12 siwaran destana Derwêşê Evdî li Şengalê nû kir

Ne tesaduf e ku dîrok xwe dubare bike, li erdnîgariya ku berê Derwêşê Evdî di şerê xwe yê li dijî Osmaniyan de bi 12 siwariyan destan nivîsand, 12 şervanên PKK`ê ji dastana wî îlham girt û ji wir ber bi çiyayên Şingalê ve şerê heman dijminî kir û bi bin xist.

12 siwaran destana Derwêşê Evdî li Şengalê nû kir
2 tebax, 2022   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR

Gelek caran stranên kurdî yên destanî li ser evîn an şer, mêrxaz an xayinan radiwestin. Hunera Kurdî jî bi rêya nivîsandina destana Derwêşê Evdî û Edûlê dîroka kurdî vejand.

Vê destanê mîraseya yek ji mezintirîn destanên gelê Kurd di dîroka Kurdan de ye ku nivîsandiye. Ev destan hêz û lehengiya gelê Kurd li hember dijminan ji bo parastina doz û axa xwe nîşan da.

Ger em kaxizên vê destanê vekin, em ê tê bigihîjin wateya evîna rastîn a jin, welat û rastiya lehengiya kurdî ya resen a ku li cem Derwêşê Evdî hebûye. Dema ku hezkirina xwe ya ji bo Edûlê bi evîna xwe ya hevpar a ji bo ax û azadiyê ve girê da û ruhê xwe ji bo xatirê her du eşqan feda kir.

Bûyerên vê destanê vedigere hevpeymana şovenîstên tirk û ereb li dijî daxwazên gelê Kurd ên azadîxwaz ku di bin fermandariya Derwêşê Evdî, Milî û 47 eşîrên din ên kurdan de cih girtiye. Piştî ku Temir Paşa Millî di dilê Împaratoriya Osmanî de bû hêzeke mezin û artêşek ji 70 hezarî şervanî ava kir. Hevbendiya Millî hemû rêyên ku diçûn Heleb, Amed û Mûsilê di destê xwe de digirtin û hazirtî dikir ku serxwebûna Mîrnişîna Kurdan ji Împeratoriya Osmanî, ragihîne.

Herêma hegemoya Temir Paşa Millî, ji Erzrumê heta Pîracîkê li başûrê û ji rojhilat heta çiyayê Kizwan û çiyayê Şengalê li başûrê rojhilat û ji bakur heta Cizîra Botan û Amed bû. Paytexta wê Wêran Şehîr bû.

Temir Paşa Millî dana bacê red kir. Wî nehîşt yek jî ji eşîrên Milî di artêşa Osmanî de xizmetê bike. Ji ber vê yekê jî Sultanê Osmanî biryar da ku di sala 1791'an de li dijî Temir Paşa Milî, Silêman Paşa Al Şawî wek fermandarê giştî yê artêşên pêşdeçûyî yên li dijî Temir Paşa Millî destnîşan kir. Wî di nava artêşa xwe de bi hezaran siwarên neqanûnî ji eşîra koçer "El-Cîs" û hin eşîrên Tirkmenan ji bo şer, bi cih kirin.

Di amadekirina şer de, karwanên osmaniyan ber bi Mêrdînê ve bi pêş diketin û li wir rû bi rûyî artêşa Millî bûn. Artêşa Millî nikarîbû li hember wan leşkerên bi hêz li ber xwe bide. Silêman Paşa Al Şawî eşîrên Millî bi tundî ceza kirin. Wî serokeşîr û fermandarên wan darve kirin û hêza Millî ya li wê herêmê westand.

Temir Paşa alîkarî ji Derwêşê Evdî û birayê wî Saadûn xwest. Haya wî ji wêrekiya wan hebû ku dizanîbû ew di şer de xwedî ezmûn in. Derwêşê Evdî kurê serokeşîra El-Şerqiye ya Êzidî Ebdî bû û bû fermandarê artêşa Kurd. Fermandarî ji 12 zilaman pêk dihat, 6 ji kurdên êzîdî û 6 jî ji kurdên misilman. Evîna wî Edûlê keça mîr Temir Paşa Millî ya misilman e ku nîşana ax û mîrnişîna Kurdan e û divê bi xwîna xwe wê biparêzin.

Beriya ku Derwêşê Evdî biçe qada şer, Edûlê ew dît û jê re got: "Ez naxwazim tu jiyana xwe feda bikî ji bo min", jê xwest ku ji biryara xwe vegere, lê Derwêş biryara xwe standibû û jê re got: "Ez nikarim tehemûl bikim ku ax û gelê min têkevin bin nîrê dijminan, qurbanî çi dibe bila bibe ez jê re amade me."

Derwêşê Evdî li ser hespê xwe, bi taktîkên şerê Ensar, li deverên Deşta Mûsilê, Wêran Şehîr, Çiyayê Şengal û Kizwanê derbeyên giran li dijmin xist.

