​​​​​​​Ciwanên herêma Cizîrê li dijî dewleta Tirk a dagirker meşiyan

Ciwanên herêma Cizîrê li hemberî tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û ji bo silavkirina berxwedana gerîlayan meşeke li Qamişloyê lidarxist, di meşê de endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê got: “Wek ku dewleta Tirk li hemberî gerîlayan têk diçe , ew ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî têk biçe.”

​​​​​​​Ciwanên herêma Cizîrê li dijî dewleta Tirk a dagirker meşiyan
23 tîrmeh, 2022   16:51
QAMIŞLO

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan di çarçoveya pêngava “Li dijî îxanetê û dagirkeriyê werin cenga azadiya” de, ji bo şermezarkirina tecrîda girankirî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan, êrişê û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û silavkirina berxwedana HPG û YJA Starê li Herêmên Parastinê yên Medyayê, meşkeke li ser asta herêma Cizîrê li bajarê Qamişlo li dar xist.

Ciwanên ji bajarokê Til Birak, Til Hemîs, navçeyên Girkê Legê, Amûdê, Tirbespiyê, Cilaxa her wiha ji bajarên Qamişlo û Hesekê tev li meşê bûn. Li kêlek wê endamê Desteya Ciwanan, Yekitiya Ciwanên Suryan ên Paşverû û Yekitiya Werzîşê jî tev li meşê bûn.

/kr/uploads/files/2022/07/23/165239_img_4757.webp

Meş bi sloganên `Bijî berxwedana gerîla`, `Na ji dagirkeriyê re` û `Bijî serok apo` ji çerxerêya Osman Seberî heta çerxerêya Şehîd Rûbar dewam kir.

Paşê meş veguherî mêtîngê, di mêtîngê de endamê Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Hogir Mihemed axivî û diyar kir ku êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin, ew ê weke ciwanên herêmê bi hemû hêza xwe li dijî êriş û gefan derkevin.

Di axaftina xwe de Hogir Mihemed bal kişand ser berxwedana dîrokî ya gerîlayan li Herêmên Parastinê yên Medyayê û got: “Dewleta Tirk bi êrişên xwe yê hovane dixwaze gerîlayan tune bike, nikar û niha li hemberî wan têk diçe. Wek ku li hemberî wan têk diçe ew ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî têk biçe.”

Mîtîng bi slogana `Tolhildan` bi dawî bû.

(sb)

ANHA