​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan civînek ji xwişk û birayên şehîdan re li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê îro ji xwişk û birayên şehîdan re civînek li dar xist û geşedanên dawîn ên li Sûriyê û pirsgirêkên malbatên şehîdan nîqaş kirin.

​​​​​​​Meclisa Malbatên Şehîdan civînek ji xwişk û birayên şehîdan re li dar xist
15 tîrmeh, 2022   12:38
QAMIŞLO

Civîn li Hola Efrîn a Qamişloyê li dar ket û bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê, xwişk û birayên şehîdan tev lê bûn.

Hola civînê bi wêneyên şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Destpêka civînê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Mahsûm Hesen axivî û got: "Li dijî êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin, divê em asta têkoşîna xwe bilind bikin. Em ê bi vîn û israra xwe dawî li faşîzmê bînin û hemû planên li dijî herêmên me têk bibin.”

Hesen bang li malbatên şehîdan kir ku destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, biparêzin.

Li aliyekî din jî hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Hesen Ubêd destnîşan kir ku li Qamişloyê ji destpêka şoreşê ve 926 şervan şehîd bûne. Ubêd li ser geşedanên li herêmê axivî û got: "Di demên dawî de gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên me zêde bûne û divê li beramber van êrişan em hevgirtina xwe xurttir bikin û erkên dikevin ser milên me pêk bînin."

Di dawiya civînê de malbatan pirsgirêkên xwe anîn ziman ku bi hevkariya Meclisa Malbatên Şehîdan çareser bikin. Xwişk û birayên şehîdan jî îşaret bi şopandina xeta berxwedanê û bilindkirina asta têkoşînê kir.

(eh)

ANHA