Rojnameyên erebî: Tevlîhevî dîsa vedigere Derayê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa krîza siyasî ya Iraqê, rewşa Derayê û kar û barên Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: Tevlîhevî dîsa vedigere Derayê
2 tebax, 2022   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

SEDR TERİKANDİNA ÇARÇOVEYA HEMANEHİYÊ WEKÎ ŞERTÊ QEBÛLKİRİNA VEXWEDANDINA DİYALOGÊ DİYAR KİR

Li ser rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Şepêla Sedr, bi pêşkêşirin gelek şertên ji bo qebûlkirina vexwedandina diyaloga ji bo bidawîkirina krîza siyasî ya li Iraqê, serokê Hevpeymana Fetih Hadî El-Amirî xist rewşeke zehmet. Di serê wan şertan de ku El-Amirî ji Çarçoveya Hemahengiyê vekişe.

Çavdêrên siyasî da zanîn ku şertên ku Şepêla Sedr danîne bi armanca El-Amirî bixe goşeyekê ne. Lê El-Amirî ruxmî ku aliyekî sereke di Çarçoveya Hemahengiyê ya bi serkêşiya Nûrî Malikî de ye, hewl dide xwe xuya bide aliyekî.

El-Amirî di çend saetên borî de li ser nakokiya di navbera serokê Hevpeymana Dewleta Yasa û serokê Şepêla Sedr de xwe ragirt. Ji ber ev nakokî nîşan didin ku welat ber bi şerekî Şîe-Şîe ve dibin.

Serokê Hevpeymana Fetih bang li her du aliyan kir ku bi awayekî aqilane bifikirin û xwe ragirin û berjewendiya welat û gel bi rêya diyaloga cidî û avaker pêşkêş bikin.

Şepêla Sedr bi lez bersiv da bangên El-Amirî. Her wiha serokê desteya siyasî ya Şepêla Serd Ehmed El-Mitêrî bang li serokê Hevpeymana Fetih kir ku bi awayekî fermî ji Çarçoveya Hemahengiyê vekişe."

POLÎSÊN LEŞKERÎ YÊN RÛSYA DI NAVBERA ŞAMÊ Û ŞÊNIYÊN TEFES DE NAVBEYNKARIYÊ DIKE

Girêdayî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset ev tişt nivîsî: "Polîsên Leşkerî yên Rûsya û Komîteya Dan û Standinan a bajarê Tefes ê rojavayê Derayê şeva yekşemê li hev civiyan.

Li gorî çavkaniyekî nêzî Komîteya Dan û Standinan ji rojnameya Şerq El-Ewset re gotiye, dan û standina dawî bi beşdariya efserên Rûsya, berpirsê sîstema ewlehiya leşkerî ya başûrê Sûriyê Luey El-Elî pêk hat. Komîteya Dan û Standinan gelek daxwaz ji alî rûsî re pêşkêş kirin; divê rejîma Sûriyê sewqiyatên xwe yên leşkerî ku di vê dawiyê li derdora bajar bi cih kirine û nahêlin cotkar karên xwe bikin vekişîne, soz bidin ku tu nuqtyên leşkerî yên nû li hundirê bajar ava nekin. Lê berpirsê sîstema ewlehiya leşkerî jî xwest ku nuqteyek leşkerî ya nû li ser rêya Tefes –Yadode (li gel Burca Seyrtel) ava bike. Ji ber ew rê alîkariyan dide çekdarên li herêmê. Ew xwestek bi îdiaya welatiyan dixwazin ev yek pêk bê hate kirin.

 

Şandeya rejîmê her wiha daxwaz kir ku kesên ji aliyê hikumetê ve tên xwestin ji bajarê Tefes derkevin herêmên din, lê nehatin diyarkirin, ji wan jî Îyad El-Ceare û Ubeyde El-Dirêrî. Lê komîteyê avakirina nuqteyeke leşkerî ya nû red kir, ji ber ku dikeve ser rêya Tefes û Yadode, rêya her du herêman qut dike û xebata cotkarên li wir asteng dike."

SÛDAN: DI NAVBERA HÊZÊN SIVÎL DE LI SER DIYARKIRINA SEROKWEZÎR NAKOKÎ HENE

Der barê Sûdanê de rojnameya Itîhad a Îmaratê wiha nivîsî: "Serokê nûnerê NY’yê yê taybet bi Sûdanê Volker Peretz ragihand ku şande wê destekê bide kedên ji bo gihandina formeke qebûlkirî da ku guhertina demokratîk ya bi serkêşiya sivîl li Sûdanê pêk bê. Lê hêzên sivîl ên li Sûdanê li ser lihevkirina diyarkirina serokwezîr bi nakokiyan re rû bi rû ye.

Volker Peretz li ser hesabê xwe yê Twitterê da zanîn ku civîneke berhemdar bi endamê Meclisa Serweriyê ya Sûdanê Malik Eqar û serokê Tevgera Gel a Rizgarkirina Sûdanê re li dar xist. Ev civîn ji bo lêkolînkirina pêşdeçûnên însiyatîfên wî bi endamên dîplomatê yên li Xortumê re pêk hat, ji wan jî balyozê YE, Brîtanya û qaimmeqamê xebatên balyozxaneya Amerîka ne.

Eqar însiyatîfa xwe meha borî ji bo bidawîkirina krîza siyasî ya li Sûdanê li ser 3 merheleyan pêşkêş kir û got merheyela yekemîn ji însiyatîfê ew e ku di navbera pêkhateya leşkerî, Hêzên Azadî û Guhartin û tevgerên aştiyê de ku lihevkirina Coba ya aştiyê îmze kiriye lihevkirineke pêk were, da ku erk û destûran di navbera blokên cihêreng ên dewletê de bi hûrgilî diyar bikin, di serî de jî Meclisa Bilind a Hêzên Çekdar ku serokê Meclisa Serweriyê Ebdulfetah Burhan pêşkêş kiriye.

Merheleya duyemîn jî hikumeteke neteweyî ya serbixwe ku bi lihevkirina hemûyan be were avakirin, serokwezîrek ku nûnertiya hêzên şoreşê bike were hilbijartin û divê hikumet hilbijêre. Lê partiyên siyasî jî girîngiyê bidin erka amadekirina hilbijartinan. Her wiha merheleya sêyemîn jî divê diyalogeke nîştimanî ya giştî were lidarxistin."

(fr)