Projeya Ximava Keskesor: Xwedekarên Efrînê xwedî li çand, wêjeya kurdî derdikevin

Bi hevkariya Tevgera Xwendekarên Demokratîk û Desteya Perwerdeyê ya Herêma Efrînê, xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara projeya "Ximava Keskesor" a parastina wêjeya kurdî ji qirkirinê dest pê kirin.

Projeya Ximava Keskesor: Xwedekarên Efrînê xwedî li çand, wêjeya kurdî derdikevin
24 tîrmeh, 2022   05:20
ŞEHBA-ROHAT SÎDO

Li dijî êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrîş û gefên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên curbecur helwestên xwe nîşan didin û tekeziyê bi berxwedan û têkoşînê dikin.

Têkildarî mijarê, xwendekarên Peymangeha Şehîd Viyan Amara ya li kantona Şehbayê projeya bi navê "Ximava Keskesor" ya wêjeyî û çandî, dan destpêkirin.

Projeya “Ximava Keskesor” bi hevkariya Tevgera Xwendekarên Demokratîk û Desteya Perwerde û Hînkirinê ya herêma Efrînê, ji aliyê xwendekaran ve hatiye destpêkirin. Proje ew e ku hemû berhemên nivîskî weke (helbest, çîrok, şano, gotar, roman û hwd) yên xwendekar û ciwanên Efrînê nivîsandine, di pirtûkekê de kom bikin û biweşînin. Aramnc ji projeyê ew e ku çand, wêje û hunera kurdî bê parastin.

Komîteya amadekar ya projeyê têkildarî mijarê ji ajansa me re axivîn.

EM Ê WÊJEYA KURDÎ BIGHÎNIN LUTKEYÊ

Berdevkê komîteya amadekar a projeyê Siyamend Faqî, di destpêka axaftina xwe de li ser nave projeyê "Ximava Keskesor" axivî û got: "Sedem ew e ku rengê Mezopotamyayê giştî digire nava xwe; Ximav (Hibir) bi mabesta ximava ji çiyayên azad diherike û di welatên Mezopotamyayê de belav dibe, keskesor jî ji pirrengiya di Mezopotamyayê de heye. Ji ber wê me ev nav li projeyê kiriye.”

Faqî destnîşan kir ku 7 kes bi projeyê radibin, ji wan 5 xwendekarên peymangehê û 2 mamoste ne, di nava xwe de du beş veqetandine, beşa teknîkê û beşa nirxandinê û bi vî rengî karê xwe dimeşînin.

Faqî daxuyand ku armanc ji projeyê ew e ku pênûsa ciwanên Efrînê bi êş û azarên xwe mohra xwe li wêje û kultûra kurdî bixin û weke çekeke têkoşîn, parastin û berxwedaniyê li hember gef û êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi kar bînin.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Faqî diyar kir ku nêzî 50 berhem hatine komkirin, berhem helbest, şano, kurteşano, çîrok, kurteçîrok, gotar, roman û gotinên pêşiyan digre nava xwe.

/kr/uploads/files/2022/07/23/181703_siyabend-faq.webp

Siyamend Faqî da zanîn ku di dîroka wêjeya kurdî de hemû wêjevan û helbestvanên Kurdistanê rastî êrişan hatine, ew jî dixwezin bibin ji tova ku wan li Mezopotamyayê belav kiriye, ji nûve şîn bikin û li cîhanê belav bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê bibin şopdarê rêya nemirên mîna Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Cîger Xwîn û Seyd Riza. Em ê wêjeya kurdî bighînin lûtkeyê. Weke ciwan û xwendeakrên Efrînê em ê ku bi vîn, têkoşîn û pênûsa xwe dewleta Tirk a dagirker ji xaka Rojava derbixînin."

XWENDEKARÊN EFRÎNÊ XWEDÎ LI WÊJEYA KURDÎ DERDIKEVIN!

/kr/uploads/files/2022/07/23/181647_rken-hisn.webp

Endama Desteya Perwerde û Hînkirinê ya herêma Efrînê Rûken Hisên jî, derbarê proje û pêşniyara xwendekaran de wiha axivî: "Ji bo pêşxistina ziman û parastina çand ji aliyê xwendekaran ve pêşniyara projeyê hate kirin û weke alîkarî ji me hat xwestin ku em jî cihê xwe di beşa Nirxandinê de bigrin. Niha jî li gor ast û rewşa heyî nirxandin li ser berheman tê kirin, di dema weşanê de wê nirxandinên giran ji derve bêne kirin."

Rûken Hisên gavavêtina projeyê weke bersivdayîna her êriş û gefên li dijî herêmê tên xwarin, pênase kir û got: "Ev gav weke bersivdayîna her cure êrîşên ku bi ser me ve tên e, gava parastin û gihandina nameyekî ye ku Kurd li ku derê bin dê hebûna xwe misoger bikin."

Rûken Hisên bal kişand ser vî tiştî ku xwendekarên Efrînê berhemên xwe yên wêjeyî ji qirkirin û dagirkeriyê diparêzin û got: "Xwendekarên Efrînê îro xwedî li wêje, ziman û çanda xwe derketine û wê ji qirkirin û dagirkeriyê diparêzin. Hebûn û nebûna gelan bi ziman û wêjeya wan e. Wêje derbirîn, êş û jana kesayet jiyan dike, dinivsîne ye."

(cx)

ANHA