Dijminan ji xeynî bi hîle û fêlbaziyê nikarîbûn Derwêşê Evdî têk bibin. Gava ku ew reviyan erdekî tijî çalên mişkan, ew li ser hespê xwe di wê navberê de li pey wan bû. Ji ber vê yekê lingê hespê dikeve çalekê, leşkerên dijmin tên dora wî û bi şûrên xwe yên bi kîn, lêxistin.

Derwêş bi giranî birîndar dibe û paşê ber bi girekî nêzîkî çiyayê Şingalê tê birin. Edûlê wî li wir dibîne û bi serbilindî serê wî datîne ser milê xwe û bi qêrîn û dengê xwe yê bilind gotinên ku wijdanê eşîran dihejîne, dibêje. Tevahiya dîroka Kurdan ji zilm û zordariya dijminan, qirkirina li ser wan û berxwedana leheng a Kurdan vedibêje û îşaret bi rola jinan di parastina çand û reseniyê de dike.

Derwêş û deh hevrêyên xwe piştî ku derbeyên giran li dijminan dixin, ku nehiştin bigihêjin armancên xwe, şehîd dibin, vê jî di nava kurdan de ruhê yektî û berxwedanê zêde kir.

Şengala ku niştecihên wê ola kevnar û pîroz a Êzîdiyan parastibû, bi 73 fermanan re rû bi rû mane ku ya herî dawî jî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya 3’yê Tebaxa 2014’an bû. Warê pîroz a eşq û heqîqetê ye ku tevî şûrên qirkirinên komî jî dest ji bawerî û pîroziyên xwe bernedaye.

Êrişên li ser Êzidiyan di destpêka serdema Îslamê de, di dema Xelîfeyê Raşidî Omer Îbn Xettab (634-644) de dest pê kirin. Li gorî êzdiyan êrişên pêşîn di sala 640'an de bû, ku ji aliyê Qasim Îbn Abbas El-Yemenî û Abdullah Îbn Omer ve hatibû birêvebirin.

Piştî wê jî êrişên li ser Êzidiyan berdewam bûn û Umewiyan dest danî ser desthilatê. Paşê Ebasiyan jî riya bav û kalên xwe şopandin. Çavkaniyên êzîdiyan tekez dikin ku di navbera salên 640 – 979`an de 12 êriş û hemleyên leşkerî li ser wan hatine kirin.

Piştî vê serdemê, di sala 1029`an de li dijî êzidiyan êriş ji aliyê tirkên ogûz ve pêk hatin, ku paşê dewleta Selçoqiyan ava kirin li gel lawazbûna dewleta Ebbasiyan. Selçoqiyan bi navê îslamiyetê desthilata herêmê kontrol kir û li ser navê îslamê komkujî pêk anîn.

Selçoqiyan di sala 1075’an de piştî ku rêberê wan Silêman Îbn Qetlemiş xwe sultan îlan dike, Seltena Rûmê “Selçoqiyên Rûmê” ava kir. Ji ber ku êzîdî bi destên wan rastî belayê û felaketan hatin, peyva "Rûmî" ji bo bextê reş bi kar tînin.

Êzidiyan di sala 1259'an de, bi destê Tataran û di salên 1368 - 1394 – 1400 de, jî bi destên Maxolan rastî komkujiyan tên.

Dîrokê li civaka Êzidî hat xezebê, ji ber Osmaniyan bi tenê 101 komkujî bi rêya derxistina fermanan li dijî êzidiyan pêk anîn.

ÇAWA DESTANA DERWÊŞ Û EDÛLÊ VE BANDOR LI RÊBER ABDULLAH OCALAN KIR

Destana Derwêşê Evdî bandor li fîlozof Abdullah Ocalan kir dema li hunermend Bavê Selah ê ji Efrînê guhdar kir. Rêber Ocalan bi hûrgulî di pirtûka xwe ya Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Doza Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk de behsê dike. Hişyarî dibe ser xeteriyên li ser xwe di pêşerojê de.

Rêber Ocalan girîngiyeke mezin da civaka Êzidî, gelek caran bal kişand ser hebûna wan û ew weke çanda kokê bi nav kir. Di pirtûka xwe ya bi navê “Parastina Kurdên di nav Pençên Qirkirina Çandî de” de hişyariya li dijî qirkirinê dide û dibêje “Ez li vir ne tenê behsa qirkirina fîzîkî dikim, ez behsa qirkirina çandî û her cure qirkirinên din dikim."

DIVÊ EM VÊ QEDERÊ BIGUHERÎNIN

Dema ku li destana Derwêşê Evdî û Edûlê guhdar dike, evîneke mezin di dilê rêbertî de çêdibe. Rêbertî rewşa xwe wek rewşa Derwêşê Evdî bi dike û dibêje: "Derwêş lehengekî Kurd e, bi qehremanî û mêrxasî li dijî Osmaniyan şer kiriye. Di dema xwe de jî fermandarekî kurd bû, bi mirina wî re Kurd bê serok man. Ez yekitiya Kurdan pêş dixim û serokatiyê jî dikim. Min dît ku dîrok di kesayeta min de tê dubarekirin. Ez pir li ser gotinên Edûlê sekinîm û min got divê em vê qederê biguherînin."

