Şênî: Ji bo em mîna berê rastî înkarkirinê neyên, divê em axa xwe biparêzin

Şêniyên navçeya Sirîn a Kobanê destnîşan kirin ku rewşa awarte ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihand, ji bo berjewndî û parastina şêniyan e, ji ber vê yekê divê ew li gorî şerê gel ê şoreşgerî xwe birêxistin bikin û her yek bibe şervanek.

Şênî: Ji bo em mîna berê rastî înkarkirinê neyên, divê em axa xwe biparêzin
2 tebax, 2022   07:31
KOBANÊ

Şêniyên navçeya Sirînê ya kantona Kobanê ji ajansa me re axivî û kêfxweşiya xwe ji tedbîrên ku Rêveberiya Xweser ji bo parastina wan ji xeteriyên derveyî digire anîn ziman, weke ku di 6'ê Tîrmehê de rewşa awarte ragihand.

Welatiya bi navê Şevîn Gul Agasî destnîşan kir ku cîhan gefên dewleta Tirk li dijî herêmên wan dibîne û got: Herêm di qonaxeke nû re derbas dibe, tê de dê perçebûneke nû çêbibe. Ji ber vê yekê divê gelê ku li ser vê axê dijî parastina wê bike û hebûna xwe îsbat bike da ku careke din weke berê neyên inkarkirin.”

Şevîn Gul Agasî diyar kir ku rewşa awarte ya ku hatiye ragihand ji bo parastina hebûna wan e, ji ber vê yekê divê li gorî şerê gelê ê şoreşgerî dewam bikin û hemû bibin şervan ji ber ku ew di qonaxeke pir hesas re derbas dibin.

REWŞA AWARTE JI BO BERJEWNDÎ Û PARASTINA ME JI DIJMIN E

Welatiyê bi navê Seqir El-Cizîrê daxuyand ku pêkhateyên li herêmên Rêveberiya Xweser di nav aramiyê de ne û wiha pê de çû: “Ji ber vê aramiyê, dijmin bi hêrs e ku baş dizanin ku projeya biratiya gelan li ser planên wan ên faşîst ên li dijî herêmê û gelê wê, xeterî ye. Rewşa Awarte, ji bo berjewendî û parastina me ji dijminan e.”

El-Cizîrê anî ziman ku ew û tevahî gel amade ne ku li hember êrişan bisekinin û destnîşan kir ku kesên ji bo parastinê dudilî ne, ne ji mafê wan e ku li ser vê axê bijî ku bi saya xwîna şehîdan rizgar bûye. Her wiha bang li şêniyan kir ku li kêlka hêzên leşkerî bisekinin.

Endamê rêveber ê Meclisa Sirîn Welîd Kusa got tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriye di nav aramî û ewlehiyê de pev re dijîn û di rêvberiya herêmê de hevbeş in, her wiha di berxwedana li hember êrişan de jî xwîna wan têkil hev bû.

Kusa destnîşan kir ku komployeke navneteweyî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriye tê meşandin, armanc jê ew e ku projeya wan a demokratîk têk biçe, lê belê dê bi hevgirtina pêkhateyan û yekitiya wan vê komployê têk bibin. Her wiha anî ziman ku baweriya wan bi QSD'ê heye ku herêmên wan biparêzin û dê bi serkevin.

(dm)

ANHA