​​​​​​​Qerqaş: Abû Debî dê balyozê xwe bişîne Tehranê

Şêwirmendê dîplomatîk ê serokê dewleta Îmaratê da zanîn ku welatê wî dixwaze ji nû ve têkiliyan bi Îranê re xurt bike û dê balyozê xwe bişîne Tehranê.

​​​​​​​Qerqaş: Abû Debî dê balyozê xwe bişîne Tehranê
15 tîrmeh, 2022   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameya Ereb News a Siûdî, şêwirmendê kar û barên dîplomatîk ê serokê Îmaratê Enwer Qerqaş got Abû Debî dê balyozê xwe bişîne Tehranê û ji nû ve têkiliyan bi Îranê re xurt bike.

Her wiha Qerqaş diyar kir ku Îmarat li dijî Îranê nasekine.

 (eh)