Salih Muslim muzakereya bi Şepêla Şoreşger ya Sûriyê re nirxand

Salih Muslim lihevkirina bi Şepêla Şoreşger ya Sûriyê re erênî nirxand û ew wek destpêka lihevkirinên bi partî û aliyên din re hesiband. Muslim nêzîkatiyên hikumeta Şamê ji aloziyê re rexne kir û hêvî kir ku Rûsya di civîna Soçî ya tê payîn di 6’ê Tebaxê de li darkeve, tawîzan nede Tirkiyê.

Salih Muslim muzakereya bi Şepêla Şoreşger ya Sûriyê re nirxand
2 tebax, 2022   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN – EHMED SEMÎR-SILAVA EBDUREHMAN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Şepêla Şoreşger ya Sûriyê di 24’ê Tîrmehê de muzakereyek îmze kir, ku tê de dê herdu alî karên xwe yên hevbeş bi pêş bixin. Gelo ev lihevkirin çawa pêk hat? Armanca wê çi ye? Gelo têkilî bi alî û partiyên din ên Sûriyê re hene? Ev pirs bûn mijara hevpeyîneke ajansa me ligel hevserokê PYD`ê Salih Muslim.

Muslim daxuyaniya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a ku tê de pêkanîna hevdîtinên siyasî ligel hikumeta Şamê înkar kir, nirxand û behsa civîna Soçî kir ya ku dê di 5’ê Tebaxê de di navbera serokên Rûsya Vladimir Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan de pêk were.

‘EM JI BO GIHANDINA DENGÊ DOZ Û PROJEYA XWE TÊKOŞÎNEKE SIYASÎ DIMEŞÎNIN’

Salih Muslim da zanîn ku ji destpêka damezirandina PYD’ê ve di 2003’an de, ji bo gihandina dengê doz û projeya xwe, her wiha ji bo lihevkirina bi partî û aliyên siyasî yên Sûrî re ew têkoşîneke siyasî didin meşandin.

Muslim got: “Di 2005’an de gava ku Îlana Şamê hat damezirandin, me xwest ku em bibin beşekî wê, lê em nehaitn qebûlkirin û wek Kurd bi cudaxwaziyê hatin tawanbarkirin. Bi van bihaneyên bêbingeh wê demê em red kirin. Di 2005’an de gelek partiyên siyasî di bin siya Îxwan El-Muslimîn de kar dikirin.”

Tê zanîn ku Îlana Şamê ya Guhertina Niştîmanî ya Demokratîk, belgeyek bû ku kesayetên ji civaka sivîl û îslamî û lîbralên sûrî di 2005’an de li ser îmze kirin û banga bidawîkirina hikumê 35 salan ê Esed û destpêkirina hikumekî demokratîk dikir.

Muslim der barê wê de got: “Bi destpêkirina çirûska Şoreşa Sûriyê re, me hewl da xwe bigihînin partiyên din ên li ser asta Sûriyê. Bi hev re tê bikoşin ji ber em di welatekî de ne ku me hemûyan kom dike.

Di destpêka şoreşê de Heyet Tensîq El-Watanî ji bo yekkirina nêrîna sûriyan hate damezirandin. Di heyetê de partiyên siyasî yên rikber û têkoşer hebûn. PYD`ê jî partiya yekemîn bû ku tev li heyetê bû ku sala 2011`an ava bû û tê de partiyên çepgir û rastgir ên li dijî rejîmê tê dikoşiyan cih digirin.”

Muslim diyar kir ku wan di gel wan partiyan de li hev nekirin û got: “Wan desthilatdarî daxwaz dikir lê me hikumê gel û projeya Sûriyeyeke demokratîk daxwaz dikir, siloganên ku gelê Sûriyê berz kirin, em xwedî lê derketin û di pratîkê de pêk anîn.”

Tê zanîn ku Heyet Tensîq El-Watanî ya Hêzên Guhertina Demokratîk, ji siyasetmedarên sûrî pêk dihat. Heyet sala 2011`an bi armanca yekkirina daxwazên opozîsyona Sûriyê û pêkanîna diyalogên siyasî, hat damezirandin. Heyetê di daxuyaniya damezirandinê de banga lidarxistina xwepêşandanên aştiyane ji bo bidestxistina mafên sereke berî pêkanîna diyalogê bi hikumeta Şamê re, kir.

