Serokê El-Qaîdeyê Eymen El Zewahirî li Efganistanê hat kuştin

Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku serokê El-Qaîdeyê Eymen El-Zewahirî di êrîşeke hewayî ya Amerîkayê ya roja şemiyê li Efganistanê pêk aniye de, hatiye kuştin.

Serokê El-Qaîdeyê Eymen El Zewahirî li Efganistanê hat kuştin
2 tebax, 2022   08:46
 NAVENDA NÛÇEYAN

Êvara duşemê serokê Amerîkayê Joe Biden ji medyaya Amerîkî re axivî û ragihand ku serokê El-Qaîdeyê Eymen El Zewahirî li Efganistanê di êrîşeke Amerîkayê de hatiye kuştin û got, “Edalet pêk hat, ev terorîst hat tunekirin.”

Biden got ku îstixbaratê di destpêka îsal de cihê El-Zewahirî tesbît kiriye û di êrişa Amerîkayê de ti tiştek bi endamên malbata wî nehatiye û ti sivîl nebûne qurbanî.

Rayedarên amerîkî yên ku nexwestin navên xwe eşkere bikin jî, gotin ku DYA'yê roja yekşemê di saet 06:18`an de danê sibehê li gorî dema herêmî li paytexta Efganistan Kabulê êrîşek bi dronan pêk aniye.

Rayedarekî payebilind ê Amerîkayê ji rojnamevanan re got ku îstixbarata Amerîkayê bi baweriyeke mezin bi rêya gelek jêderan destnîşan kir ku kesê hatî kuştin, El-Zewahirî ye. Ew li balkona maleke ewle li Kabulê hat kuştin ku tevî malbata xwe li wir dima û tu zirarên din ên canî çênebûne.

Ev operasyona yekem a eşkere ya DYA`yê ye ku ji dema vekişîna ji Efganistanê ve, li dijî armanceke El-Qaîdeyê li Efganistanê pêk tîne.

EL-ZEWAHIRÎ KÎ YE?

El-Zewahirî bijîşkekî Misriî bû ku bûye yek ji kesên herî zêde li cîhanê tê xwestin. Ew yek ji plankerên êrîşên Îlona 2001`an yên li DYA`yê tê hesibandin, ku di encamê de 3 hezar kes hatibûn kuştin. El-Zewahirî ji wê demê ve ne xuya ye.

El-Zewahirî piştî kuştina Usama Bin Ladin li Pakîstanê di sala 2011'an de, serkirdetiya El-Qaîdeyê wergirt. Amerîkayê ji bo girtina agahiyên li ser wî 25 milyon dolar xelat diyar kir.

Malpera “Rewards for Justice” ragihand ku El-Zewahirî ligel endamên din ên payebilind ên El-Qaîdeyê êrîşa 12'ê Cotmeha 2000'î ya li dijî keştiyeke hêzên deryayî ya Yemenê organîze kiriye, ku di encamê de 17 deryavanên amerîkî hatibûn kuştin û zêdetir 30 kesên din jî birîndar bûn.

Li Amerîkayê ji ber rola wî ya di teqîna 7'ê Tebaxa 1998'an de li ser balyozxaneyên Amerîkayê yên li Kenya û Tanzanyayê, ku di encamê de 224 kes hatin kuştin û zêdetirî 5 hezar kesên din jî birîndar bûn, doz hat vekirin.

STARGEHA TERORÊ

Bi kuştina El-Zewahirî re ev pirs tê meraqkirin, gelo Talîban piştî di Tebaxa 2021`an de hat ser hikumê û Amerîka ji Efganistanê vekişiya, ji wî re stargehek peyda kiribû?

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken roja duşemê got ku Tevgera Talîbanê bi hewandina serokê El-Qaîdeyê Eyman El-Zewahirî , Peymana Dohayê binpê kiriye.

Berdevkê Talîbanê Zebîhullah Mucahîd jî li ser Twitterê derbarê êrîşeke asmanî li ser maleke li navçeya Şêrpûr a Kabulê, twittek belav kir.

Mucahîd ev êrîş bi tundî şermezar kir û wek binpêkirina "prensîbên navneteweyî" bi nav kir.