Di heman demê de Rêber Ocalan bal kişand ser 12 rêhevalên Derwêşê Evdî yên ku gihiştin asta şehadetê û wiha got: "Rêhevalên derdora min jî yek bi yek xwe dişewitînin. Evîna Derwîş mezin bû û şerê wî yê li hemberî dijmin jî mezintir bû."

RÊBER OCALAN XETERIYÊN LI SER CIVAKA ÊZIDÎ PÊŞBÎN KIRIN

Rêber Ocalan xeteriyên li ser civaka Êzidî pêşbîn kir û hişyarî da ji ber encamên êrişên li ser baweriyên kevnar ên li Rojhilata Navîn di sêrî de civata êzidî û banga xweparastinê kir.

KOMKUJIYA 14`Ê TEBAXÊ

Pêşbîniyên rêber Ocalan pêk hatin. Di 14`ê Tebaxa 2007`an de bi 4 erebeyên bombebarkirî êrişî civata êzidî hat kirin û di encamê de 600 êzidî hatin kuştin.

FERMANA 73`YAN Û ÊRIŞA ÇETEYÊN DAIŞ`Ê

Di 3`yê Tebaxa 2014`an de, trajediya dîsa dubare bû. Çeteyên DAIŞ`ê li gorî planeke herêmî û navneteweyî êrişî Şengalê kir, piştî ku çekdarên PDK`ê û hêzên Iraqê bê berxwedan, jê reviyan. Civata êzidî bi komkujiyan û revandinê re rû bi rû hiştin.

Rêber Abdullah Ocalan piştî êrişê, negirtina tedbîrên pêwîst li hember êrişê, bi tundî rexne kir. Bi rêya destana Derwêşê Evdî û Edûlê banga parastina û xweparastinê kir û her wiha hişyarî ji ber xeteriyan û gefan da.

RÊBER OCALAN Û HELBESTEK LI SER DESTANA DERWÊŞÊ EVDÎ

Rêber Adullah Ocalan der barê destana Derwêşê Evdî de helbestek nivîsand û got: “Bi awayekî ne asayî, min ev helbest ji bo bîranîna destana Derwêşê Evdî nivîsand,”

Xwezî li çiyayê şengalê li ba Derwêşê Evdî bûma

Li ser pişta hespê boz li deşta Mûsilê bûma

Dema Derwêş birîndar dibû, biketama bin çengê wî

û ber bi çiyayê Kurdistanê ve berjor çûma

Min jê re bigota,

binêre, va ye bi hezaran Edûlê û Diwanzdeh Hewarî hene

Min jê re bigota

Li van çiyayê ku Xwedavendan lê textê xwe daniye

Rihet û aram razê

Min jê re bigota;

Mirin...

Ji ku tê û çawa tê bila bê

Êdî xeman nexwe!

Ya ku hatiye erêkirin, Kurdbûn û jiyana azad e

Êdî ev rastiya ebedî ye...

ME 12 ŞERVAN ŞANDIN ÇIYAYÊN ŞENGALÊ

Dîrok dîsa dubare bû, neviyên Derwêşê Evdî îlham jê girt û dest bi berxwedanê kir. Endamê Desteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Mûrat Karayilan got: Em amade ne Şengalê biparêzin. Me 12 şervan şandin çiyayên Şengalê. Ez bi xwe bi wan re axivîm û min ji wan re got, Derwêşê Evdî tevî 12 siwaran ji bo rizgarkirina axa kurdan şer kir.

BILA JIYANA XWE YA AZAD AVA BIKIN

Di 13`ê Mijdara 2015`an de, piştî berxwedaneke destanî ku ji ya destana Derwêşê Evdî ne cuda ye, ciwanên Şengalê û HPG, YPJ, YPG`ê bajarê Şengalê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Wê demê rêber Ocalan civata êzidî muxateb girt û got: Bila bi tirs nejîn, ji niha û pê de bila jiyana xwe ya azad ava bikin.

ÊZIDÎ HÎNA BI XETERIYÊ RE RÛ BI RÛ NE

Îro û piştî 7 salan li ser rizgarkirna Şengalê derbas bû, lê dîsa jî metirsî û xeterî li ser hebûna êzidiyan li wir heye. PDK û hikumeta El-Kazimî hewl dide planên dewleta Tirk a dagirker pêk bîne ku amranc dike Rêveberiya Xweser a şengaliyan têk bibe da ku gelê Şengalê qir bike. Lê ev hemû planên wê têk çû. Ruxmî wê jî metirsî hîna li dar in.

ANHA