GELEK KESAN NAS KIR KU RÊYA PROJEYA ME YA HERÎ RAST E

Muslim der barê êrişên li ser Rojava de wiha anî ziman: “Komên çeteyan êrişî herêmên me kirin, ruxmî wê jî me xeta xwe ya sêyemîn berneda. Niha gelek kes êdî bawer kirin ku rêya projeya me ya herî rast e ji bo derxistina Sûriyê ji vê tariyê û avakirina Sûriyeyeke demokratîk.”

Muslim wiha domand: “Gelek nîqaş li ser projeyên me û armancên me ji bo avakirina Rêveberiya Xweser tên kirin. Ji ber wê jî çend partiyên siyasî yên Sûrî hewl didin xwe nêzî projeyên me bikin. Muzakereya ku me bi Şepêla Çep a Şoreşger a Sûriyê re îmze kiriye, ne ya yekemîn e, berê jî lihevkirin di navbera me û partiyên hundir û derveyî Sûriyê de jî hebûn.”

EV LIHEVKIRIN PIR GIRÎNG E

Muslim wiha domand: “Piştî ku wan projeya me li ser erdê dît lihevkirin çêbûn. Berê jî partî û şepêlên Sûriyê serdana herêmê kirin, ev proje ne tenê ji me re bi sûd e lê belê ji tevahiya Sûriyê re jî girîng e. Em ji wan daxwaz dikin ku têkoşîna xwe bidomînin nexasim li deverên di bin kontrola rejîmê de, gelek kar li wir hene.”

 LIHEVKIRIN DÊ RÊ LI BER LIHEVKIRINÊN DIN JÎ VEKE

Salih Muslim destnîşan kir ku lihevkirina çêbûyî dê rê li ber partî û şepêlên din jî veke û got: “Têkilî bi partiyên siyasî yên din re hene ku dixwazin di bin siya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de ya ku em wek partiyên siyasî hemû di bin siya wê de kar dikin, lihevkirinê pêk bînin. Em hêvîdar in di pêşerojê de bi partî û tevgerên din re li hev bikin û wan tev li vê projeyê bikin.”

REJÎM DEV JI HIŞMENDIYA XWE BERNEDAYE Û DIXWAZE DESTHILATDARIYA XWE BIPARÊZE

Di 29’ê Tîrmehê de Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku tu hevdîtinên siyasî di navbera wan û hikumeta Şamê de tune ne û pabendiya xwe bi diyaloga niştîmanî ya ji bo pêkanîna aramiya Sûriyê da xuyakirin.

Têkildarî wê yekê, Salih Muslim got: “Rejîm ji daxwazên me yên demokratîkirina Sûriyê û azadiya Sûriyan dûr e; ew hîna dev ji hişmendiya xwe bernedaye û dixwaze desthilatdariya xwe biparêze. Ew tiştekî din naxwaze, di diyaloga bi partî, sazî û kesayetekî re jî ew tenê rêbaza vegera li hembêza xwe dide meşandin.”

DIVÊ QANÛN WERIN GUHERTIN Û DESTÛREKE NÛ WERE DANÎN

Muslim wiha domand: “Rejîm dixwaza vegere beriya 2011’an, em jî dibêjin ku qanûnên rejîmê sedema destpêkirina kirîza Sûriyê bû û ji bo ku em venegerin wê yekê divê sîstemeke nû were dayîn û bi rengekî hevbeş were pejirandin. Ew jî Sûriya Demokratîk e, divê qanûn û destûra Sûriyê werin guhertin û ji aliyê hemiyan ve werin pejirandin.”

Muslim wiha pê de çû: “Yên ku desthilatdariyê li Şamê bi rê ve dibin divê baş nas bikin ku em beşek ji Sûriyê ne û divê em bi hev re tê de bijîn, tu niyetên me ji bo guhertina rejîmê tune ne lê belê şaştî hene divê werin sererastkirin.”

