PYD`ê şehîd 'Bavê Cûdî' bi bîr anî

PYD`ê yek ji pêşengên xwe şehîd 'Bavê Cûdî' bi bîr anî, ku di 2004`an de bi destê “îstixbarata rejîma zordest a navendî” hat şehîdxistin. PYD`ê soza dewamkirina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê dubare kir.

PYD`ê şehîd 'Bavê Cûdî' bi bîr anî
2 tebax, 2022   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 18`emîn a şehadeta têkoşer Ehmed Hisên “Bavê Cûdî” ku di encama îşkenceya bi destê îstixbarata hikumeta Şamê di 2004`an de şehîd bû, Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro daxuyaniyeke nivîskî da raya giştî.

Di daxuyaniya PYD`ê de hat gotin:

2`yê Tebaxê salvegera 18`emîn a şehadeta têkoşer Ehmed Hisên “Bavê Cûdî” ye, ku 2004`an li ser destê îstixbarata rejîma zordest a navendî hat şehîdxistin. Ev rejîma ku bi hemû rêbazan şerê partî û kadroyên me kir, nexasim piştî rola pêşeng a ku di Serhildana Qamişlo di 2004`an de lîstiye ku ji bo bidestxistina mafên Kurdan û misogerkirina wê di destûrê de gel bi rêve biriye. Wekî Meclisa Giştî ya PYD`ê ku partiya şehîdan e, em vê boneyê bi bîr tînin û soz dikin ku em ê bikin qonaxeke têkoşînê û rêya şehîdan berdewam bikin. Di heman demê de em sersaxiyê didin malbata şehîd Bavê Cûdî û hemû malbatên şehîdên xwe, em soz didin wan her du bîranîna wan di nav xwe de bidin jiyîn.

Hin qonaxên jiyana şehîd Bavê Cûdî:

Şehîd Ehmed Hisên “Bavê Cûdî” ji gundê Gir Kendal ê Dêrikê ye, sala 1976`an hatiye dinê. Zewicî bû û 4 zarokên wî hebûn (Cûdî, Bêrîvan, Zîlan, Bêrîtan). Di refên pêş de karê cebhewî kir û bi dildarî beşdarî hemû xebatên partiyetî bû.

Şehîd Bavê Cûdî ji destpêka damezirandinê ve di 2003`an de tev li Partiya Yekitiya Demokratîk bû. Wekî nûnerê partiya xwe, tev li Kongreya Damezirêner a KONGRA GEL bû. Di 13`ê Tîrmeha 2004`an de, Bavê Cûdî bi erkeke partiyetî hat erkdarkirin ku bê dudilî pêk anî. Li ser wê yekê, ji aliyê dewriyeyeke ewlehiya leşkerî ve li Qamişlo hat binçavkirin. Piştre ew veguhastin Hesekê û ji ber îşkenceya tund şehîd bû. Piştî 20 rojan ji îşkenceya hovane ku şopên wê li ser laşê wî mabûn, cenazeyê wî radestî malbatê kirin. Desthilata Baasê, malbata şehîd Bavê Cûdî neçar kir ku wî li goreke ku îstixbarata Sûriyê amade kiriye li Goristana El-Miteb ya li Hesekê, bi êvaran veşêrin.

Careke din em soza şopandina rêya şehîdên xwe û pêkanîna serkeftinê didin.”

(cx)