Panorama hefteyê: Iraq banga qutkirina têkiliyan bi Tirkiyê re kir

Ji ber komkujiya li Zaxoyê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatî kirin, li Iraqê hêrs û xemgînî serwer bû û banga qutkirina têkiliyan bi Tirkiyê re hate kirin. Li aliyekî din efserekî rûsî ji navenda Himêmîn ya li Laziqiyê ligel hejmarek efser û endamên polîsên leşkerî yên Rûsyayê serdana herêma başûr a Sûriyê kir û bi rûspiyên Siwêdayê re civiya da ku nakokiyên ku ji 2020'î ve dewam dikin, çareser bikin.

Panorama hefteyê: Iraq banga qutkirina têkiliyan bi Tirkiyê re kir
24 tîrmeh, 2022   04:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî bal kişandin ser komkujiya ku dewleta Tirk li Zaxoyê pêk anîn û hêsa gelê Iraqê ya li hemberî wê, serdana efserên Rûsya ji bo Siwêdayê, her wiha rewşa Sûdanê

‘LI IRAQÊ BANGÊN QUTKIRINA TÊKILIYÊN DÎPLOMATÎK Û BAZIRGANÎ YÊN BI TIRKIYÊ RE’

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb ev tişt nivîsî: "Iraqê pêncşemê 9 qurbaniyên sivîl oxir kirin. Desthilata navendî ya Bexdayê, Enqere berpirs dît. Li kolana Iraqê hêrs û xemgînî heye û banga boykotkirina têkiliyên dîplomatîk û bazirganî bi Tirkiyê re tên kirin.

Piranî dewletên rojavayî û yên Ereban, mîna DYA, Almanya, Misir, Kiwêt û Behreynê êrişa li ser Zaxoyê şermezar kir û van dewletan banga destpêkirina lêpirsîna li ser êrişê kir û bal kişand ser girîngiya rêzgirtina serweriya Iraqê.

Iraqê hêzên dewleta Tirk bi topbarana li dijî seyrangeha li Zaxoyê ya Dihokê tawanbar kirin.”

PIŞTÎ DERAYÊ, ŞANDEYEKE RÛSYA SERDANA SIWÊDAYÊ KIR

Di kar û barên Sûriyê de, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Duh hate ragihandin ku efserekî rûsî yê ji Navenda Lihevhatinan a Himêmîm a parêzgeha Lazîqiyê ya beravên Sûriyê, tevî hejmareke efseran û endamên Polîsên Leşkerî yên Rûsya serdana herêma başûrê Sûriyê kiriye û bi mezinên rûspiyên parêzgeha Siwêdayê Luey El-Etreş re civiyaye.

Edîtorê Tora “Siwêda 24” Reyan Marûf ji rojnameyê re got, hevdîtina bi El-Etreş re ku bi “Mîrê Dar Ura” tê nasîn, li bajarokê Qerya yê Siwêdayê roja duşemê pêk hatiye. Her wiha diyar kir ku rayedarê rûsî yê li herêma başûrê Sûriyê daxuyandiye ku efserê ji aliyê Navenda Lihevhatinan a Rûsya ji bo herêma başûr nû hatiye erkdrakirin û li herêmên lihevhatinan ên parêzgeha Derayê beriya çend rojan serdan pêk anîne, bi hêzên aktîv re civiyaye û piştre berê xwe daye Siwêdayê û li wir tevî El-Etreş bi hejmareke rûspiyên herêmê re hevdîtin kiriye. Her wiha daxuyand Navenda Lihevhatinan a Himêmîmê xwestiye ku nakokiya ji 2020`an di navbera bajarokên Qerya û Busra Şam di navbera komên çekdar ên xwecih ên ji Siwêdayê û hêzên Lîwaya 8`an a piştgiriyê ji Himêmîmê digire de dewam dike, bê çareserkirin. Her wiha behsa dewriyeyên Rûsyayê bi taybet li ser sînorên Sûriye-Urdinê hatiye kirin.

Çavkaniyekî xwecihî demeke berê ji rojnameyê re gotibû ku şandeyeke leşkerî ya Rûsya roja yekşemê serdana Derayê kiriye û bi hejmareke hêzên aktîv ên li herêmê re civiyaye, her wiha serdana herêmên Busra Şam kiriye.

‘LI XARTUMÊ LI DIJÎ TUNDIYA QEBÎLEYAN XWEPÊŞANDANÊN GIRSEYÎ’

Girêdayî rewşa Sûdanê, rojnameya Itîhad a Îmaratê wiha nivîsî: "Di xwepêşandana girseyî ya duh de ku ber bi qesra serokatiyê ya li Xartumê ve dest pê kiriye, bi hezaran sûdanî tev lê bûn. Ew xwepêşandan ji bo şermezarkirina kiryarên tundiya êlan ku di encamê de bi dehan kuştî li herêmên Nîl El-Ezreq û Kesla yên li rojhilatê welat de çêbûn, hate lidarxistin. Her wiha hêzên ewlehiyê gaza rondikrêj û bombeyên dengan avêtin xwepêşandêran, di encamê gelek kes birîndar bûn.

Di xwepêşandanê de diruşmên şermezarkirina lawaziya bersivdana hêzên ewlehî hatin hildan, her wiha kesên di dewletê de bi pêkanîna kiryarên tundiyê yên bi armanca pêkanîna armancên siyasî, hatin tawanbarkirin. Hêzên ewlehî û artêşê li paytextê û herêmên nêzî fermandariya giştî ya artêş û qesra serokatiyê hatin belavkirin.

Kryarên tundî yên êlan ji pênceşmê de li herêma Nîl El-Ezreq dest pê kir, ew yek di encama nakokiya di navbera komên êlan de der barê pirsgirêkên erk û berpirsiyarên rêvebirina herêmê de pêk hat.

Hêzên "Azadî û Guhartinê" koma "Îxwan" bi hewldana vegera li desthilatê bi rêya pêkanîna nakokiyên nîjadî û lîstina bi kaxiza êlan, tawanbar kir."

ANHA