EM Ê HERTIM HEWL BIDIN SÛRIYEYEKE DEMOKRATÎK AVA BIKIN

Muslim diyar kir ki Rêveberiya Xweser gelek caran çû Şamê her wiha li baregeha Himêmîm bi navberkariya Rûsya civîn li dar xist bi armanca gihiştina formeke hevbeş. Musilm destnîşan kir ku êjîm dev ji hişmendiya xwe berneda, lê ev nayê wê wateyê ku li bendê bimînin û dê hewl bidin Sûriyeyeke demokratîk bi beşdariya hemûyan ava bikin.

TIŞTÊ KU ME AVA KIRIYE BÛYE NIMÛNEYEK LI SÛRIYÊ

Muslim destnîşan kir ku tiştê ku li Bakur û Rojhilayê Sûriyê hatiye avakirin bûye nimûneyek ji bo ku li tevahiya Sûriyê were pêkanîn û got: “Bila li Sûriyê binêrin, şêniyên Siweyda çi dizwazin? Ne rêveberiyeke xweser dixwazin!? Şepêla Çep a Şoreşger a Sûrî ya ku me wesîqeya lihevkirinê pê re îmze kiriye, heman tiştî dixwazin.”

Di 19’ê Tîrmehê de û bi boneya salvegera 10’an a Şoreşa Rojava, civîna sêalî (Îran, Rûsya û Tirkiyê) li Tehranê pêk hat, da ku tê de gelek mijar di serî de dosza Sûriyê werin nîqaşkirin. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide erêkirinê ji Rûsyayê bi dest bixe da ku dest bi êrişa xwe ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Tê payîn ku serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan bi serokê Rûsyayê re di 5’ê Tebaxê de li Soçî bicive da ku pirsgirêkên herêmî û têkiliyên herdu aliyan nîqaş bikin.

TIRKIYÊ ÇARESERIYA SIYASÎ JI KIRÎZA SÛRIYÊ RE NAXWAZE

Der barê gefên dewleta Tirk a dagirker de, Salih Muslim diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker  pêşengiya plana Rojhilata Navîn û Sûriyê bi hevkariya hêzên navneteweyî, kir û got: “Ji 2012’an ve Tirkiyê pêşniyariyên çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyê red dike. Ew çareseriyên siyasî ji kirîza Sûriyê re naxwaze, yan çareserî li gor planên wê be yan jî bila çareser nebe. Mijar tev li hev bûn û heta ku destek da komên çeteyan û DAIŞ ava kir. Qirkirina kurdan kir pêşiya armancên xwe.”

Muslim wiha domand: “Di destpêka kirîza Sûriyê de Rûsya tune bû, ew di 2015’an de ji bo parastina rejîma Sûriyê hatin Sûriyê û ji bo ku rejîm hilneweşe gelek tişt kirin. Lewra êdî ew bû xwediya biryar û gotinê di Sûriyê de.”

SIYASETA TIRKIYÊ LI SER ŞANTAJ Û BIKARANÎNÊ RABÛYE

Her wiha, Muslim diyar kir ku Rûsya, Amerîka û Ewropa û her kes planên Tirkiyê û zehmetiya pêkanîna wan planan li herêmê baş dizanin û got: “Peymana Millî û vegera Osmaniya berê û dagirkirina van herêman ku li gor Tirkiyê bû, pêk nehatin. Ew li çareyekê digere ji ber wê jî berê xwe da şantajkirina Amerîka û Ewropayê bi mijara Siwêd û Fînlandayê. Siyaseta wê li ser şantajî û bikaranînê ava bûye.”

Muslim wiha domand: “Rûsya xwedî rol û biryareke bihêz e di kirîza Sûriyê de, ji ber wê jî ew dixwaze pirsgirêkên xwe bi wê re çareser bike. Berê jî civînên Astana û Soçî û Komîteya Destûrê li dar xistin. Civîn li ser kirîz û şerê Ukrayna û çawaniya derxistina genim hebûn.”

