên me ji wan werin standin? Bi çi mafî dewlet di serî de Tirkiyê zarokên me dikujin?

Em sersaxî ji malbatên qurbanan re û şîfayê ji birîndaran re dixwazin. Ev sûca hovane berdewamiya sûcên li dijî sivîlên Sûriyê bi giştî ye.

Em bang li NY’ê û hemû aliyên berpirs û rêxistinên mafên zarokan û mirovan dikin ku zextê li Tirkiyê bikin û êrişên wê rawestînin, her wiha ji bo belgekirina sûc û binpêkirinên Tirkiyê û cezakirina wê komîteyek serbixwe ava bikin.”

(mh)

ANHA