TIRKIYÊ AMADE YE HEMÛ DOSYEYÊN XWE JI DEST BIDE, DA KU RÊ LI BER AVAKIRINA STATÛYA KURDAN BIGIRE

Muslim destnîşan kir ku pirsgirêka Kurdî û çareseriya wê armanca yekemîn a Tirkiyê ye, ew dikare hemû dosyeyên xwe ji dest bide tenê ji bo ku rê li ber avakirina statûteyek kurdî bigire û got: “Xwe kir dijminê cîhanê, ji ber ku wan têkoşîna Kurdan nas kir.”

Der barê civîna Soçî ya dê 5’ê Tebaxê li dar keve de, Muslim diyar kir ku nîqaşên girîng û kûr hene, ji wan mijara êrişa Tirkiyê ya herî girîng e, ji ber Rûs tê gihştina giraniya vê mijarê.

EM HÊVÎDAR IN KU RÛSYA TAWÎZAN NEDE TIRKIYÊ

Muslim wiha domand: “Ne tiştekî hêsan e ku Rûsya bi hêsanî dev ji Kurdan berde, di dîrokê de têkiliyên dîrokî di navbera Rûsya û gelê Kurd de hebûn. Berî ku Rûsya têkeve qada kirîza Sûriyê, hevdîtinên me bi wan re hebûn, wan jî projeya me pejirandiye û dixwazin navberkariyê di navbera me û hikumeta Şamê de bikin.”

Muslim wiha domand: “Em nizanin Tirkiyê çi ji Rûsya dixwaze û nizanin ew li ser çi nîqaş dikin, lê em hêvîdar in ku Rûsya tawîzên der barê herêmên me de nede Tirkiyê, ez jî bawer nakim wisa bibe.”

Berî êrişa artêşa Tirk a dagirker di 2018’an de Rûsya ji baregehên xwe yên li Efrînê vekişiya. Her wiha roleke mezin a Yekitiya Sovyet di hilweşandina Komara Mehabadê de sala 1946’an hebû ku bi erêkirineke îngilîzî û amerîkî artêşa Şah Mihemed Rida piştî vekişîna Artêşa Sor a Sovyetî, êrişî komarê kir û ew hilweşand.

EGER QADA HEWAYÎ BÊ GIRTIN TIRKIYÊ NIKARE TIŞTEKÎ BIKE

Di 28’ê Hezîranê de, 23 partiyên siyasî di nav de PYD’ê, daxwaza girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Der barê vê yekê de Salih Muslim wiha axivî: “Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya li qada navneteweyî kontrol kirine, Heleb û derdora wê dikeve bin kontrola Rûsya û ji Kobanê heta Dêrikê dikeve bin kontrola Koalîsyona Navneteweyî.”

Muslim destnîşan kir ku heke qada hewayî ya herêmê bê girtin, Tirkiye nikare tiştekî bike û wiha domand: Ew nikare gavekê bi pêş de biçe. Ji ber dê rû bi rûyê amadekariyên gel li ser erdê be. ku li gerî şerê gel ê Şoreşger xwe amade dike da ku xwe biparêze. Em hêvî dikin ku Rûsya mîna berê tawîzan nede Tirkiyê ku bêjin kerem bikin hûn çi dixwazin topbaran bikin. Divê wisa neke.

EM DIJMINATIYE KESÎ NAKIN, EM TENÊ PARASTINA XWE DIKIN

Hevserokê PYD`ê Salih Muslim di dawiyê de got: “Têkoşîna me berdewam e. Me dijminatiye kesekî nekiriye. Ji destpêkê ve em xwe li gorî rêgeza mafê parastinê yê rewa diparêzin. Me hevalbendî bi kesekî re jî nekir da ku were û me biparêze. Êriş li ser herêmên me hebûn, me jî xwe û axa xwe parast. Ev mijar wisa berdewam e. Ji ber wê hêvî dikin ku hêzên li hundirê Sûriyê û hêzên navneteweyî tê bigihêjin tiştên em dixwsazin û hêvî dikin pêk bînin.”

(mh)

ANHA